Dîsa Li Bedrê Katibî (Xet)

Dîsa Li Bedrê Katibî (Xet)
by Melayê Cizîrî

Dîsa li bedrê katibî
Kêşa ji nû jengarê xet
Nûr e reşandî wahibî
Dergerdişê pergarê xet

Herfên ji qudret nuqte pur
Madarê hewda le'l û dur
Evreng-i kê dî we bi sur
Qudret numûn zengarê xet

Ew çîçekên şetrî şibêht
Ef'asifet qelbê me mêht
Selwa ji balayê we rêht
Ev perdeya gulnarê xet

Neqş û nigarên dilberan
Dercên ji remzên esmeran
Her tên ji dest neyşekkeran
Me j’gulşena ferxar-i xet

Mi j'destxeta terhên şelal
Xal û xetên nûra zelal
Danî di şendoqan li bal
Malê me sed qentar-i xet

Bergên gula reyhaniyê
Katib numûçek daniyê
Kes dî bi vê şîraniyê
Der şen'etê cebbar-i xet

Reyhan û sinbil tê hene
Sed çîçek û gul tê hene
Zerbav û bilbil tê hene
Ew bexçeya gulzar-i xet

Gulçîçek û neqşên xerîb
Nesrîn û reyhanê 'ecîb
Lê rast û çep bûyîn şelîb
Cedwelkeşên zunnar-i xet

îro seher tuxra nişan
I'rab û herfên zerfişan
Hatin digel bayê şeban
Me j'canibê dildar-i xet

îro berata Ehmedî
tuxra nişan zerkeş me dî
Xettê Humayûn kê we dî
şîrîn û me'nadar-i xet

Ellah di ber qal û belê
Da yexme kit qelbê Melê
Avêhte çerxê cedwelê
Evrenge 'enberbar-i xet

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse