Bernameya Kongreya Gelê Kurdistanê 2003
Kongra Gelê Kurdistan (Kongra-Gel) di kongra damezrandina xwe ev bername pejirand.
PÊŞGOTIN
editCîhana me bi sedsala 21an re ketiye serdemeke nû, serdema şaristaniya demokratîk. Bi saya şoreşa zanistî û teknîkê ku bingeha ve serdemê ne, di ware aborî, civakî, siyasî û çandî de guherînên hîmî tên jiyandin. Pêsveçûnên bêhempa ku di warê zanîn û ragihandinê de ten jiyîn û derfetên ku derketin holê, gihîştina her cure zanînê hêsan dike, zanîn ji lukseke ku tenê kesên bijarte û teng bigihinê derandiye, di damezraka raman û helwesta takekes de rê li ber guherînên hîmî vekiriye. Herwiha takakes û civak, ji sînor û qalibên ku serdestên bihêz danîn derbasbûne û derfetên ronahîbûn û zanebûnê bidest xistine. Vê rewşe ji aliye nêrîna li dema bûrî, dema niha û pêşerojê ve, guherînên girîng pekanîne.
Di hemta kadî de asta peşveçûyî ya nû ku derketî holê, dahûrandinên civakê û çînê klasîk, qaliben raman û sîstemên ku li gora vê şêwe girtin ên beriya sedsala 20an, bi derbaskirinê re rûbirû hiştiye. Di encama vê yekê de, sosyalîzma reel ku ne xwedî demokrasî û nirxên mirovatiyê jevdikeve, sîstema kapîtalîst ku kadîbûyî xwe nû kir û ketiya nava hewldanê ku hebûna xwe bidomîne. Emperyalîzma ku dizanîbû êdî bi mêtinkariya klasîk û ya nû qeyranê derbasnake, di bingeha encamên şoreşa zanistî û teknîkê de, serdestiya xwe bi asayên (norm) demokratîk nixûmandine û kapîtalîzme bi rêya nûsaziyan ber bi şaristaniya demokratîk ve diguherîne. Emperyalîzma ku hewl dide di asta kadî de serdestiya sermiyan a nû pêkbîne, pêwîst dibîne dewleta netewe, hemû damezrakên teokratîk, monarşîk û olîgarşîk ên ku li pêşya vê yekê asteng derbasbike.
Di dîrokê de cara pêşiye ku di navbera sîstemên serdest û dijberên wê de, di warê mafê mirovan, demokrasî û ekolojîk de konsensusek çêdibe. Digel ku hêzeke wê ya sepandina ku bi sînor jî heye, lê dîsa raya giştî ku çiqa diçe bandora wê zede dibe, hemû hêzên civakî mecbûrî konsensusên bingehîn dike.
Destlêwerdana di kesayetiya Iraqê de ya DYA û Îngiltere ku li Rojhilata Navîn kirin, xeleka pêvajoya vê bûyerî ya herî girîng e.
Rejîmên li Rojhilata Navîn ên teokratîk, olîgarşîk û otokratîk, damezraka bîrûbaweriya neteweperest û olî yên teng û bawerhişk ku hîmên wan ên dîrokî pir kûr, li qasî ku li pêşya pêşveçûna azadiya gelan a demokratîk astengin, hewqasî jî ji aliyê sermiyanê navneteweyî û serdestiya empryalîst ve de rewşa astengên ku pêwîste werin derbaskirin de ne. Rejimên Rojhilata Navîn ku bi dînamîken hundirîn behreya guherîn û veguherîneke demokratîk nîşan nadin, bi destlêwerdana dînamîkên derveyî ketine pêvajoyeke wiha. Encama vê destlêwerdanê demeke nû ku di hemta cîhanê de hîkarîker bibe dide destpêkirin û rê li ber pêşveçûna hêzên demokratîk jî vedike.
Rewşa nû, li herêmê di navbera hêzên alîgirê guherînê û hêzên statukoparêz de, têkoşîneke berfireh û sift derandiye holê. Pirsgirêka kurd a li herêmê herî kevin ku nehatiye çareserkirin û di vî babetî de têkoşîna kurd a neteweyî û demokratîkku derketî holê, di van bûyerên ku li herêmê peşketin de him xwedî roleke hîkarîker e, him jî bi awayek hişk bandorê jê digire. Pêvajoya guherînê ya li herêmê, li qasî ku derfetên çareseriya pirsgirêka kurd zêde kirine, rola wî ya stratejîk a di veavakirina herêmê de jî derandiye holê.
Di serdema şaristaniya demokratîk de, siyaseta demokratîk a aştîxwaz û şêwaza tekoşîna ku zimanê çareseriya pirsgirêkane, di çareseriya pirsgirêkên herêmê de jî rêya bingehe ku mirov pêbawer be. Di serî de pirsgirêka kurd, pirsgirekên herêmê yên neteweyî, civakî, etnîk û baweriyê, bi nezîkayî û polîtîkayên neteweperestî, çînî, olî yên bawerhişk çareser nabin. Derketiye holê ku bi taybetî di sedsala 20an de, ev polîtîka û rêbazên ku bi awayek sift hatine ceribandin, pirsgirêk çareser nekirine lê berevajî vê girantir kirine. Herwiha israra di van polîtîkayan de, israra di neçareserkirinê de ye. Nexasim dema pirsgirêka kurd ku bûye pirsgirêka herêmê û qada navneteweyî dibe mijara xeberdanê, ev heêtir girîngiyê bi xwe re tîne.
Veavakirina Rojhilata Navîn a demokratîk, heta ku çareseriya pirsgirêka kurd di bingeha yekîtiyeke azad a demokratîk de çareser nebe, ne gengaz e. Heta ku Rojhilateke Navîn a demokratîk jî neyê afirandin, ji çareseriya pirsgirêka kurd, serkeftin û ewlekariya wê jî nayê xeberdan. Gelê kurd ku di pêvajoya dîrokê de ji şidet û hejariyê lawaz mayî û heta bi şaneyê (hucre) xwe perçe bûyî, encex di nava giyan û bîrûbaweriya demokrasiyê de were ser xwe. Bibe xwedî hêz û di nava gelên bira de bibe çavkaniyeke hêzê. Gelê kurd ê demokratîkbûyî, dê were wateya demokratîkbûna gelê tirk, ereb, faris, asûrî, ermenî, tirkmen azerî û cihû jî. Ev rewş, herî bêtir hêzên demokratîk ên kurd berpirsiyar dike ku çareseriyên rast hilberînin û wan pêkbînin. Ji ber vê sedemê, bi bernameyeke demokratîk û têgihîneke siyasetê ya berfireh ku berjewendiyên teng ên malbatî, çînî, neteweyî, rêxistinî û dewletî derbas bike û dest bavêje pirsgirêkan çareser bike, ya herî rast û xwedî şense ku bi ser bi keve.
Taybetiyên demokrasiya hemdem ê bingehîn û pêşveçûna wê, bûyerên nû ku li herêma me tên jiyandin û daneheva hereketa kurd a demokratîk a sîh salan, em bi peywira veavakirina bernameyeke nû û rêxistiniya bingehîn re rûbirû anîne. Bi bernameyên ku berjewendiyên çîn û netewe yên teng formule dikin û bi damezrakên rêxistinan ku li gor vê yekê şêwe girtin, çareseriyên demokratîk ên berfireh pêknayên. Ev bernameya ku derbaskirina hemû damezrakên siyasî yên bi armanca hilweşandin û avakirina dewletê derketin holê, demokratîkkirina dewlet û civakê, çareserkirina nakokiya netewe, civak û zayend, jiyandina mirov a bi xwezayê re di nava aştî û ahengî de, di nimûnaka civaka demokratîk û ekolojîk de gengaz dibîne, em ji bo gelê xwe û mirovatiyêweke qezenceke girîng dibînin.
BEŞA YEKEM
Dîroka Şaristaniyê
editPêşveçûniya Şaristaniyê
editKetina şaristaniyê, bi serdema neolîtîk a ku bi jiyana komunal a hoveber tê binavkirin dest pê dike. Civaka neolîtîk ku demeke dirêj a dîroka şaristaniyê digire, li qada ku hewzê Dîcle û Ferad û çiyarêzên Toros û Zaxros hevûdin qut dikin, pêşvediçe. Ji ber qada ku şaristanî afirandiya, di dîroke de navê vê herêmê Hîvika Zêr e.
Civaka Neolîtîk, weke civakeke gund, li ser kedîkirina ajalan û çandiniya ku şoreşa mirov a yekemîn û herî mezine pêşvediçe. Taybetiya vê serdemê ya bingehîn eve ku daykaniya li dora jinê şêwegirtî û jina di jiyanê de rola herî mezin leyîstî, kirine xwedawend. Civak bi şêweya bavikan bi sazûmaneke hevpar a xwedanî dijî. Beşên zimen ên di dîrokê de di vê serdemê de çêdibin û jev vediqetin.
Teknîk û pêşveçûna ramanî ku bikaranîna kanê (maden) ew afirandî, rê li ber hilberînê û berhema zêdek vedike. Levdana serdestiyê ya li ser berhema zêdek, çînçînîbûna civakê û şaristaniya civaka bi çîn diderîne holê.
Koletiya ku şaristaniya civaka bi çîn a pêşiye, bi kolekirina mirov û anîna wî ya rewşa xwedaniyê (milkiyet) ve girêdayî ye. Amura hilberînê ya herî berhemdar mirov bixwe ye. Di vê serdema ku daykanî hatî derbaskirin û bavkanî bi temamî serdest bûyî de, jin hêz û pêşveçûna xwe ya ku di neolîtîkê de bidestxistî winda dike û dikeve rewşeke ji kole paşvetir.
Saristaniya koledar, digel çandinî û ajaldariyê bi pêşketina pîşekarî û bazirganiyê, bingeha xwe ya aborî bi hêz dike. Êdî têkilî bi çewsandin û mijokatiyê ve girêdayîne. Piştî veqetîna kûr ku civak bi şêweya yên rêvebir û yên tên rêvebirin bûyî du beş, li derdora reveberan bajar pêşvediçe. Ev çêbûna ku di dîroka mirovatiyê de yekem car pêkhat, di hişê civak û mirovan de rê li ber guherînên kûr vedike. Mîtolojiyên ku koletiyê pîroz dikin û efendyan mîna xweda-qeranan bilind dikin, tên afirandin. Dema ku erxwedana koleyan û komên ne dixwestin bibin kole bi pêşveçûna raman û hêza xebatê re bû yek, pêvajoya derbaskirina şaristaniya koledar û pêşveçûna şaristaniya feodal destpêdike.
Di şaristaniya feodal de jî keda bi axê ve girêdayî, dîsa keda ku herî bêtir berhema zêdek dide ye. Têkiliya efendî kole ya di koledariyê de, cîhe xwe dide têkiliya derebeg û gundî. Di statuya jinê ya koletiyê de guherîneke girînga erênî çênabe. Taybetiya şaristaniya feodal a bingehîn, xwedîbûnê hêza bîrdoziya mezin e. Ola ku mîtolojî û felsefe ji xwe re kirî suxrevan, mirov û civakê ji her alî ve dorpêç dike. Di bin têgîna xwedayê yekta û teqez de, rejîma çînbûn û qerantiyê tê pîrozwerkirin. Di serî de xiristiyantî û îslamtî, olên ku nasnameyên bîrdoziyiya serdest ên serdemê, herçiqas ku di serî de sazûmana derebegîtiyê afirandibin jî, rê li ber emperetoriyên mezin vekirine.
Bandeva şaristaniya civaka bi çîn, sîstema şaristaniya kapîtalîst e. Digel ku şaristaniyên neolîtîk, koledar û feodal li Rojhilata Navîn derketine holê û ji vira belav bûne, yekem car şaristaniya kapîtalîst li Ewropa derdikeve holê û belav dibe.
Şaristaniya kapîtalîst, teknîka motorê û Ronesansa ku ronahîbûneke mezin afirandî, li ser felsefeya zanistî û takekesperstiyê şêwe digire. Di kapîtalîzmê de şoreşa pîşesaziyê ku bi hilberîna kargehan (fabrîka) ve girêdayî, piştî şoreşa neolîtîkê di dîrokê de duyemîn şoreşa mezin e. mijokatiya nirxê zêdek dikeve dewsa mijokatiya berhema zêdek. Nakokiya ked û sermiyan ku kûr bûyî, xwe weke nakokiya karker û karsaz li jiyana civakî û siyasî vedide. Di bingeha hilberîna kapîtalîst de yekîtiya bazarê ku derketî holê, rê li ber gelan ku bibin netewe û çêbûna dewletên netewe vedike. Şoreşa Fransa ya 1789an destpêka vê pêvajoyê ye. Neteweperestî weke nasnameya bîrdoziyî ya vê pêşveçûnê şêwe digire.
Pêncîh salên dawiya sedsala 19an, ji aliyê pêşveçûna şaristaniya kapîtalîst ve, taybetiyên nû nîşan dide. Di beşên cihêreng ên hilberîna sift bûyî de, gemerdanbûn (yekdestîbûn) derdikeve holê. Berberiya (rekabet) di navbera gemerdanan de, nakokî û şerê di navbera dewletên emperyalîst de kûrtir dike. Şerê cîhanê yekemîn ku dema di navbera 1914 û 1918an de werdigire, encama ve pêşveçûnê ye. Şer bi têkçûna Elmanya û pêkhatina şoreşa Hirûs a 1917an bi encam dibe.
Elmanya ku encamên şer napejirîne, weke rêbaza nû ku qeyranê derbas bike û kapîtalîzmê restore bike, berê xwe dide faşîzmê û dibe sedema şerê cîhanê yê duyemîn.
Şerê cîhanê yê duyemîn ku di navbera salên 1939 û 1945an de hatî jiyandin û herî xerabker, bi têkçûna aliyê faşîst ku elmanya serkêşê wê bû û bi serkeftina eniya demokrasî ku ji aliyê DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka) YS (Yekîtiya Sovyetan) û Îngiltere ve dihat holê, bi encam dibe.
Piştî şerê cîhanê yê duyemîn, serkêşiya kapîtalîzmê dikeve destê DYA.
Dabeşbûna Rojhilat û Rojava ya bi şêweya du blokan û têkoşîna wan, di tevaya cîhanê de bandora xwe nîşan dide. Demeke nû ku bi şerê sar dihat bi navkirin, têkoşîneke nû ya di navbera cemsereyan de dide destpêkirin. Berberiya bêsînor û pêşbaziya biçekbûna nukleer ku di navbera sîstemên dijber de dihat meşandin, teraza nukleer ya erjeng ku gef li tevaya mirovatiyê dikir afirand. Pîşezazbûna ji sincê zanist û venêrana wê bêpar ku rê li ber xerakirina xwezayê û qirejbûna hawîr vekirî, dibe pirsgirêka serdemê ya herî bingehîn. Ev bûyer rê li ber kilîtbûna sîsteman a di navbera hev de vedike. Yekîtiya Sovyetan ku niçika vê kilîtbûnê ya herî hişk bû, ji ber ku di guherîn û veguherîna xwe de biserneket, ev pêvajo di salên 1990an de bi jevketina sîstema sosyalîst bi encam bû.
Jevketina sosyalîzma reel ku di sedsala 20an de li tevaya cîhanê hebûna xwe nîşan da û li hember kapîtalîzmê di angaşta alternatîfbûnê de bû, bi hindikayî li qasî dema ku hatibû damezrandin encamên girîng derandin holê.
Têkçûna sosyalîzma reel ku nebû şaristaniyeke alternatîf, ji destlêwerdaneke derve bêtir ji ber pirsgirêkên hundirîn bû.
Digel ku di angaşta zanistî de bû jî, ji aliyê felsefî ve daringperestiya (materyalîzm) bêteşe, ji aliyê ramanî ve dogmatîzm û utopyaperestî derbasnekiriye.
Şaşîtiya herî mezin di nêzîkayiya xwe ya çêbûna dewletê de jiyaye, digel ku hinek guherînên şêweyî çêkirine jî, weke amûra dîktatortî û çewsandinê erk û derûna dewletê parastiye. Çêbûna bi şêweya dîktatortiya proleterya, ji mekanîzmayeke çewsandinê ya antî demokratîk û serdestiyê wêdetir ne çûye.
Di têkiliyên takekes û civakê de, bi rewişta xwe ya ku takekes nekire ti tişt û bi awayek zêdekarî rê li ber civakîbûnê vekir, bi îdeala afirandina takekesê azad û civaka azad re berevajî bûbû.
Azadbûna jinê ku pîvana bingehîn a azadiyê ye ne hatiye pêkanîn, weke pirsgirêkekê hebûna xwe berdewam kiriye.
Di qada demokrasî, maf û azadiya mirovan a bingehîn de, bi temamî dûrî pîvanên gerdûnî mabû.
Dema em gîhan dawiya sedsala 20an, ne sosyalîzma reel û ne jî emperyalîzma kapîtalîst, di çareserkirina pirsgirêkên mirovatî û yên cîhanê de, biserneketine. Pirsgirekên ku bi şûn xwe ve hiştin, tenê ne pirsgirêkên siyasî û neteweyî ne. Digel bingeheke teknîk û aborî ya ku hemû pirsgirêkên mirovatiyê çareser bike û asteke dewlemendiyê ya pêşketî pêkbîne hebû jî, îstîsmarkirina van pirsgirekên heyîn girantir kiribûn û pirsgirêkên nû derandibûn. Gefa nukleer, qirejbûna hawîr a erjeng, guherîna avhewayê, nexweşiya AIDS, teqîna nifûsê, pirsgirêkên perwerde û tenduristiyê, birçîbûn û xizanî di serê van pirsgirêkan de tên. Sosyalîzma reel berdêla sernekeftinê bi jevketina xwe da, emperyalîzma kapîtalîst jî xwest ku qeyrana kûrbûyî bi nûsaziyan derbas bike. Lêbelê ya ku qezenc kirî, nirxên mirovatiyê û demokrasî ye.
Serdema Şaristaniya Demokratîk
editJi pêncîh salên dawiya sedsala 20an û pêde, şoreşa teknîk a zanistî ku pêkhatî û pêşveçûnên bêhempa yên di qada înformatîk û ragihandinê de, asteke nû ya teknîkê derandine holê. Ev asta teknîkê li qasî ku ahengiyeke bi têkiliyên seresaziyên heyîn û aborî re yên ku beranberî dema dwleta netewe ya kapîtalîzmê tê nîşan nade, nakokiyeke bi wan re jî nîşan dide û zorê li wan dike ku bi xwe re di warê ahengdarbûne de bi guherîne.
Bi vê asta pêşveçûnê ve girêdayî, rewişta nakokiyên civakî jî hatine guhertin.
Nakokiya serdemê ya bingehîn, di plana rojaneyî de xwe bi du şêweyan datîne holê. Ya yekem, nakokiya di navbera xwediyên dewleta netewe yên şoven û temsîlkerên kozmopolît ên sermiyanê kadî de ye; ya duyem jî, nakokiya di navbera van herdu hêzan û hemû gelan de ye.
Şaristaniya demokratîk bi van nakokiyan ve girêdayî pêşvediçe.
Asta pêşveçûna teknîk a zanistî, nirx û hişmendiya mirovatiyê ya ku bilind dibe, di derbasbûna serdema azadiya ya ku bêdewlet, bêsînor, bêçîn, wekhevî, azadî û dadmendî serdest be, merhaleyeke navber îfade dike. Nimûnaka civaka demokratîk û ekolojîk bingeh digire.
Li hember qeyrana sîstema kadî, hereketeke demokratîk û ekolojîk a kadî ji bo mirovatiyê lezgîniyekê qezenc dike. Weke şêweyên têkoşînê, li qasî ku bi dewletê re şer neke hewqasî jî xwedî hemaneke ku neçe ber bi dewletê jî. Ne bi levdana bi dewletê re û hilweşandina wê û ne jî bi dewletê pirsgirêk ten çareserkirin. Berevajî vê, çiqas dewlet hewqasî jî pirsgirêk û çiqas dewletên hindik hewqasî formulên çareseriyê, bêtir rastbînî ye. Rawestina dûrî dewletê, heger ku pêdivî be di xebatên civaka demokratîk û ekolojîk de, ne çûyîna lihevkirineke bi sînor û wêdetir, girîngiyeke mezin e. Lêgerîna demokratîk û ekolojîk a nû, ji çînê mîsoger, netewe û kategoriyên (komên) dewletê hereket nake. Hêviya xwe tenê nagihîne pêşerojê. Xwe bi baweriyeke zûwa ya rabirdû ve jî girênade.
Nimûnaka civaka demokratîk û ekolojîk, di têgihîna siyaseta derî dewletê û demokrasiyê de, nûjeniyên girîng pêdivî dike.
Dema ku em li tiştên li ser navê demokrasiya ku çêbûna bingeh a serdema me tên kirin û tên gotin binêrin, mijarên cidî ku werin rexnekirin û yên girîng ku werin derbaskirin hene. Sepînen herî despot jî ku bi bikaranîna têgîna demokrasiyê hatine kirin, anîna wê ya rewşa amûreke demagojîk û bi qirêjkirina wê, asta hewldanên wan datîne holê. Demokrasiya klasîk ku daxistine berjewendiyên komikek an jî derdoreke teng û hegemonîk, hatiye derbaskirin. Demokrasiya hemdem di tevaya kadî de û bi gihandina terîf û krîterên ku bi konsensuseke hevpar ve girêdayî, dê weke sîstemeke ku hemû beşên civakî himbez bike pêşvebiçe. Ji ber vê yekê jî di têkoşîna demokrasiyê de mijara bingehîn ku em vekin, taybetî û terîfa demokrasiyê ye.
Demokrasiya hemdem, bi çêbûna viyana çîn û koman û temsîla wan ranaweste. Bi rêvebirin û veguherandina teraza hêzên tên perçiqandin û hêzên hegemonîk re jî rûbirû ye.
Dema rewatiyê pêşvedibe li qasî ahengdariya zagonîtiyê, derbaskirina zagonîtiya antî demokratîk jî dike armanc.
Sîstemeke polîtîke ku pirsgirêkên tevaya civake li ber çavan radixe û li çareseriyê digere. Di demokrasiyê de pirsgirêkeke ku neyê çareserkirin tine. Lêbelê tenê bi şertê ku bi felsefeya wê ya bingehîn ve û bi rêzik û bingehên afirîneriya wê ve girêdayî were mayîn, dê hêzeke çareseriyê deyne holê.
Çandeke zanyar a cidî pêwîst dike. Perwerde hemaneke demokrasiyê ya jêneger e. Bi rêbazên fersendperest û demagojîk, weke amûrekê nayê bikaranîn.
Di demokrasiye de pirsgirekên "tabû" tine ne. Heta jehrkuja pirsgirêkên ku weke herî tabû ten dîtin jî demokrasî ye.
Demokrasî weke amûra serdestî û berjewendiya çîn, netewe, yan jî komeke olî nayê nirxandin. Rejîmeke siyasî ye ku her komik xwedî mafê xwe bi azadî îfade bike be. Li nav welat, dewlet an jî komeke ku di terîfa demokrasiyê de lihevneke, li qasî ku çareseriya pirsgirêkan a bi rêbazên demokrasiyê yê zor bin, hewqasî jî dê dorhêlê ji demagojiyeke bêesilker re bihêle.
Naskirina yê din, ji aliyê demokrasiyê ve nêzîkayiyeke hêmanî ya girîng e. Xwe êxistina şûna dewlet û xwedê, derûna hemû nexweşiyên siyasî ye û dê bibe ber bi piçûkdîtina kesên hember û mîna beniyan. Ya rast eve ku yê din ne mîna benî û kesekî bê bandor, weke hêmaneke diyalektîkê yê azad û wekhev bibîne.
Li komên civakî yên weke zayendîtî, jin, zarok, ixtiyar, çîn, ol û terîqetên ku şaristaniya civaka bi çîn êxistine rewşeke ji nav neyê derketin jî, nêzîkayiyeke nû bi heman perspektîfa bîrûbawerî bingeh digire.
Çareseriya civaka demokratîk û ekolojîk, li derî sîstema kapîtalîzmê ya hegemonîk, bêyî ku rêveberiya wê ya dewletê bingeh bigire, bêyî ku bikeve têgînên xefik ên weke çîna li hember çîn, li hember zorê heman zor, bi heman zimanî bersivdayîn û hwd. dikare were pêşvebirin. Azadî, li qasî armancan pêwîst dike amûr jî paqij bin.
Bingehên Pêşveçûna Şaristaniya Demokratîk
editSîstema şaristaniya demokratîk, bi pêşveçûna teknîk a zanistî û ramana zanistî ve girêdayî ye, civaka zanînê bingeh digire.
Damezraka ramana ku di qada bîrdoziyî de ne zanistî, yekperest û bi ya ku şidetê vedihewîne red dike. Derbaskirina qalibên dogmayên olî, neteweperestî, şovenîzm û sosyalîsta reel şert dike.
Şaristaniya demokratîk, dê di rêberiya sosyalîzma demokratîk ku bi zanist, ramana zanistî û felsefeyê ve girêdayî de pêkwere.
b) Polîtîka aborî dê di damezrakeke wisa de be ku, di bingeha ahengiya aborî ya neteweyî û kadî de, peyanperestiya (teşebusperest) taybet û sermiyanê hilberîner teşwîq bike, xwedaniya gelemperî li qasî pêdivî be cîh bigre, bi zagonan pêşiyê li serdestiya gemerdanan bigre, dadmendiya civakî li her alî pêkbîne, li hember xizanî û birçîbûnê berhemdarî û parvekirineke dadî pêkbîne.
c) Yê girîngiyê bide ku hawîreke bijûndar, xweşik, ewlekar ku were jiyandin biafirîne; axê, avê û ajalan biparêze. Dê hişmendiya ekolojî û sincê zanist pêşvebibe, pêşgiriyê li cinawirbûna teknîkê û bizirarbûna ji mirovan re bigire û venêranê pêkbîne.
d) Şoreşa zanistî û teknîkê ya peşveçûyî, veqetîna çînî ya tûj a berê guherandiye. cîhê veqetîna tûj a weke burjûva û proleterya, niha komên pîşe yên cihêreng, jin, ciwan, zarok û ixtiyaran ku beşên civake girtine. Demokratîkbûna civakê dê bi rexistinbûna van hemû beşan û bi tevlîbûneke wan a bi viyana azad çebibe, herwiha di civaka demokratîk û ekolojîk de, ji bilî dewlet û civaka kevneşopî, dê weke qadeke sêyemîn rêxistinbûna civaka şarwer (sivîl) pêşvebiçe.
e) Şaristaniya demokratîk dê li ser azadiya jinê û mafê mirovan bilind bibe. Pirsgirêka jinê, di pêvajoya civaka bi çîn de jina ku li derî jiyanê hatî girtin û niha ji nûve zayîna wê û di jiyana civakî de hatina wê ya rewşa azad, wekhev û rêzdariyê digire nava xwe. Azadbûna jinê ku di vî bingehî de yê pêkwere, ji her alî ve dê bibe pêşevana pêşveçûna azadiya civakî û takekesî û yê azadiyê bide jiyandin. Mafê mirovan ku wesfekî gerdûnî hildigire, weke hêmana şaristaniya demokratîk a bingehîn, yê were parastin û pêşvebirin.
f) Di şaristaniya demokratîk de, rêbaza çareseriya pirsgirêkan ne zor û şidet e. Di bingeha siyaseta demokratîk û lihevkirinê de, çareseriya aştîxwaz bingeh e. Şoreş jî di nav de di her şêwe veguherandina civakî de, rêbazên siyaseta demokratîk pêşikî qezenc kirine. Rêbazên zorê êdî bi avêtina sebeta kerşê (çop) ya dîrokê re rûbirû ne. Rêbazên terora dewletê û yên damezrakên hê di bin re, ji aliyê mirovan ve vebizaviyê dikişînin û li tecrîdê rast tên. Mafên takekes û civakan ên parastina rewa, şêweyên şer û serhildanê jî di nav de cîhê xwe di nava biryarên YN û hiqûqê gerdûnî de digire. Mafê parastina rewa encex di vê çarçoveyê de were bikaranîn.
g) Şaristaniya demokratîk, demokratîkirina dewletê pêwîst dike. Damezraka dewleta kevin a burokratîk û navendî, dê were guherandin û veguherandineke demokratîk, asta rêbazeke ku ahengdariya kar û rol bingeh bigire dê were pêşvebirin. Herî bêtir xebitandin û rêveberiya civaka şarwer dê derkeve pêş. Saziya siyasetê ku yê demokratîk bibe, dê rola pireke di navbera dewlet û civake de bileyîze. Dewleta netewe û sînorên siyasî yên li gora vê hatine xêzkirin ku li pêşya pêşveçûna kadî bûne asteng, dê werin derbaskirin. Di tevaya herêmî û navneteweyî de, yekîtî û saziyên li gor rewişta şaristaniya demokratîk ê pêşvebiçin.
h) Çandên neteweyî û cîgeyî dê bi lezgînî navneteweyî bibin, kadîbûneke çandî dê were jiyandin. Jiyana çandan a di nava cudayî û bandorgirtina hemberî hev de, yê bibe dewlemendiya şaristaniya demokratîk a herî girîng. Pirsgirêkên etnîk û neteweyî, di bingeha vebûneke demokratîk û azadiyên çandî de dê werin çareserkirin, hemû civakên etnîk û neteweyî dê pêşveçûnên xwe yên bi azadî pêkbînin.
i) Şaristaniya demokratîk, derfetê dide hemû baweriyan ku xwe bi awayek azad îfade bikin û pêşvebiçin. Pêşiyê li polîtîkayên cudaker û çewsandina li hember baweriyên takekes û civakan digire. Bi heman şêweyê, vê yekê red dike ku bawerî bibin mijara îstismarên siyasî û werin bikaranîn.
j) Serdema şaristaniya demokratîk, pêvajoyeke ku ji salên 1950an ve destpekiriye. YE ku gavên pêşî ber pê hatine avêtin, digel netêrayiyên xwe û di roja me de hewceyiya nûsaziyên (reform) lezgîn jî, di derawaya sîstemeke ku em bibêjin baskê rastê yê şaristaniya demokratîk de ye. Dema ku em bale bidin şaristaniya kapîtalîst a li Ewropa pêşketî û rewşa xûnifandina wê ya ji aliyê Amerîka Asya, Awustralya û Afrîka ve, Yê bi awayek vekirî were dîtin ku pêşveçûneke şaristanî ya bibe antî teza Ewropa nayê jiyandin. Qada ku Ewropa nexunifandî û û pê re nakik Rojhilata Navîn e. Herwiha potansiyela afirandina şaristaniyeke nû ku yê bibe antîteza Ewropa û xêzkeke çep bingeh bigire, di daneheva çanda dîrokî ya Rojhilata Navîn de heye.
BEŞA DUYEM
Yekîtiya Rojhilata Navîn A Demokratîk
editRojhilata Navîn di derawaya dergûşeke ku şaristanî lê çêbûye û pêşveçûyî de ye. Damezraka wê ya erdnîgarî, Çavkaniyên wê dewlemend ên sererd û binerd, bi daneheva çand û dîroka xwe, di pêşveçûna şaristanî ya nû de berendama bûyîna antîtezê ye.
Sîstema siyasî ya sedsala 20an ku îro hebûna xwe li Rojhilata Navîn dide domandin, bi temamî bi şerê cîhanê yekem ve girêdayî û li gor berjewendiyên têkbirên şer dewletên Ewropa şêwegirtiye. Herwiha ji vedana viyana civakên herêmê pir dûr e. Têkoşîna ku di sedsala 20an de bi şêweya levdana Rojhilat û Rojava hatî jiyandin, bandora xwe herî bêtir li vê herêmê nîşan daye, Civakên Rojhilata Navîn ku dabeşbûne û hatine perçekirin, di nava xwe de û bi hevûdin re ketina nava levdanê û çavkaniyên dewlemendiya wan hatine mêhtin. Rojhilata Navîn, bi pirsgirêkên giran ku nayên çareserkirin, bi rewşa wê ya nakokî û levdan, weke rojeva cîhanê ya yekem berdewam dike.
Di tevaya cîhanê de, di sedsala 21an de ku şaristaniya demokratîk ketiye rewşeke bê alternatîf, rewşa ku Rojhilata Navîn dijî, him bi vê serdemê re û him jî bi dîroka wê ya bi şeml ku şaristanî afirandî re berevajiyeke mezin li ber çavan radixe.
Ev ji aliyê gelên Rojhilata Navîn û pêşveçûna azad a mirovatiyê ve pir girînge ku nakokiya Rojhilata Navîn a bi dîroka wê û serdemê re were çareserkirin, weke antîtezeke rast, rola wê ya di afirandina şaristaniya demokratîk de bête layîzandin.
Rojhilata Navîn, di serî de di qadên civak, siyaset û leşkerî de, di demeke dîrokî ya ji nû veavabûnê re derbas dibe. Bûyerên germ ku li herêmê tên jiyandin, bernameyeke demokratîkbûnê ya lezgîn, rêxistinbûn û têkoşîn weke peywireke paşve neyê avêtin daniye ber hêzên gel. Bêyî em bikevin teqaneke ku di demên bûrî de li pêşerojê bigerin, em pêşveçûnên dîrokî ku statukoya li herêmê dihejînin baş binirxînin, em rêxistina demokratîk û şêweyên têkoşînê bibînin û bisepînin, ji bo serkeftina vê peywira dîrokî şert e.
Nirxandina destlêwerdana DYA ya Iraqê tenê weke ji bo petrol û gelemşeya ewlekariya Îsraelê, nêzîkayiyeke teng e. Weke sîstema cîhane ya hegemonîk, di girêdana hewceyiyên hundirîn û zorlêkirinan de, nirxandina weke destpêka merhaleyeke nû ya bi binyat û domdirêj, rastbînîtir e.
Ev rastiyeke ku li Rojhilata Navîn çebûnên siyasû û leşkerî yên piştî yekemîn şerê cîhanê, tê xwestin ku ji aliyê DYA û Îngiltere ve werin derbaskirin. Çêbûnên siyasî û leşkerî yên di civakên Rojhilata Navîn de ku bi sedsalekê ve girêdayî, bi gelemperî berhemên kapîtalîzmê û bi taybetî jî berhemên emperyalîzma Ingilîzin. Niçilandina çanda Rojava ku dused salin berdewam dike, di merhaleya nû de dixwaze çêbûnên leşkerî û siyasî yên kevin bûyî ku êdî bersivê nadin hewceyiyan belav bike, herêmê ji nû ve bi veavabûneke girêdayî "demokrasi" yê, birêkûpêk bike.
Ev yek ne mijara xeberdanê ye ku çînên kapîtalîst ên hefkar ên herêmê li hember têbikoşin. Hêzên dewletperest ên neteweyî jî heta ku demokratîk nebin, meyla wan a serxwebûnê ku heyî jî ne xwedî şensekî serkeftinê ye. Pêngava DYA û ya Ingilîz, di kesayetiya Iraqê de ji bo hemû damezrakên siyasî û leşkerî weke mînakeke çareseriyê tê pêşkêşkirin, li hemû hêzan ferz dike ku dersên pêdivî ji vê yekê derînin.
Dema ku bi serê xwe were girtin, herçiqas ev nêzîkayî weke ferzkirina teslîmbûnê were dîtin jî, di derûna xwe de derfetekî birfireh ê lihevkirinê vedihewîne. Hêzên herêmê heger ji dêvla ku behreyên xwe yên vê lihevkirinê nîşan bidin, di damezraka xwe ya kevin de israr bikin û şideta hember bisepînin an jî destek bikin, aqûbeta wan ê bibe ya Iraqê.
Edî li herêmê, şensê mijokatiya sedsala 19an û rejîmên qeran û tîranên nû ku weke vebijarkekê biserbikevin, tine ye. Ji bo herêmê, Ewropa ya piştî şerê cîhanê yê duyem û vebijarkeke dmokrasiya mîna welatên Rojhilata Ewropa yên piştî salên 1990an, ji aliyê DYA û hêzên hevgirtî ve rastbînîtir e.
Rewişta çîna burjûva ya demokratîkbûna bi şêwaza Rojava tê zanîn. Tebeqeyên herêmê yên raser bixwe, ji xûnifandina demokrasiyê ya li qasî burjûva jî dûr in. Pêşvenêçûna çareseriyê ya bi hêsanî, ji vê derawaya berbiçav tê. Destlêwerdana DYA encex bikaribe damezraka kevin a siyasî û leşkerî belav û behêz bike. Bê çiqasî demokrasiyê dixwaze li dera han, herî bi erênî encex bikaribe pêşiya demokrasiyê vekirî bihele.
Ji ber derawaya dijî demokratîk a tebeqeyên raser ên herêmê, pêşvebirina vebijarka demokratîk, dê bi têkoşîna hêzên gel gengaz bibe.
Rewişta herêmê ya pir olî, bi mezheb, etnîk û bi damezraken neteweyî ku ketiye nava hev, weke te zanîn ji demokrasiyê re ne nekêrhatiye. Berevajî vê, ev taybetiyên wê dikarin weke nasnameyên binik ên dewlemend ên demokrasiyê jî rol bileyîzin. Demokrasiya bi nasnameyên binik ve girêdayî, dewlemendiyeke ji ya şêwaza Rojava ku bi takekesan ve girêdayî hindiktir nagire nava xwe. Dîrok şahide ku li herêmê nasnameyên binik xwedî rêveberiyeke cihkî ya berfirehin.
Tîbûna gelan a mafe mirovan û demokrasiyê, yekem car di naveroka çînê guherî yê çanda Rojava de be jî, hatina wê ya bi heman daxwazê, nîşan dide ku sentezeke serkeftî dê bikaribe were pêşvebirin. Dînamîkên der û hundir, li qasî ku di ti demên dîrokê de nehatibin dîtin, sîstemeke mafê mirovan û demokratîk a di wesfe şoreşê de li rojevê ferz dike.
Di vê dema ku dîroka Rojhilata Navîn lezgîn bûyî de, sengergirtina stratejîk a hêzên ku pêwîste rola xwe bileyîzin, yê diyar bike ku encam bi kû alîve be. Hêzên stratejîk ên bingeh, li derve hevgirtina DYA û Ingîltere û hêzên ne girîng ê li derî herêmê, li hundir jî Tirkiye, Îran û hêzên Ereb ên belavbûyî ne. Berdana Îsraîl a di nava DYA de, rastir e.
Helwesta Ereb, bi hemû hêza xwe ber bi parastina statukoya sed salên dawî ve ye. Ti misyona dîrokî ku neteweperestiya Ereb bileyîze tine. Bi awayekî sar li demokratîkbûne dinêre. Weke ku di mînaka Sadam de te dîtin, behreya ku di dema xwe de nûsaziyan pêkbînê nîşan nade. Kevneperestiya Îslamê ya kevneşopî, betir tundraw dibe û paşverûtir dibe. Behreya wan tine ku pirsgirêkên bi Îsrael re jî rast fêm bikin û ber bi çareseriyekê ve bibin. Di vê rewşê de encex ferzkirinên ji derve hîkarîker bibin. Ev dibêtiyeke pir lawaze ku ereb bi bernameyeke demokratîk derkevin holê.
Iran ji ber hereketên nûsazîparez ên nava xwe û ji ber rageşiya di navbera xwe û DYA de, ketiye rewşeke bêalî. Bi rewşa xwe ya heyî ketiye nava hewldanê ku hebûna xwe biparêze. Rojeva wê ya herî zêde amadekariyeke ku mîna Iraqê jevnekeve ye. Di dema niha de ji behreyên guherîneke demokrasiyê dûr e. Herwiha ev dibetiyeke mezine ku di nava xwe de kevneperestiyeke hişk bijî.
Tirkiye, digel ku di xêzka DYA û Îsrael de hevalbendeke wan a bihêz ê jî, ev hevalbendî hejijandinekê derbas dike. Sedema bingehîn jî pirsgirêka kurd e. Pirsgireka kurd li qasî ku di ti deman de nehatî dîtin, Tirkiyeyê diêxe nava fikaran. Ev bûyer ji aliyê polîtîkaya Tirkiyeyê ya kurd ve, xwedî taybetiyên ku bandoreke erdhejê bike ye. Polîtîkaya komarê ya kevneşopî, teşwîqa mandelekirina kurd a li niçikên şoven e. Pêşveçûnên der û hundir ên ku li dijî vê yekê werin, weke derbaskirina xêzkên sor an go sedema şer hatine dîtin. Damezraka kurd a federe ku li Başûr derketî holê, her kêlî û her saet zorê li veîtîkayê dike. Xweş diyare ku Tirkiye, li serê diryaneke dîrokî ye. Hemû tişt Tirkiyeyeê ber bi polîtîkayeke kurd a nû ve dibe.
Nêzîkayiya DYA û Îsrael a kurd, ji taktîkbûnê dûr e. Pêşveçûneke dîrokî ya stratejîk, mayînde û çiqa diçe ku temamê kurdan li xwe bide hev e. Di guherîna Rojhilata Navîn de, kurd weke hêzeke sereke tên dîtin û tên amadekirin.
Dema ku damezraka Rojhilata Navîn a dîrokî û çandî û rasteqîniya rojane ku dijî li ber çavan bête girtin, çareseriya pirsgirêkên ku dijî ya yekta, pêşvebirina şaristaniya demokratîk e.
Demokrasiya Rojhilata Navîn, herçiqas ku tevkariya destlêwerdana derve û bandorên wê hebin jî, esasê wê dê bi viyana derûn a gelan û têko şîna wan were afirandin. Ne teqlîdkirina Rojava, ne jî bi redkirina nirxên wan ên demokratîk, berevajî vê bi standina nirxên ku pêwîste ji Rojava werin girtin û ji cem xwe jî bê dê çi li wan zede bike, bike û bigihe sentezekê, dê bibe şêwaza pêşveçûna demokrasiya Rojhilata Navîn a jêneger.
Ji ber vê yekê:
a) Jiyandina şoreşeke wijdan û bîrewerî ya berfireh û rast a di qada bîrdoziyî de, di serî de tê. Ev rewş hereketa yekgirtî ya Ronesans, nûsazî û ronahîbûnê pêwîst dike. Têkoşîna li hember dogmayên olî, neteweperestiya teng û şoven û çeperestiya dogmatîk, bingeh e.
b) Pêdivî bi pêşnûmayeke şaristaniya demokratîk a ku di qada siyasî de pêşveçûna hemdem bibîne û ahengdarî rasteqîniya herêmê be heye. Pêwîste ev yek were armanckirin ku dewlet û siyaset were demokratîkirin, damezrakên monarşîk, teokratîk, olîgarşîk û derî demê ku heyîna xwe didomînin werin derbaskirin û bigihîjin komara demokratîk.
c) Ev şertek ji yê demokratîkbûnê ye ku li herêmê civaka fermî ya bihêz û hîkarîker, bi pêşvebirina rêxistinkirin û têkoşîna civaka şarwer werin derbaskirin.
d) Digel van, pêdiviya Rojhilata Navîn bi pêşnûmayeke gelemper a yekîtiyeke azad jî heye. Ev dabeşbûna îroyîn, nakokî û levdanên ku ji ve yekê ten, bi temamî berhemekî hêzên hegemonîk ên herêmê û navneteweyî ne û ji wan re suxreyê dike. Ji bo ku Rojhilata Navîn bigihe şaristaniya demokratîk, Pêwîste hemû dabeşbûnên ku di dema bûrî de çêbûne û berjewendiyên serdestan îfade dikin werin derbaskirin û di bingeha yekîtiya azad de, Yekîtiya demokratîk a Rojhilata Navîn were afirandin. Ev di bin navê Federasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn de dê yekîtiya gelan a demokratîk be.
BEŞA SÊYEM
Çareseriya Pirsgirêka Kurd A Demokratîk Û Yekitiya Azad
editDi Dîrokê de Kurd
editDîroka kurdên îro ku li pesarên çiyarêzên Toros û Zaxrosan, piştî serdema mezolotîk ji BZ 10 hezaran pêde, weke berhema çanda ku ji soreşa neolîtîk şêwegirtî derketî holê, bê guman bi şaristaniya Sumer ku damezrîneren wê yên sereke re dest pêdike.
Ji ber ku destpêka dîrokê bi dahênana nivîsê destpêdike, ev wiha tê pejirandin jî, ev yek ê perspektîfeke dîrokê ya rast be ku kurd, di afirandina weke bermayiyê be jî neolîtîka ku civaka herî kevin û taybetiyên wê ku hêjî berdewam dikin de, gelê ji binyata çanda arî ye.
Dîroka kurd, li hember çanda neolîtîk a şaristaniya çîn, ji serî de rewşeke têkoşînê ya domdar, tengbûn, xwe kişandina hevkariyê û ketina erdê, hildigire. Ev meyla ku bi Sumeran destpêkirî, bi Babîl, Asûr, Ûrartû, Pers, Helen, Roma, Bîzans, Îslam-Ereb, Îran û Emperetoriyên Tirk re, him di bin sîstema koledar û him jî ya feodal de bi kûrayî û bi gelek komên gelan re bi şêweya jiyaneke di nava hev de, berdewam kiriye.
Kurdan di dused salên dawî yên kapîtalîst û emperyalîst de, xwe weke neteweyekî bidewlet nekirine. Bi serhildanên berfireh bêtir hatiye perçiqandin, ji hez ketiye, di bin serdestiya dewletên Êreb, Îran û Tirkiyeyê yên hemdem de, bêyî ku xwedî mafen zagonî be, bêyî kugiranî û hêzekê îfade bike, bêyî ku hebûna xwe ya çandî berdewam bikin, bi tinebûna ji dîrokê re rûbirû mane.
Hereketên kurd ku li dij vê pêvajoyê pêsveçûyîn, ji ber ku ji burjûvayeke hemdem û bingeha çîna gel û ji îfadeya wê ya bîrdoziyî û polîtîk bêpar bûn, ji aliyê din ve ji ber erdnîgariya wan a di wateya siyasî de ku ne bikêrhatî, di serhildanan de biserneketine û ne ketine rewşa dewleteke neteweyî. Damezrakên civakê yên kevin ên eşîrperestî, feodal, olî, malbat û xanedanî, di vê demê de bêtir bêesil bûne û zor li derawaya kurdan kirine. Di bin polîtîkayên helandinê de, li veguheran hatina rastkirin, civaka ku bi derûna wê re nakok kirin, bi temamî bi qeyranekê re anîne rûbirû. Ev taybetiya pêşveçûna dîrokî ya di çêbûna kurd de, dexma xwe li derûna pirsgirêkê jî daye. Bi vê wateya xwe pirsgirêka kurd, ji pirsgirêkbûna neteweyekî wêdetir, wergeriyaye şêweya pirsgirêka gelbûn û demokratîkbûna eşîrên feodal ên neolîtîkê ku belav bûbûn. Gelê kurd di dused salên dawî de, li hember êrîşên derveyî berxwedanek nîşan daye. Di sala 1881an de Şêx Ûbeydûlah, di sala 1945an de Qazî Muhemed û di sala 1925an de jî serhildana Şêx Seîd, di nava van serhildanan de yên ku derketina pêş in. Hereketa Demokrasî ya Kurd a bi pêşevaniya PKK ku di bin serokatiya Apo de pêşketî, piştî salên 1970an gaveke dîrokî avêtiye û pirsgirêka kurd kişandiye derawayeke cuda. PKK weke damezrakeke sosyalîst a nîv hemdem û weke sentezeke Rojhilata Navîn a nîv klasîk derketiye holê. Bi navekî din îfadeya sentezeke dawerî (sembolîk) ya Rojhilat û Rojava ye. Herçiqas ku dewsên dema ku çêbûyî dihilgire jî, esasê wê bi tekoşîna li hember çepgiriya şovenên civakî û li hember neteweperestiya hoveber a kurd şêwe girtiye. Dema gihabû dawiya salên 70an, PKK bi teoriya xwe ya şoreşger, bi bernameya xwe û bi rexistin û taktîkên xwe, gihaye rewşeke ku gelê kurd beralî bike. Ev ji bo gel tê wateya bûyîneke serokatî ya nû.
Merhaleya duyemîn a pêşveçûna gelê kurd a azad, pêvajoya salên 80an e. Li hember rejima 12ê Rezberê leşkerî ya faşîst, di bingeha pêngava 15ê Gelawêjê de têkoşîna ku bi lehengî hatî dayîn, vejîna gel a neteweyî pêkaniye. Şoreşa vejînê li hemû perçeyên Kurdistanê, giyana neteweyî, hişmendî û rêxistinbûnî afirandiye û rastiya serokatiya neteweyî derandiye holê. Bi keda hezaran şehîd û berxwedana wan a lehengî, ev dem bi awayek serkeftî hatiye qedandin.
Pêvajoya ku ji sala 1993an destpêdike, dibe merhaleya dîroka azadî ya sêyemîn. Ev pêvajoya ku em bi aşitî û çareseriya demokratîk bi navdikin, bi têkoşîna li hember şêweya çetegeriya hundirîn a jiholêraker û komploya navneteweyî ya 15ê Reşemiyê pêsveçûye. Di nava çarçoveya çêbûna sêyemîn a serokatiyê de, li hember komploya navneteweyî, damezraka têkoşîna rizgariya demokratîk û têkoşîna çareseriyê ya teorîk, bernameyî, stratejîk û taktîk, hatiye hole û ketine pêvajoyeke ji nû ve veavabûnê.
Di gel hemû astengî, komplo û provakasyonan, êdî em di pirsgirêka kurd de ketine pêvajoya çareseriyeke demokratîk. Serkeftina vê yekê jî dê ji aliyê tekoşîna hêza gel û behreyên tekoşîna siyasî ya kadro û rexistinên siyasî ku bikaribin pêşevaniya gel bikin ve pekwere. Çareseriya demokratîk ne tenê çêtirgirtineke, pêwîstiyeke ku serdem û pêşveçûnên li Kurdistanê ferz dikin e.
Yekîtiya Azad a Demokratîk
editDi gel siyaseta mndelekirin û tinekirina ku li ser teşandin jî, hereketa kurdan a demokrasiyê ji leza xwe ti tişt winda nekiriye. Li hemû perçeyen Kurdistan û li derveyî welat, bi piraniyeke mezin him hereketên girseyî û him jî di qada rêxistinî de, vebûnên berfireh hatine pêkanîn. Kurdan bi rexistinbûn, teşîn, hişmendiya demokratîk û bi asta ronahîbûnê, asteke ku viyana çareseriya demokratîk nîşan bidin, bi dest xistine.
Destlêwerdana DYA û Îngiltere ya li Iraqê, rejimên derî demê yên li herêmê û statuko felişand, ji aliyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ve jî, rewşeke nû û derfetên girîg derandine holê. Di perçekerina ve statukoyê de, hêzên hevgirtî weke dînamîkên derveyî rolê dileyîzin û kurd jî hêza bingeh a vê veguherîna hundirîn in. Kurd bi vê derawaya xwe, di veavakirina Rojhilata Navîn a ji nû de, xwedî roleke stratejîk in.
Têkoşîna kurd a demokratîk û welatparêz, di aliyê çareseriya pirsgirêkê de navbera ku derbaskirî û derfetên ku afirandin bi avantajên derketî holê re dike yek, serkeftina di çareseriya yekîtiya demokratîk de, ji hemû deman bêtir bûye xwedî derfet. Rewşa ku tê jiyandin, ji aliyê çareseriya pirsgirêka kurd ve, fersendeke dîrokî ku hemû caran dernakeve holê ye.
Dîrok, piştî xeweke domdirêj a li ser vê xakê, di pêvajoyeke ku xebatbariya derketineke mirovatiyê ya esîl pêkbîne de ye. Kurd jî bi qedera çavkanîbûna vê derketina demokratîk û ekolojîk a nû ve hatine giredan. Ji ber vê yekê çareseriya kurdan ne bi îslamperestî û ne jî bi neteweperestî pêk tê. Feodalîzma îslamê û kapîtalîzmen Rojava yên neteweperestî kategoriyên ku pêwîste ji aliyê kurdan ve werin derbaskirinin. Her tişt him hebûna kurdan û him jî pêşveçûna wan a bi azadî, bi şertê ku ji civaka demokratîk û ekolojîk re pîriktiyê bike û we ji pêsîra xwe bi welidîe ve girêdayî ye.
Di nava sînoren welatê serdest de, pirsgirêka kurd a li her çar welatan, encex li gor yekîtiyeke azad a demokratîk were çareserkirin.
Armanceke hereketa kurd a demokratîk ku dewletên di nava wan de cîh digire hilweşîne tine. Helwesta wê ya di derbarê van dewletan de, hestyariya demokratîk a di derbare xwe de ye. Ne dabeşkirin an jî ne veqetîn, berevajî vê armanca wê yekîtiyeke azad a demokratîk û dewlet û welatekî bi hêz e. Him kurd û him jî dewletên neteweyî yên cîran hewceyî ve yekê ne. Lewra ev çareserî pêşiyê li neteweperestiya xeter a beremberî hev ku ji hêzê dadixe digre, ji aliyê din ve jî pirsgirêka di nava qeyranê de, bi awayek bêxwîn û bi rêbazeke ku suxreyê ji yekeriyê re bike vediguherîne bihêzbûnê. Nirxê mezin ê afirîner li vira ye.
Him taybetiyên civakî yên dîrokî, him pêşveçûnên hemdem herî girîg jî, bi neteweyên cîran re dabeşbûna zêde û ketina nava hev, ji bo gelê kurd peşnûmaya çareseriya demokratîk aniye rewşa armanceke jêneger. Hewceyiya Rojhilata Navîn bi demokrasiyê ya li qasî nan û avê, hemaneke din a girînge ku vê meyldariyê teswîq dike. Pêşnûmaya demokrasiya serkeftî ya kurdan, xwedî derfeteke wisa ye ku Rojhilata Navîn Îsrael jî di nav de, bi temamî veguherîne pêngaveke demokrasiyê. Pêşvebirina demokrasî û azadiyan a di nava damezraka civaka kurd de, bi pêkanîna çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk û ji bo çareseriyeke bi temamî afirandina dorhêl û hezêkê ye. Ya bi şûn de jî, bi demokratîkirina dewletên ku perçeyên Kurdistanê di nav de, dê were çareserkirin. Di derbarê veçareserkirina ku pêwîstiya gihîştina serdema şaristaniya demokratîke, li welatên cuda cuda dê ev rêyên çareseriyê werin şopandin:
1- Pirsgirêka Tirkiyeyê ya Kurd û Çareseriya Demokratîk
editPirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê, pirsgirêkeke ku dema neteweperestiyê, mandelekirin, serhildan û tenkîlê (dûrxistin) derandiye holê ye. Çareseriya pirsgirêkê, bêyî guherîna bîrûbawerî û polîtîkayê ne gengaz e. ji dêvla neteweperestiyê demokrasî, ji dêvla mandelekirin û dûrkirinê pejirandin û lihevkirin were pêşêxistin, pirsgirêk ê bi rihetî were çareserkirin. Encex nêzîkayiya teng û neteweperestiya şoven û damezraka olîgarşîk û otorîter ku serdestî komarê, pêşî li vê çareseriyê girtine. Encam ketina Tirkiyeyê ya qeyranê ye. Lêbelê tirkiye di çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê de fetlînokekê dijî. Ji bo derketina ji rewşa heyî, veguherîna demokratîk pêwîst e. Ev jî encex bi çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk ku her tişt kilît kiriye dê pêkwere. Şertê pêşî yê demokratîkirina Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka kurd û pêkanîna aşîtiyeke mayînde, bi pekanîna azadiya serok Apo ve girêdayî ye. Dema ku asta aborî, neteweyî û pêşveçûna siyasî ku Tirkiye dijî, pêvajoya ketina wê ya YE û encamên ku destlêwerdana DYA ya Iraqê afirandin li ber çavan were girtin, dê were dîtin ku ber bi çareseriya pirsgirêka kurd ve zor li Tirkiyeyê tê kirin.
Li Tirkiyeyê di çarçoveya hemwelatiya zagona bingehîn de, bi rûniştandina demokrasiyeke temam a di reveberî û jiyanê de, bi nasnameya kurd ku têxin bin ewlekariya zagona bingehîn, mafên ku ji nasname, ziman û çanda tirk re hatin nasîn ji çand, ziman û nasnameya kurd re jî were nasîn, herwiha di bingeha ku li hr qadê azadî were afirandin de, çareseriya demokratîk dê were afirandin. Di bingeha guherîn û veguherînê de, bi rakirina astengiyên zagonî û zagona bingehîn, demokratîkirina siyasetê û bi hêzkirina rêvebiriyên cîgeyî, gihandina wan a xebatbariyeke demokratîk, esasên bingehîn ên demokratîkirina Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd in.
Di nêzîkayiya Îranê ya li rastî û pirsgirêka Kurd de, digel ku polîtîkayeke mandeleker a hişk tineye jî, heta weke îro ji pirsgirêkeçareseriyeke mayînde ne aniye. Derûna polîtîkaya Îranê, yekîtiya bê çareseriye. Di ve rewşa heyî de, pêwîstî bi guherîneke bîrûbaweriya ku vê nêzîkaya teng û olî ya serdest û bandorên neteweperestiyê bide derbaskirin, heye. Neçareserî ji vê bîrûbawerî, ji sîstema teokratîk û ji polîtîkayên ku vê rê li ber vekirî derdikeve. Potansiyela Kurd a welatparêz û demokratîk, digel ku bi hêze jî, bê rêxistin û ji hev belavbûyî ye. Taybetiyên serdemê û nêzîkayiyên Kurdan ên çareserker, derfetên çareseriyê pêşkêşî herdu aliyan dike. Li Îrana ku mozaîka gelan e, bi rekûpekirina zagonên demokratîk û zagona bingehîn; bi rakirina astengiyên li pêşiya raman, îfade, rexistinbûn û siyaseta azad demokratîkirina dewlet û civake; bi vê ve girêdayî ji aliyê kurd û gelên din Fars, Belûcî, Azerî, Ereb û Tirkmenên ku li Îranê dijîn ve, afirandina federasyona Îranê çareserî bi xwe ye. Ji aliyê rêveberiyê ve, sîstema eyaletan ya ku heyî were guhertin û rêveberiyên cîgeyî yên demokratîk werin pêkanîn, dê bibe nimûnaka çareseriyê ya bingehîn.
3- Pirsgirêka Kurd a Li Iraqê û Çareseriya Demokratîk
editDestlêwerdana DYA ya li Iraqê û hilweşîna rejima Sadam, pirsgirêka Kurd a li Iraqê kiriye pêvajoya çareseriyê. Digel ku di nav vê tevlîheviya heyî de xebatên veavabûneke ji nû ve çêdibin jî, hê ne diyare bê Iraqa nû dê çawa şêwe bigire. Her çiqas ku rejîma kevin hilweşiyabe jî, tişta ku vê rejimê çandî û bîrûbaweriya ku pirsgirêka Kurd bê çareserî dihişt berdewam dike. Neteweperestiya Ereb a bihêz, bawerhişkiya olî, neteweperestiya Kurd û damezraka civaka kevneşopî, ji aliyê çareseriya Kurd a demokratîk û damezrandina Iraqa federal û demokratîk ve, astengên ku pêwîste werin derbaskirin e. Çareseriya rast eve ku damezraka Kurd a federe ku çêbûyî were demokratîkirin, di bingeha çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk de, bi gelê Kurd, Kurdên Êzîdî û Feylî, gelên Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryanî-Keldanî, şîî û komên etnîk ên olî bi yekîtiyeke azad a demokratîk û bi tevlîbûna wan Iraqeke federal a demokratîk were avakirin.
4- Li Sûriyeyê Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Demokratîk
editLi hember Başûrêrojavayê Kurdistan û Kurdên Sûrî, digel ku dewleta Sûrî polîtîkayeke mandeleker a hişk nade meşandin jî, pirsgirekên nasname, ziman, çand û tevlîbûneke siyasî ya azad ne kiriye rojeva xwe û çareser ne kiriye. Heta beşeke girîng ji nifûsa Kurd weke biyanî dîtiye û di nava çarçoveya zagonen heyî de jî mafê hemwelatbûnê ne daye wan. Neteweperestiya Ereb û şêwaza rêveberiya otorîter ku dexma xwe li sîstêmê dane, astengiya bingehîn ên li pêşya demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd in. Çareseriya li vira, di çarçoveya maf û azadiyên demokratîk de di bingeha zagona bingehîn de naskirina nasnameya kurd e, pêkanîna mafên siyasî yên hemwelatî, perwerdeyiya bi zimanê dayîkê, çapemenî û weşanê û gihandina van a ewlekariyeke zagonî ye.
5- Kurdên Li Derî Welat
editEv yek girînge ku ji ber sedemên cur bi cur Kurdên li welatên cîhanê belavbûne, li welatên ku dimînin di bingeha demokrasî û maf û azadiyên mirov de, tevlîbûnê nîşan bidin, nasnameyên xwe û jiyana xwe ya azad pêşve bibin. Mafê û peywira wan heye ku têkiliyê bi hereketa demokrasiya Kurd re çêbikin û desteka xwe bidin.
6- Çareseriya Pirsgirêka Yekîtiya Kurdan
editKurd dê li nava welatên cîran di nava giyana yekîtiya demokratîk de nêzîkayiyên dostanê pêşve bibin, ji aliyê din ve yê piştgiriya demokratîk a di navbera perçeyan de bingeh bugirin. Ev jî yê xwe di nava yekîtiya demokratîk a Rojhilata Navîn de berbiçav bike. Dirûşma bingeh ku veçareseriyê îfade dike: "Yekîtiya Demokratîk a bi Welatên Cîran re, Rojhilata Navîn a Demokratîk e! Rojhilata Navîn a Demokratîk, Kurdistana Demokratîk e!" Yan jî "Welatê Demokratîk Niştimana Azad!" e.
BEŞA ÇAREM
Armanc û Peywirên Damezrîna Demokratîk
editA- Dawî lê anîna sîstemên olîgarşîk, otokratîk, teokratîk û polîtîkayên tepisîner û mandeleker û sepînên damezrakên derî serdemê yên li ser gelê me ku dijî demokratîk û ji maf û azadiyên mirov bepar, ji aliyê din ve afirandina civaka demokratîk û ekolojîk e.
Ji ber vê yekê:
1- Li her welatî hemû beşên civakî yên alîgirên demokrasiyê û hêzên siyasî werin cem hev, ahengiyên civakî yên demokratîk çebikin.
2- Ji ber ku rêxistiniyên burokratîk, hiyerarşîk û navendî sîstema bi serdestî derxistine holê, divê ev werin derbaskirin û damezraka rêxistina demokratîk ku hêza gel derîne holê, li hemû sazî û damezrakan were serdestkirin.
3- Di bereka pêşvebirin û rexistiniya civaka şarwer de, jin, ciwan, karker, karmend, gundî û karsaz jî di nav de, rêxistinên girseyê yên demoktratîk ku ji beşên civakê komên pîşeyên cihêreng digirin nava xwe, werin çalakirin; yên nû jî ava bikin û pêşve bibin. Di bingeha parastina rewa û têkoşîna demokrasiyê de gel têxin nava livdariyê; gurkirina şarwer û serhildanên demokratîk li her deverê berfireh bikin.
4- Li hember kevneperestî, bewerhişkiya olî û her cure damezrakên kevneşopî ku li pêşiya demokrasiya hemdem û yekîtiya gelê me ya azad di bin asteng, têkoşîneke tekûz pêkbînin.
5- Li her welatî di bingeha tevayiya siyasî û hemwelatiya zagona bingehîn de, ji bo sîstemên siyasî yên demokratîk ku gel weke damezrînerên esîl bi awayek azad tevlî dibin, têkoşîn were dayîn. Sepîna mafê mirovan yê sê nifşan bingeh were girtin. Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan, Şertê Parîs, Krîterên Kopenhag, Peymana Mafê Mirovan a Ewropa, Peymana CEDAW a YN û hwd. peymanên mafê mirovan ên navneteweyî biparêzin û bisepînin. Li hember welaten ku cizayê dardekirinê disepînin têkoşîn were dayîn û ev ciza were rakirin. Li her welatî bi maf û azadiyên mirov ve girêdayî, zagonên bingehîn ku derfetê bide tevlîbûna azad a her takekes û koman, werin çêkirin. Ji bo mafê gelê Kurd ên demokratîk û neteweyî, ji aliyê YN û rêxistinên navneteweyî ve werin naskirin û têkevin bin ewlekariyê, xebat were meşandin.
6- Di asta neteweyî û navneteweyî de, li dij terorîzmê were derketin. Şideta ji sînorê parastina rewa ya ku bi biryarên YN û hiqûqê gerdûnî hatî diyarkirin zêdetir, were redkirin.
7- Di bingeha nûsaziyeke darazê de, sîstemeke hiqûq a demokratîk peşve bibin. Di derbarê hişmendî û teşîna hiqûq de gel were ronahîkirin.
8- Li dij her cure çewsandina li ser komên etnîk û olî were rawestan, çandên cuda mîna dewlemendiyekê werin dîtin, ji bo pêşveçûna wan a azad û demokratîk têbikoşin.
9- Di çarçoveya mafê gel ku agahiyên rast û bi têrayî bistîne de, azadiya çapemenî û weşanê were pêkanîn û bigihînin ewlekariya zagonî.
10- astengiyên zagonî yên dij demokratîk ku li pêşya rêxistinên partiyên siyasî, sendîka, komel û weqfan û hwd. werin derbaskirin, azadiya rêxistinbûnê were pêkanîn.
11- damezraka rêveberiyê ya bi zêdekarî navendî û bi hêz bûyî ku li pêşya pêşveçûna civakê ya azad bûye asteng, were derbaskirin; hêza rêveberiyê heta bi binî belav bikin û reveberiyên cîgeyî bi hêz bikin. Ji bo pêşveçûna şaredariya azad, xebat bên kirin.
12- Artêş werin piçûkirin, tevlî peymanên leşkerî nebin, lêçûnên (mesref) leşkerî werin kêmkirin û li hember bi gefbûna wê ya derve were rawestandin.
13- Aşitiya cîhane û welat were parastin, ji bo vê yekê di her zemînê de têkoşîn were kirin.
14- Ji bo ketina Tirkiyeyê ya YE alîgir bin. Ji bo ku ev têkilî ji gelan û Rojhilata Navîn re sûdewar bin, hewl were dayîn.
