Şêx Riza û Mostefa Begî Bawecanî
Wellamî Mistefa Begî Bawecanî Bo şêx Reza
1
Katêk wek pasnaw bîkutme jêrit
Wek çeqçeqey aş hellperrê kêrit
2
Kê dîwyetî ey şêx ‘Elî mallî xezûr bo zawa
To le kiwê tekye le kiwê bizinegerrî Meznawa
3
Sê îsim hen bê musemma herweku awî beqa
Teyirî ‘enqa, şarî Cabulqa, pillawî Xaneqa
4
Marîreşe xinkawe le gêjawî xela da
Kêrme le qingî kake Hemey Hacî Mela da
5
Meylî eş‘arim heye, tîxî zibanim mû deka
Her kesê carêk bigêm pirr be şarê gû deka
6
Yehûdî be çeyekim girt û lêm bird û tiya xûsa
Ke têm na çawî nûsa bangî kird: Ya hezretî Mûsa
7
Demarî mirduwe kêrim le marî mirdû deka
Le saq û sa‘îdî mîhter nesîmî cadû deka
8
şêx Setar êmey bezand bo melay gun sengela
Dînî pêxember be aşkar xoş e ya min ya Mela
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |