Lazim Li Me Werda Zeban

Lazim Li Me Werda Zeban
by Pertew Begê Hekarî
308995Lazim Li Me Werda ZebanPertew Begê Hekarî

Lazim li me werda zeban
(Subhane la 'îlme lena)
Wî daye me dersa ezel
çêkir ji me ra erd û sema

Canê heqîqî afirand
Pê libsê mecazî sewirand
şewqek ji nîvê satîrand
Alem bi wê kir mubtela

çûn can û soret cismek in
Maşûq û aşiq îsmek in
Her yek mecazê îsmek in
Ew ibtidata û inteha

Ayîneyê husnê nîhand
Paşî xwe batin tê numand
Mala mi lewma satîmand
Bi wê resm û ayîneya weha

Gotin bi wê zulfa çu hey
Bi qewlê Xweda yê ferd û hey
Bûne ji qetîlanê te hey
Ba rizq û fîrdewsê 'ela

Geh naz û gahî îşweker
Geh remz û gahî cilweker
Geh xemzegahê pêşweker
Her yek ji yek dîger 'ela

Pertew wekî şemsa wî dî
Tîz ma xwe da şem 'a wî dî
Canmestê der 'ezma wî dî
Perwanewar û zeresa

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse