Ahi Ji Destê Wê
Ah-i ji destê wê sirê dil ji meyê hewale kir
Herçi li min kirî Mela cama meya duşale kir
şengê bi naz-i meşşiha misk û zubad-i weşşiha
Rûy ma dibin piyane hêj zêde li min delale kir
çîçek û gul sehergehan nesterenên di xergehan
Têk-i ji misk û mawerê mahê xwinav û jale kir
Dêm-i di bisk û xemriyan ta û lefên di şetriyan
Mane temam-i kesk û sor bedre li dorê hale kir
Dûr-i kirîn ji sinbilan çîçek û bişko û gulan
Dil me ji rengê bilbilan şubhetê dax-i lale kir
Pîrê muxan ji şîşeyê da me sefînekê meyê
şukrê Xwidê ko qulzemek min ji xwe ra qubale kir
Xudrê bi remz û mu'cizê mest-i me dî di dengizê
Hat-i peyaleyek di dest eşkere sed peyale kir
Xunçeleba ji reng gulê dêmê bi sir numa Melê
şubhetê bilbilan seher lew me fixan û nale kir
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |