94 Sureya Înşîrah an Ferkera Firehî

Wateya Herî Kurdî edit

94 - 1) Me singa te fireh nekir
94 - 2) Û barê te ser te rakir
94 - 3) Ku wî giranî dikir pişta te
94 - 4) Û bilind kir bîranîna te
94 - 5) Elbet bi her dijwarîyê ra hêsanî heye
94 - 6) Bi rastî jî bi her dijwarîyê ra hêsanî heye
94 - 7) Êdî gava tu vala bimînî zû dest pê karekî din bike
94 - 8) Û tenê ji rebbê xwe hêvî bike

Wateya Nêzî Kurdî edit

94 - 1) Me ji bo te singa te fireh nekir
94 - 2) Û me barê te sivik kir
94 - 3) Ewe ku giranî dikir pişta te
94 - 4) Û me bilind kir zikra te ji bo te
94 - 5) Êdî bi rastî bi her zehmetîyê ra rehetî heye
94 - 6) Bi rastî bi her zehmetîyê ra rehetî heye
94 - 7) Êdî vextê tu vala bimînî zû dest pê karekî bike
94 - 8) Û tenê li rebbê xwe rexbet bike

Wateya Fireh Kurdî edit

94 - 1) Me ji bo te singa te (dilê te, behna te) fireh nekir
94 - 2) Û barê te ser te hilanî
94 - 3) Ew bî ku giranî dikir pişta te
94 - 4) Û me bibîranîna te (zikra te) bilind kir
94 - 5) Bêguman her zorîyê ra hêsanî heye
94 - 6) Bi rastî her zorîyê ra hêsanî heye
94 - 7) Gava tu vala bimînî zû dest pê karekî din bike
94 - 8) Û hemû hêvî û daxwazên xwe tenê ji rebbê xwe bike

Çavkanî edit

https://watedar.com/

Sûreyê Din edit

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî

Wateya Qurana Pîroz