106 Sureya Qureyş an Ferkera Qureyş

Wateya Herî Kurdî edit

106 - 1) Ji bo aşitîya Qureyşîyan
106 - 2) Ji bo aşitîya wanê rêwîtîya zivistanê û havînê
106 - 3) Êdî bila Rebbê Vî Beytê biperêsin
106 - 4) Ewe we ji birçîtîyê xelas kir û ji tirsê jî ewle kir

Wateya Nêzî Kurdî edit

106 - 1) Ji ber ku silametîya Qureyşîyan
106 - 2) Ji bo silametîya wanê ji bo rêwîtîya zivistanê û havînê
106 - 3) Êdî bila ew ebdîyê bikin Rebbê Vî Beytê ra
106 - 4) Ewe têrkir we ji birçîtîyê û emînkir we ji tirse

Wateya Fireh Kurdî edit

106 - 1) Ji ber derfet daye Qureyşîyan
106 - 2) Ku derfeta rêwîtîya zivistanê û havînê da wan
106 - 3) Êdî bila Rebbê Vî Malê yanê Rebbê Kabeyê bihebînin
106 - 4) Ewe rojên xelayê da xwarin daye we û we ji birçîtîyê xelas kirîye û dîsa Ewe ku we ji tirsê ewle kîrîye

Çavkanî edit

https://watedar.com/

Sûreyê Din edit

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî
Wateya Qurana Pîroz