Şew Hat û Emin Mestî
Şew hat û emin mestî xeyalatî kesêkim
Meşxûlî nefes girtinî muşkîn nefesêkim
Lem hucre, leber pencere kewtûm û dexwênim
Bê 'eynî delêy bulbulî goşey qefesêkim
Hem warîsî ferhad û hem naîbî mecnûn
Wa tê mege, qurban, ke geda, bulhewesêkim
Gerden keçî tom bê keşiş û rest û qelade.
Wa zen mebe na'arif û herze meresêkim
Wellahî klawî serî min çerxî demalîy
Bibwaye be damanit eger dest resêkim
Bawerr meke roh sextî xemî fîrqetî to bim
Bo hatinî to baqîye nîwe nefesêkim
Her lehze delêm min segî dergam û, reqîbiş
Dête ser û çawim ke minîş seg megesêkim
Girtûye segit çakim û lay tomewe
Ye'nî were "Nalî" ke minîş dadiresêkim
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |