93 Sureya Duha an Ferkera Ronahîya Sibê

Wateya Herî Kurdî edit

93 - 1) Sond li ronahîya sibê
93 - 2) Û şevê gava bêdeng û aram bû
93 - 3) Rebbê te ne te hiştîye û ne jî ji te xeyidîye
93 - 4) Û dawî jî ji bo te ji rewşa berî qenctire
93 - 5) Û di demekî nêzda rebbê te bide te û tu jî jê razî bibî
93 - 6) Ma tu sêwî bû wî te sitar nekir
93 - 7) Û tu rêwinda bû wî te negihande rêya rast
93 - 8) Û tu hewcedar bû wî te dewlemend nekir
93 - 9) Êdî nebî zorî bikî li sêwîyan
93 - 10) Û nebî nebî kesên pirsan dike bixeyîdînî
93 - 11) Êdî tu bi qencîya rebbê xwe tiştên xweşik bêje û bêje

Wateya Nêzî Kurdî edit

93 - 1) Û ronahîya sibê
93 - 2) Û şevê gava bêdeng bû
93 - 3) Rebbê te ne te terk kirîye û ne jî ji te enirîye
93 - 4) Û axir ji bo te ji ewil xêrtire
93 - 5) Û di demekî nêzda rebbê te bide te tu jî jê razî bibî
93 - 6) Ma wî te êtîmekî nedîtibû û nehewandîbû
93 - 7) Û te nav delaletê da nedîtibû û negihandibû hîdayetê
93 - 8) Û te xizan nedîtibû û te nekiribû zengîn
93 - 9) Êdî nebî xwe ji êtîman biqehirînî
93 - 10) Û pirskeran ji xwe dûr bixî
93 - 11) Û lê belê nîmeta rebbê xwe êdî bêje û bêje

Wateya Fireh Kurdî edit

93 - 1) Sond li ronahîya sibê
93 - 2) Û şevê gava bêdengî û aramîya wî her derê dagirt
93 - 3) Rebbê te ne dev ji te berdaye û ne jî behna wî ji te teng bûye
93 - 4) Bê guman dawîya te ji berî te (piştê niha ji berî niha) qenctire
93 - 5) Û di demekî nêzikda tê rebbê te bide te û tu jî jê kefxweş bibî
93 - 6) Ma wî te sêwîyekî nedîtibû û nesitirandîbû
93 - 7) Û te rêşaşkirî nedîtibû û negihandibû rêya rast
93 - 8) Û te hewcedar nedîtibû û te nekiribû dewlemend
93 - 9) Ji ber vê yekê êdî nebî nebî li bêdêbavan zorî bikî
93 - 10) Û nebî kesên ku tiştan ji te pirs kir wan bi bersivê hişk bi êşînî û ji xwe dûr bixî
93 - 11) Tu êdî bi saya qencîya rebbê xwe tiştên xweş bêje ji wan ra

Çavkanî edit

https://watedar.com/

Sûreyê Din edit

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî

Wateya Qurana Pîroz