15- Sîstemeke aborî ku berjewendiyên kedkaran li ber çav bigre, dabeşkirina hatineke dadmendî derpêş bike, rihetiyeke civakî û dewlemendiyê pêkbîne û bi xwedaniya giştî û taybet ve girêdayî be, bingeh were girtin. Çavkaniyên welat ji bo berjewendiyen civake werin bikaranîn, belavkirina wan a dadmend û bi teraz were pêkanîn.
16- Ji bo pêşveçûna sîstemeke bacê ya dadmend, xebat were kirin.
17- Ji ber polîtîkayên ku dewletên serdest li Kurdistanê sepandine pêşvemayîna tê jiyandin, di encama şer û karesatên xwezayî de xerakirinên ku çêbûne, ji bo ji holê werin rakirin û dewlemendiyeke di asta pês de were afirandin, pêşnûmayên taybet werin pêsvebirin û sepandin.
18- Di qada aborî de di serî de gundîtî, bi kooperatîfbûna hemû beşên din ên civakê were teşwîqkirin.
19- Pêşvebirina sîstemeke sîgorta ya civakî ku ji bo herkesî bibe ewlekariyeke xebat û jiyanê, bingeh were girtin.
20- Ji bo parastina tenduristiya gel, pêşvebirina hişmendiya tenduristiyê û rêxistinbûna ku suxreyên tenduristiyeke belaş ji tevaya gel re bike, xebet werin kirin.
21- Ji bo zarok û jinan bernameyên tenduristî yên desteker werin sepandin.
22- Ji bo rekûpêkirinên ku mafe zarok û ixtiyaran bi parêzin, pirsgirêkên wan çareser bikin û suxreya ji wan re derpêş bikin, bibin alîgir.
23- Sîstema çand û perwerdeyê ku takekesê azad û civakê pêşvenebe were derbaskirin, sîstemeke perwerdeya demokratîk ku suxreyê ji takekesê azad û civake re bike bingeh were girtin.
24- Bi armanca ku hişmendiya jiyana civakî were pêşvebirin û ji bo çareseriya pirsgirêkan bibin arîkar, xebatên zanistî werin kirin û bi rêxistin bibin.
25- Gihîştina çand, huner û wêje ya derfetên pêşveçûneke azad werin pêkanîn. Di serî de hunermend, ji yên ku di vê qadê de xebat dikin re li gor reseniya pîşeyê wan nêzîkayî were nîşandan.
B- Li hember hemû xerakirinên kapîtalîzmê ku li ser xweza û civakê afirandî, hişmendiya demokratîk û ekolojîk, rêxistinbûn û têkoşîn were pêsvebirin. Bi armanca parastina hawîr, pêşnûmayên ku axê, şînkayî, avê, hewayê, avhewayê (sirûşt) û ajalan biparêzin pêşve bibin. Derfetên zanistî û teknîkê di suxreya mirovan de û ji bo pêşveçûna wan bikarbînin. Ji bo ku ji mirovan û xwezayê re ne xeter bin, li ser enerjiya nukleer, bandora sera, xwarinên hormonî û teknolojiya genan venêran were kirin, ji bo sincê zanist serdest bibe xebat were kirin. Di vî bingehî de civak û hawîreke bijûndar werin afirandin.
C- Di sedsala 21an de ku serdema azadiyê jinê ye, sîstema bi serdestiya mêr ji binî ve were guherandin, derûna neolîtîka ku şoreşa mirovatiyê ya yekem, bikişînin nava şaristaniya demokratîk û dawiyê li derawaya jinê ya bêmaf ku di şaristaniya civaka biçîn de hatî mehkûmkirin bînin, azadî û wekheviya wê pêkbînin.
Ji ber vê yekê:
1- Di bingeha bîrdoziya rizgariya jinê de, têkoşîna azadiya jinê weke hereketeke civakî ya bingeh a sedsala 21an, were pêşvebirin.
2- Di bingeha reseniya her perçeyî de, hereketên jinan werin pêşvebirin. Rêxistinên weke komel, weqf, akademî û hwd. werin damezrandin.
3- Ji bo hemû rêxistin û rêkûpêkên zagonî ku li ser jine çewsandin û serdestiyê rewa dikin, rê li ber ne wekheviyê vedikin, têxin rewşeke wekheviyê têkoşîn were kirin.
4- Ji bo tevlîbûna jinê ya çandî, civakî û jiyana siyasî bi awayek azad û wekhevî, bibin alîgir. Ji bo pêkanîna veebat were meşandin.
D- Ciwanên ku di sedsala 21an de, dînamîkeke herî bingeh a têkoşîna civakî, bi rastiya ku di pêşvebirina şaristaniya demokratîk de bi têkoşîna xwe roleke bingeh dileyîze, di serî de siyaset û di hemû qadan de ji bo ku were çalakirin;
1- Li hember dewlet, sazî û tegihînen ku li pêşya pêşveçûna ciwanan dibin asteng, têkoşînê dide.
2- Li hember nêzîkayiyên ku ciwanan piçûk dibînin, wan cidî nagirin, xêzkeke têkoşînê ya ku viyana ciwanan derîne holê bingeh digire.
3- Hemû hereket û rêxistinên ciwanan ên li hemû qadan destek dike, weke hereketên ciwanan ên serbixwe ji bo pesveçûna wan tekoşînê dide.
4- Ji bo pêşveçûna giyanî, fizîkî, perwedeyî û civakî ya ciwanên ku di pêşvebirina civaka demokratîk û ekolojîk de dînamîka bingehîn, pêşnûmayan pêştêxe û derbasî jiyanê dike.
E- Pirsgirêka neteweya Kurd bi rêbazên demokratîk, aştîxwaz û siyasî çareser bike.
Ji bo vê yekê:
1-Nasnameya Kurd di asta zagona bingehîn de bide pejirandin û bêxe bin ewlekariyê.
2- Hişmendî û viyana civaka Kurd demokratîk pêşve bibe û hêza wî ya rêxistin û rêveberiyê derîne holê û di bingeha demokratîkirina komarê de tevlîbûna wan a çalak pêkbîne.
3- Perwerdeya kurdî ya bi zimanê dayîkê bêxe bin ewlekariya zagonî. Hemû cure xebatên çapemenî-weşan, çand, dîrok û huner pêşve bibe.
4- Ji bo rakirina tîmên taybet û cerdevaniya ku sîstemên şerê taybetin, têkoşînê dide.
5- Ji bo vegera gelê ku ji ber şer gund, mal û axa xwe berdane, têkoşîn were kirin. Derfet werin pêkanîn û destek were dayîn.
6- Ji bo tevlîbûna demokratîk û aşitî, rêkûpêkirinên zagonî werin çekirin û ji ber sedemên cur bi cur kes û komên ku "derî zagonî" hatin nîşandan, di statuya hemwelatiya zagonî de tevlî jiyana civakî werin kirin.
7- Kujerên ku kiryarên wan ne diyar werin ronahîkirin û ji berpirsiyaran hesab were xwestin. Ji bo tazmînatê bidin yên stembar (xedirlêbûyî) xebat were kirin.
8- Di navbera perçeyên Kurdistan de, ji bo bêyî astengiyên burokratîk ên azadiya tevgerê têkoşîn were dayîn.
9- Karmendên ku li Kurdistanê kar bikin, ji bo hêsaniya di nava giştî de, bingehgirtina zanîna du zimanan dê were pêkanîn.
F- Yelîtiya netewî ya Kurd û sîstema wî ya têkiliya demokratîk, li gor armanca yekîtiya Rojhilata Navîn a Demokratîk pêşve were birin.
Ji ber vê yekê:
1- Pêşveçûn û çareseriya neteweyî ya demokratîk a li her perçeyî, bi hêza derûna gelê wî perçeyî ve girêdayî dê were pêkanîn.
2- Pêşveçûna neteweyî ya demokratîk a li her perçeyî û çareseriya pirsgirêka neteweyî, weke perçeyekî demokratîkbûna welatê serdest were dîtin û vê yekê bêyî ku dest bidin sînoran pêkbînin.
3- Di navbera hêzên têkoşîna demokratîk ên her perçeyî de ji bo dostîtî, pêkanîna destek û piştgiriya çalak dê xebat were kirin. Bi hemû rêxistin, partî, kom, û kesayetiyên Kurdistanî re, di bingeha berjewendiyên neteweyî de tekilî, hevgirtin, yekîtî û piştgirî dê pêkwerin. Sazî û platformên neteweyî yên bi bername û konsensusên hevpar ve giredayî dê werin çekirin.
4- Mafe Kurdên ku li tevaya cîhanê belavbûne dê werin parastin. Ji pêşveçûna wan a çandî re destek bin.
5- Komen gelên Asûrî-Suryanî-Keldanî, Tirkmen, Ermenî û hwd. yên li Kurdistanê, dê nasnameyên xwe biparezin, di pêşvebirina ziman û çanda wan de de destek were dayîn. Di vî derbarî de di têkoşîna ku bidin de piştgirî dê were kirin.
G- Têkiliya di navbera gelên herêmê û hêzên demokratîk de, di bingeha stratejiya yekîtiya Rojhilata Navîn a demokratîk de, hilgirin ser destan û demokratîkbûna Kurd bikin pira yekîtiya Rojhilata Navîn a demokratîk.
H- Di qada navneteweyî de bi welaten demokratîk, sosyalîst, demokratên civakî, hereketên femînîst, hêzên pêşverû, demokratîk û azadîxwaz re di nava hevgirtinê de bin. Bi derdorên dijî faşîst, hawîrparez, humanîst, parêzkerên mafe mirovan re di nava piştgiriyê de bin.