Aşiq û Maşûq
Aşiq:
Sed tehiyyat û selamê padîşahê la yezal
Her mukerrer bin peyapey zêde lê enber-şemîm
Saf û rewşentir ji cer’a kaseya xemra helal
Ermexanê hedretê can bexşê dildarê kerîm
Maşûq:
Hem selamê canfîzayê padişahê qudretê
Pertera wechê te lê bit dem bi dem her saetê
Zulfê şeb-reng im şemîma mişkê tatarê de tê
Bit li canê aşiqê min her sehergeh ba nesîm
Aşiq:
Dilberê hatim bi zarî payê dîwanê refî
Ba dil û sergeşte û çeşmê terr û sewtê xeşî
Sed niyazê min temaşa kim demê husnê bedî
Bendeê siltanê xuban im, ta ji ezmanê qedîm
Maşûq:
Nik me m’elûm e, esîrê bêkeş ê aşiq li min
Bêumîd î, xeyrî min zanim ji însan û ji cinn
Rengê min weslek bida te bêdilê hesret mezin
Lê reqîp guhdarê ser me şubhê Şeytanê recîm
Aşiq:
Bûm hilak ez hicra cansozê te yarim, eî-eman
Şubhê kohê Qaf e qelbê min ji ber derd û xeman
Ah û feryadan dikêşim ey nîgar im her zeman
Şu’leya hîcra te sotim bêhtir ez narê cehîm
Maşûq:
Bes tezellum ke ji destê firqetê pur derd û xem
Ateşek berda dilê min te ji kelamê ba elem
Wextê şefqet kim li te zulfan vekim şubhê ‘elem
Narê Nemrûdî bikim ser te wekî baxê ne’îm
Aşiq:
Muntezîr mame di nêv pêta firaqê roz û şeb
Çeşmênêr û guh li rê ye yek bi yek ba ferh û tereb
Kes nehin bi nik me carek ey şehê alînesîb
Her wekî Yûnis di behrê der zikê hûtê `ezîm
Maşûq:
Ger mûyesser bit ji bo me meclisek xelwet-kemal
Kes ji bedxahan nebit hazir li meydanê cemal
Find û fanosan vekim bo te ji zulf û bisk û xal
De tecellî kim li te carek çi Mûsayê Kelîm
Aşiq:
Ez geda me bo tecellî lerze me ber asîtan
Serxweş û pabeste daîm, ey şehê kêşwersitan
Derdê ‘eşqa te li min sed murxîzar û bûsîtan
Hate destê min ji ‘eşqê canê min teb’ê selîm
Maşûq:
Bo te bêjim aşiqê min qenc li nûtqê guh bidêr
‘Eynê iksîr im bi husnê mes dikim teşbîhê zêrr
Rubehek na kes bi wê ‘eşqa me da te ismê şêr
Hem çû Luqman im bi weslê xweş dikim qelbê seqîm
Aşiq:
Sefqe ke siltanê xoban zar û bêzarê te me
Melhem û derman bide dîsa birîndarê te me
Qeyd û zincîr in di zend û pa giriftarê te me
Şahidê şêrîn-suxen bukşa derê lutfa ‘emîm
Maşûq:
Aşiqê min, ger dixwazî wesla dilber bil nesîb
Lazim e bi pêt û agir dil bikî yekser kebîb
Da temaşa kî ji canan işwe û anê ‘ecîb
Safîdil be dil meke derheq nîgarinê ze’îm
Aşiq:
Bû telef ‘emrê ezîz im der firaqê ateşî
Bêkes û zarê te me bes ke li min ev serkeşî
Kewkeba çerxa berin î, hem şeh î hem mehweş î
Paşê pîr bim yan neqil bim dê li ser min bî nedîm
Maşûq:
Bo te qafî kim kelamê, guh bide beyta fesîh
Zanim ez nayête destê min aşiqê çendîn melîh
Abê heywan im bixwo hem nefsê enfasê Mesîh
Dê li te pîrî bedel kim, hey bikim ‘ezmê remîm
Aşiq:
Çi bikim ez Dîcle diçî pêl bi pêl ta milkê Ereb
Lê çi fayde zar û mehrûm im, feqîr im teşneleb
Her ji ber bêkamî yû bêçaregî ker bû kezeb
Nabe carek zû di tirbê ey senem ber min rehîm
Maşûq:
Serxweş û bi yarê nîn e ser te mîsqalek herec
Hem ezîz î nezdê min ez xeyrê xud yan sed derec
Bişnew ez men nukteê es-sebru mîftah-ul ferec
Sebrê kc da bo te tertîb kim îlacê sed hekîm
Aşiq:
Ez dizanim sebr e mîftahê ferec li der beden
Cayê sebrê min nema çi bikim îlacê ey semîn
Muhbet û ‘eşqa te xiste gerdenê dil sed resen
Îltîfat û suhbetek nakî bi wan şevê besîm
Maşuq:
Tên zi her beytek te şêrîn bêhn û bûya nafeya
Lezzeta me’nê didit teşbîhê xemra şûşeya
Nîm e ez bi hub, welê mani’ li min perda heya
Hem reqîbê kafirê bedxahê cessasê nemîm
Aşiq:
Şehsiwarê erseya husnê li min ke şefqetê
Aşîkar e ger nezer nakî bi xef ke rehmetê
Xemze tên şubhê xedengan ketma xewf û xeşyetê
Bendedaran, şahîbazan nakujin seydê herîm
Maşûq:
Xem me xwar seydê qedîm xaneê helqe bikoş
Zulf û bisk û xal dihatin bo te feryad û furoş
Mujde behra şefqeta min ser te hatî pêl û coş
Çend qedem pêş de kerem ke seyr bike lutfa ‘emîm
Aşiq:
Minnet û sed minnet e ber aşiqî bêdil te kir
“Rûhî”yî wa mende ra genca kerem dîsa vekir
Perde avêtî ji ber dêmê, me halê secde kir
Lew di nêv ‘uşşaqê alem, ez bi weslî bûm wesîm
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |