Îro Mela Serapa
by Melayê Cizîrî

îro Mela serapa lew têk-i bû me ateş
Min dî seher xeraman neyşekera şirînmeş

Ya reb çi turfe mêwe evrenge mey dibexşet
şi'ra me tê perîşan nezma me tê muşewweş

Dilgeşte min ji dêrê naçim kenîşteyê qet
Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleş

Mehbûb-i wek stêr e govend û 'işqibazî
Têkil biçîn semayê hişyar û mest û serxweş

Heywan li kû dimînit em muftiyê zeman în
Bêtin ji destê saqî cama zelal-i bê xeş

Wer guh de çeng û nayê şîrîn ko bên semayê
Camê binoşe vêran çi sade û çi zerkeş

Tali' ko têt û furset muhlet li nik heram e
Min 'umrê Nûh-i nîne wer saqiyo bi lez xweş

Neyşekkera şirînqed me ji dest te mey divêtin
Da sîne pê cela dîn rewşen bikîn dilê reş

Camid çi kin bi husnê ko wan nezer li xwar e
Xerteb'etên di ebleh çi nêrgiz û çi kerbeş

Kore xwe nasipêrit carek bi dest delîlan
Ebleh çi kit tewafê nabînitin Berê reş

Bêzê dikit ji qencan ji remz û naz û xencan
Qedrê gulan çi zanit kerbeş divêt kerê reş

Feyda me şubhê Nîl e em Dicle û Firat in
Ger şeyx û wer imam e vê ra ye min keşakeş

şoxa ko ez di bendê dil girtiye kemendê
Letîf e zuhresîma ebrûhilal û mehweş

Birhên ji qewsê qudret nîşane kir Nişanî
Lami' ji ber dibarin çi yengiyek we perweş

Ellah li min hubba te çi şekker û nebat e
Ji nû ve dê ciwan bim ger bihn bikim gula geş

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse