Bîranîna 23 saliya tomarkirina destana Xwakurk

Bîranîna 23 saliya tomarkirina destana Xwakurk

Hevpeyvîn / Sefer Yusif Mîrxan


Yek ji wan destanên ku Kurd herdem şanaziyê pê dike destana Xwakurk e, ku li 19/07/1988 destpêkir. Li vê destana Pêşmergeyên qehreman wê yekê ji bo dijminan diyarkirin ku pişta xwe bi zarokên xwe ve girêdide û heta negihe bi mafê rewayên xwe herdem dê berdewam bibe. Pêwîste eve jî bê gotin ku serkeftina vê destana pir serweriyê vedigere li ser rola Serok Barzanî ku raste rast li gel Pêşmergeyan li meydana şer de beşdar bû. Li bîranîna 23 saliya vê destanê da me pêwîst zanî li gel "Mihemed Selîm Mizurî" naskirî bi navê "Ebu Rîş"(Bavê Rih) hevpeyvînek saz bikîn, ku Mizurî li destana Xwakurk berpirsê leşkeriyê rêxistina Aras buye û rolekî serekî li vê serkeftinê de dîtiye.

• Li destpêkê de fermandeyê qehreman "Mihemed Selîm Mizurî" di derbarê destana Xwakurk û çawayiya naskirina wî ya bi navê "Ebu Rîş" got:

Ez li destpêka destana Xwakurk min rihê xwe traş nekiribû, ji bo wê yekê bi navê Ebu Rîş hatim naskirin û niha jî her bi wê navê hatime naskirin.

Şoreşa Gulana nîştimanî ku berdewamiya Şoreşa Eylûlê bû, li vê şoreşê da gelek destan hatin tomar kirin. Lê belê dema destana Xwakurk hate encamdan wê demê bû ku şerê di navbera 8 saliya Iraq û Îran ku bi dawî hatibû. Ji bo wê yekê birastî destana Xwakurk destanekî gelek mezin bû. Serok Mesûd Barzanî li vê destanê de biryara mayîn u nemanê da û wiha keremkir: Hemû Pêşmerge û em hemû pêkve dest li nav dest xebatê dikîn û li beramber wê rejîma dirinde radiwestîn û şerê mayîn û nemanê dikîn. Birastî ev destan bi raste rast serokayetiya cenabê Serok Barzanî ku li gel Pêşmerge beşdarî wê destanê kir. Ez wê demê berpirsê leşkeriyê rêxistina Aras bûm. Ferman ji cenabê Serok ve ji bo rêxistina me hat, ku bi Mulazim Yunis gotibû hûn diçine Nazdarî(Cîhek li Xwakurk) ku hêza Hemrîn li wir da ye ku Fermandeyê wê hêzê xwedê jêrazî fermandeyê qehreman Mam Xezalî Mîrxan bû, ku min bi Mam "Xezalî" re got bi vî awayî ferman ji bo me hatiye, êdî ji bo wê yekê mim ji Mam "Xezalî" re got: Gelek başe bila ew Pêşmerge biçin Gader(Rûbareke li Xwakurk) bîhna xwe vedin û her tiştek rû da bila me agahdar bikin. Eve nêzîkî 7 roj nebû ku me daxwaz kir, ku dijmin hêzekî mezin anî bû bo mîlletê Kurdistanê û hatin piştî Şêxan. Hêza dijmin yekcar gelek bû, dijmin çend kemînên ku çendîn Pêşmergeyê şoreşgêr şehîd bûn, li wê demê Zeyîm Elî dihate Nazdardax ku ji wir diçû Şêxan, paşê em li gel Zeyîm Elî li gel rêxistina Aras û 26 ê Gulan û hêza Hemrîn ew jî hatin li gel çend rêxistineke din bi hêza me ve me êrîş kir li ser dijmin û dijmin şikest anî.


• Di derbarê wê hêz û rêxistinên ku li destana Xwakurk de beşdar bûn "Ebu Rîş" got:

Devera Geliyê Reş û bi xwedê jêrazî Dr. Se'îd Ehmed Nadir bi fermandeyê hêza Barzan ve hatibû spartin û ev hêz li 5 rêxistinên ser bi hêza Barzan pêkhatibû. Eniyê Qelender, Pîran, Şîrîn, û Zozik û Birûsk, ku ev rêxistin ser bi hêza Barzan bûn, her wiha li eniya Xirênê da hêzekî xwedê jêrazî fermande Xezalî Mîrxan Jajokî ku Berpirsê Hêza Hemrîn bû ku serpereştiya wê dikir, rêxistinên din hinek ji rêxistinên me li gel rêxistinên Hemrîn da bûn û li aliyê navîn da, hêzekî din hebûn wekî (Leqên 2 û 3 û 4 û koma Hemîd Efendî û Qadir Qadir û hêza Aware û hêzên 16 ê Eb(Tebax) ku ji çend xwendekar û xort û jinan pêkhatibûn ku parastina netewî pêkanîbûn, ku wan jî dewra xwe dîtin, ku birastî ew her yek ji wan hêzên ku bûn ku min balkişandibû ser eniyên Xwakurk da hatibûn beş kirin û hemû parastina xwe dikirin wekî Pêşmergeyê Partî û Barzanî karîn parastina xwe bikin ku ew destana mezin mezintirîn serkeftinê bi dest anîn.

• Di derbarê rola cenabê Serok Barzanî ya li destana Xwakurk da Mam "Ebu Rîş" got:

Birastî dikari bibêjim serkeftina destana Xwakurk vedigere li ser rola cenabê Serok Barzanî. Ji ber ku Serok Barzanî bi xwe raste rast li nav senger û eniyê û li nav qada xebatê da bû. Eve jî hêviyeke mezin dida Pêşmergeyên qehreman, her li wê eniyê de û pêşhatekî din de û biryara şerê mayîn û nemanî da, Serok Barzanî her li destpêka şerê û heta dawiya yek fîşek jî raste rast beşdarî û serpereştiya wê destanê kir şan bi şanî Pêşmergeyên qehremanên Partî û Barzanî, me Pêşmergeyan tu tirs nebû, ku birçî û tîhn, şehîd û birîndar dibûn. Pêşmergeyên qehremanên Partî û Barzanî li destana Xwakurk zêdetirê dijminan û çendîn yekîneya (fewcê) rejîma Be'es ku li Xwakurk hebû gelek bi dîl hatin girtin û tarumar kirin.

• Di derbarê Pêşmergeyên qehremanên Partî û Barzanî û penaberên koçberên Kurdistanê yên ji Îranê ji bo beşdarî li berxwedana li destana Xwakurk da bikin Mam "Ebu Rîş "got:

