104 Sureya Humeze an Ferkera Lomekar

Wateya Herî Kurdî edit

104 - 1) Wey li halê wan hemû lomekarê tinazkar
104 - 2) Ewe sermayeyan civandîye û dijmêre
104 - 3) Dihesibîne ew bê guman malê wî wî ê bike bêdawî
104 - 4) Naxer! ew ê bê avêtin nav hutemehê
104 - 5) Û tu ê çi bizanî ka çîye hutemeh
104 - 6) Agirekî Xwedêye hatîye vexistin
104 - 7) Kû xwe dighîne ser dilan
104 - 8) Bi rastî ew tê ser wan da girtîye
104 - 9) Nava stûnên direj kirî da

Wateya Nêzî Kurdî edit

104 - 1) Wey li her eybgerê tevzkar
104 - 2) Kesê malan cem kirîye hev û dihejmêre
104 - 3) Ew hesaba xwe bê guman ser malê wî pê ra bibe herwext dike
104 - 4) Na! bê guman ew ê bê avêtin nav hutemehê
104 - 5) Û tu bi çi awayê îdraq bikî ka çîye hutemeh
104 - 6) Narekî Ellahe hatîye hilkirin
104 - 7) Kû ew bilind dibe ser dilan
104 - 8) Bi rastî ew ser wan da girtîye
104 - 9) Nava stûnên direj kirî da

Wateya Fireh Kurdî edit

104 - 1) Xwelî serê wan hemû kemasîgerê kû kemasîyan digere ji bo tinazên xwe bi gel bike
104 - 2) Yê kû malan kom kirîye û dihejmêre
104 - 3) Hevî dike kû serweta wî wî bike bêmirin ango heta bêdawîyê pê bijî
104 - 4) Naxer!tê ew teqez ew ê bê avêtin nav hutemehê
104 - 5) Û bi te çi bide zanîn ka ew hutemeh çîye
104 - 6) Pizotekî Xwedêye hatîye hilkirin
104 - 7) Kû ew derdikeve ser dilan
104 - 8) Bi rastî ew ser wan da dadayîye
104 - 9) Di nav stûnên direj kirî da

Çavkanî edit

https://watedar.com/

Sûreyê Din edit

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî

Wateya Qurana Pîroz