92 Sureya Leyl an Ferkera Şev

Wateya Herî Kurdî edit

92 - 1) Sond li şevê gava herderê dagirt
92 - 2) Û rojê gava derket holê
92 - 3) Û tiştên nêr û mê çêkirîye
92 - 4) Bi rastî jî keda we cûr bi cûre
92 - 5) Êdî kî bide û xwe biparêze
92 - 6) Û tiştê xweş piştrast bike
92 - 7) Piştê wan Em ê hêla hêsanîyê ji wî ra hêsan bikin
92 - 8) Û kî jî çikûsî bike û xwe têra xwe bibîne
92 - 9) Û tiştê xweş biderewîne
92 - 10) Piştê wan êca Em ê jî ji wî ra ji hêla dijwarîyê hêsan bikin
92 - 11) Û gava ew kete wî dijwarîyê êdî malê wî jî wî rizgar nake
92 - 12) Bi rastî rêya rast li cem Me ye
92 - 13) Û bi rastî dawî jî û berî jî li cem Me ye
92 - 14) Êdî Min we hişyar kir ji agirêkî çirîsk dide
92 - 15) Ji kesên herî nebaş pêştir tu kes nakeve nav wî
92 - 16) Ew kese ku diderewîne û rûyê xwe jê dizivirîne
92 - 17) Lê kesê xwe parastî ji wî têne dûr kirin
92 - 18) Ew kesê malê xwe dide xwe paqij dike
92 - 19) Û ew ji tû kesê tû qencîyan naxwaze
92 - 20) Tenê dixwaze bighîje rûmet dayîna Rebbê xwe yê herî bilind
92 - 21) Û di demekî nêzikda ew tê bigihe daxwaza xwe

Wateya Nêzî Kurdî edit

92 - 1) Û şevê vextê derdorê dorpêç kir
92 - 2) Û rojê vextê xuya kir
92 - 3) Û tiştê nêr û mê xuliqandîye
92 - 4) Bi rastî xebata we cûr bi cûre
92 - 5) Êdî kî bide û teqva bike
92 - 6) Û qebûl bike tiştê xweş
92 - 7) Paşê em ê hêla hêsanîyê ji wî ra bi hêsan bikin
92 - 8) Û kî jî bexî bike û xwe bêkêmasî bibîne
92 - 9) Û bikezibîne tiştê xweş
92 - 10) Paşê em ê hêla zehmetîyê ji wî ra hêsan bikin
92 - 11) Û êdî nikare xelas ke malê wî, wî gava ew ket
92 - 12) Bi rastî rêya rast ser me ye
92 - 13) Û bi rastî axîret jî û ewil jî li cem me ye
92 - 14) Êdî min we înzar kir ji narekî çirîsk dide
92 - 15) Ji xeynî kesê herî eşqîya tu kes nakeve nav wî
92 - 16) Ew kese ku tekzîb dike û rû jê badide
92 - 17) Lê belê kesê xwedî teqva tê bête ji wî dûr kirin
92 - 18) Ew kesê di rêya xwedê da malê xwe dide û xwe paqij dike
92 - 19) Û ew ji tû kesê ji nîmetan bedêl naxwaze
92 - 20) Ji xeynî gihaştina vecha rebbê xwe yê herî bilind
92 - 21) Û di demekî nêzikda ew tê bigihe miradê xwe

Wateya Fireh Kurdî edit

92 - 1) Sond li şevê gava wek perdeyekî rûyê erdê girt
92 - 2) Û rojê gava bi ronahîya xwe derkete holê
92 - 3) Û ew hêza ku tiştên nêr û mê afirandîye
92 - 4) Bi rastî keda we û kara we ne wekheve
92 - 5) Êdî kî ji we di rêya xwedê da bide û xwe ji nebaşîyan biparêze
92 - 6) Û piştgirîyê bide tiştê herî xweş
92 - 7) Vêca em ê jî hêla hêsanîyê ve ji wî ra hêsan bikin
92 - 8) Û kî ji we jî çikûsî bike û xwe ne hewcedarê ti tiştê yanê bêkêmasî bibîne
92 - 9) Û biderewîne tiştê herî xweş
92 - 10) Vêca em ê jî hêla zorîyê ji wî ra hêsan bikin
92 - 11) Û gava ew kete nava wî zorîyê êdî malê wî jî nikare wî xelas bike
92 - 12) Bizanibin ku rêya rast li cem me ye
92 - 13) Û dîsa bizanibin ku axîret (dawî ,piştê niha) jî ewil (berî niha) jî di destê me daye
92 - 14) Êdî min we hesand ji agirêkî wusaye ku pêt bi pêt çirîsk dide derdorê xwe
92 - 15) Ji kesên herî xirab pêştir tu kes naçe nav wî agirê
92 - 16) Ew kese ku rastîyê diderewîne û rûyê xwe jê dizivirîne
92 - 17) Lê belê ew kesê ku xwe parastîye ew tê bêne ji wî dûr kirin
92 - 18) Ew kesê ku ji bo xwe paqij bike malê xwe rêya xwedê da dide
92 - 19) Û ew ji bo tû qencîyan ji tû kesê bedêlê qencîyan naxwaze
92 - 20) Tenê hevîdarê nirx dayîna rebbê xwe yê herî bilind e
92 - 21) Û di demekî nêzikda ew tê bigihe miraz û armancên xwe

Çavkanî edit

https://watedar.com/

Sûreyê Din edit

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî

Wateya Qurana Pîroz