Serok Barzanî her li destpêka destanê heta dawiya destanê hemû demek pêwendî li gel Pêşmerge da hebû û rênîşandana wî ya ji bo Pêşmerge bandoreke xwe ya gelek mezin hebû. Li nav destanê de hal û rewşa me dipirsî. Serok Mesûd Barzanî piştî serkeftinê dîsa pîrozbahiyê li me dikir û wiha keremkir: Hingî giraniya çiyayan şeref li ser serê we dibarê, hingî giraniya çiyayên Kurdistanê şeref li we dibarê‌, we îspat kir ku hûn Pêşmergeyên rêbaza Barzanîne, we îspat kir ku hûn birayên xwe yên şehîdin, hûn parastinê li şehîdan dikin, we mizgîniyeke mezin da şehîdan. Birastî ku cenabê Serok Barzanî li gel me Pêşmergeyan diaxaft wêrekiya me zêdetir bilind dibû, ku yekemîn hawara me xwedayê mezin bû, paşê jî Serok Mesûd Barzanî li gel me pêşmergeyan li nava eniyê de têkoşîna mafên Kurdistanê kir ku ji be me mezintirîn hêz bû, ku me didît Pêşmergeyên Partî û Barzanî li vê destanê de serdikeftin. Ewê din hêza aware û bergirî ji berku xwendekar û xort ji awareyê xwendinê da defter û qelemên xwe li mal bi cîh hiştibûn û daxwaza çek dikirin ku wekî Pêşmerge wan jî dixwest bêne nav rêza xebatê. Êdî eve jî serkeftina destana Xwakurk bû. Ewê din ku dayîk û xuşk ew xwendekar û genc yan dayik û xuşka Pêşmerge û yan xêzana Pêşmerge û yan dayik û xuşka wan Pêşmergeyan şehîd buye yan xêzana şehîd ku li sibehî heta şev îş bikin û li gel kar kirinê perwerdekirina zarokan dikirin. Her wiha li gel ewe ku birê pareya ku kar dikirin ji bo Pêşmerge bi nan û cil û berg didan û wan dianîn li nav eniya xebat, ku eve jî bi xwe mezintirîn serkeftina ji bo destana Xwakurk bû. Birastî pêwîste ku li bîranîna vê destanê de rola birayên xwe yên Kurdên Kurdistanê ji bîr nekîn ji ber ku wan jî hevkariya hêsankariyê ji bo me dikirin ku cihê wan li destana Xwakurk diyare.

• Di derbarê îroya Kurdistanê de Mam "Ebu Rîş" got:

Li nav destana Xwakurk cenabê Serok Mesûd Barzanî ku keremkir: Ez bawerim li demeke gelek kêm de gelek tişt rûn dibin û pêvajoya navxweyî de guhertin rû dide û pêvajo bi giştî diguhere. Yan dijmin bi xwe li beramber van cure berxwedanan de neçar dibê bi xwe da biçê. Êdî wiha jî lêhat ku spas ji bo xweda eve bû ku dîtin û nêrînên cenabê Serok Mesûd Barzanî bi cîh hat‌, ez daxwaz li Pêşmergeyên beşdarbuyî ya destana Xwakurk dikim ku her Pêşmergeyê beşdarbuyiya wê destanê yên niha wekî mamostayek bin, ku vê destanê ji bo nifşa îro bibêjin û behsa wê destanê û şoreşên ku Pêşmergeyên Partî û Barzanî çawa bi destxistine, ku wê demê me bi vî awayî şerê mayîn û nemanê dikir.

• Li dawiyê de li bîranîna 23 saliya destana Xwakurk de Mam "Ebu Rîş" got:

Îroya Kurdistanê jî li sayeya berhema xwîna şehîdên Kurdistanê û Pêşmergeyê qehremanên Kurdistanê xwediyê Kurdistanekî azadin bi Serokayetiya Serokê Kurdistanê rêzdar Serok Mesûd Barzanî. Me cenabê Serok Barzanî li Koşka Spî ya Emerîka bi cil û bergê Kurdî dît ku çawa hate pêşwazî kirin, çawa cenabê Serok Barzanî bi cil û bergê Kurdî li destana Xwakurk nêrîn û dîtinên xwe hebû û bi heman awayî li Koşka Spî Emerîka bi heman awayî bû ji bo gelê Kurdistanê. Li dawiyê de hezaran silav li ruhê paqijê şehîdên destana Xwakurk û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê û ser karwana şehîdên Barzaniyê nemir û Kak Îdrîsê herdem bi bîr. Serbilindî ji bo hemû Pêşmergeyên qehremanên rêbaza pîroza Barzaniyê nemir û beşdarvanên destana mezina Xwakurk.

• Têbinî: Ev babet li rojnameya Xebat li hejmara (3828) li (19/07/2011) de hatiye belav kirin.

Wergera ji Soranî Mîrhac Mistefa

Çavkanî edit

http://www.rojevakurd.com/dosya/8031-Branna-saliya-tomarkirina-destana-Xwakurk.html

Strana Şivan Perwer ya bi navê Wa Hatin Pêşmergên me

http://www.youtube.com/watch?v=0dSXoz9pegg&feature=related