101 Sureya Qarî(e)h an Ferkera Felaket

Wateya Herî Kurdî edit

101 - 1) Felaket
101 - 2) Çîye felaket
101 - 3) Û tu çi dizanî ka çîye felaket
101 - 4) Ew roj mirov ê bibe wek perperokên belavbuyî
101 - 5) Û tê çîya bibe wek hirîyê tê avêtin
101 - 6) Îdî terazûya kî giran bê
101 - 7) Îdî ew nav jiyanekî xweş da ye
101 - 8) Û terazûya kî sivik bê
101 - 9) Cîhê wî hawiye ye
101 - 10) Û tû çi dizanî ka çîye puxteya wî
101 - 11) Agirekî sore

Wateya Nêzî Kurdî edit

101 - 1) Qarî(e)h
101 - 2) Çîye qarî(e)h
101 - 3) Û tu çi dizanî ka çîye qarî(e)h
101 - 4) Ew roj însan ê bibe wek firfirokên belavbuyî
101 - 5) Û tê bibe çîya wek hirîyê avêtî
101 - 6) Îdî mîzana kî giran bê
101 - 7) Îdî ew nav hal û wextêkî jê razî da ye
101 - 8) Îdî mîzana kî sivik bê
101 - 9) Dayîka wî hawiye ye
101 - 10) Û tû çawa îdraq bikî ka çîye hîyeta wî
101 - 11) Narekî pête

Wateya Fireh Kurdî edit

101 - 1) Bûyera pir xirab
101 - 2) Ka çîye ew bûyera pir xirab
101 - 3) Ka tu ji ku bizanî ka ew bûyera pir xirab çîye
101 - 4) Ew roj mirov ê bibe wekê perperokên belavbuyî
101 - 5) Û çîya tê bibe wek hirîyê tê avêtin
101 - 6) Îdî ji wan kî giran bê terazûya wî
101 - 7) Îdî ew di nav jiyanekî xweş da ye
101 - 8) Îdî ji wan kî sivik bê terazûya wî
101 - 9) Cîhê wî hawiye ye
101 - 10) Û bi te çi bide zanîn ka ew hawîye çîye
101 - 11) Agirekî gure

Çavkanî edit

https://watedar.com/

Sûreyê Din edit

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî

Wateya Qurana Pîroz