95 Sureya Tîn an Ferkera Hejîr

Wateya Herî Kurdî edit

95 - 1) Û hejîr û zeytûn
95 - 2) Û çiyayê sînayê
95 - 3) Û vî bajaroka ewle
95 - 4) Bi rastî me mirov ser awayekî herî baş afirand
95 - 5) Paşê wî daxist binê binan
95 - 6) Lê kesên bawerî anîne û karên qenc kirine ne têda edî ji bo wan xelatekî bê dawî heye
95 - 7) Êdî çi piştê wî dînê dide derewandin bi te
95 - 8) Ma xweda serwerê serweran nîne?

Wateya Nêzî Kurdî edit

95 - 1) Sond li hejîrê sond li zeytûnê
95 - 2) Sond li çîyayê sînayê
95 - 3) Sond li vî beldeya emîn
95 - 4) Bi rastî me mirov ser şikilekî herî rind xûliqand
95 - 5) Paşê vî vegerand xwarê xwaran
95 - 6) Xeynê wan kesê ku îman anîne û emelê salih kirine ji bo wan ecrekî xeyrî memnun heye
95 - 7) Lêbele çi piştê wî dînê dide kezibandin bi te
95 - 8) Ma ellah hakimê hakiman nîne?

Wateya Fireh Kurdî edit

95 - 1) Sond li hejîr û zeytûnê
95 - 2) Sond li çîyayê sînayê
95 - 3) Sond li vî bajara ewledar
95 - 4) Bi rastî jî me mirov ser şêwazekî herî qenc çêkir
95 - 5) Paşê vî avetîye jêrê jêran
95 - 6) Lê ew kesên bawerî anîne û karên qenc kirine ne têda ji bo wan xelatekî bêdawî û bêhempa heye
95 - 7) Paşî ra ew çîye bi te dide derewandin vî dînê
95 - 8) Qê xweda serwerê serweran nîne?

Çavkanî edit

https://watedar.com/

Sûreyê Din edit

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî

Wateya Qurana Pîroz