Bilbil ser saxê çi xwes dixwîne
Rist û helbesta ser diwesîne
Dilê bilbil bi kul û birîne
Wek min hejar e gezey dixwîne
Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xerîbo bilbilo
Bilbilo lo mehkûmo bilbilo
Helbesta bilbil çi xwes ji dil tê
Axîn û nalîn ji cîgeran tê
Ew jî mîna min li zora wî tê
Hêlin xirabu xwîn ji baskan tê
Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xerîbo bilbilo
Bilbilo lo mehkûmo bilbilo
Wek min xwînî ye koçer û jar e
Li ber xirabû hêlîn û war e
Pepûk maye ew berê çare
Sûna ristê wî mexel bu mar e
Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xerîbo bilbilo
Bilbilo lo mehkûmo bilbilo