99 Sureya Zelzele an Ferkera Erdhej

Wateya Herî Kurdî edit

99 - 1) Gava erd hejandina wî ê bê hejandin
99 - 2) Û erd ê derîne barê xwe
99 - 3) Û mirov ê bibêje çi dibe bi wî
99 - 4) Ew roj erd tê behsa agahîyên xwe bike
99 - 5) Lewra rebbê te sirûş kirîye li wî
99 - 6) Ew roj mirov tê paşve bizivire beş bi beş ji bo dîtina kirinên xwe
99 - 7) Edî her kî qasî piçekî ji xêrê kar kiribe tê wî bibîne
99 - 8) Û her kî jî qasî piçekî xirabî kar kiribe tê wî bibîne

Wateya Nêzî Kurdî edit

99 - 1) Vextê erd ê bê hejandin bi hejandina xwe
99 - 2) Û erd ê derîne barê xwe
99 - 3) Û însan ê bibêje çi bûye bi erdê
99 - 4) Ew roj erd tê qala xeberên xwe bike
99 - 5) Lewra rebbê te wehî kirîye li wî
99 - 6) Ew roj însan ref bi ref tê paşve bizivire ji bo dîtina emelên xwe
99 - 7) Edî kî misqalê zerreyê xêr emel kiribe tê wî bibîne
99 - 8) Û kî jî misqalê zerreyê şer emel kiribe tê wî bibîne

Wateya Fireh Kurdî edit

99 - 1) Gava erd bi erdhejekî bê hejandin
99 - 2) Û erd ê barê xwe derîne
99 - 3) Û mirov tê ê bibêje ka çi dibe bi erdê
99 - 4) Di vî rojê da erd qal bike hemû agahîyên kû ser wî qewimîye
99 - 5) Ji ber ku rebbê te wehî kirîye wî
99 - 6) Di vî rojê da tê vegere mirov kom bi kom ji bo dîtina kedên xwe
99 - 7) Ewçax kî bi qasî kêmê kêman jî qencîyekî kiribe tê wî bibîne
99 - 8) Û her kî jî bi qasî kêmê kêman neqencî kiribe tê wî bibîne

Çavkanî edit

https://watedar.com/

Sûreyê Din edit

Qurana Pîroz Erebî Kurdî ya Latînî

Wateya Qurana Pîroz