Daneyên Enber
by Melayê Cizîrî

Daneyên 'enber li nisrînan reşandin xalê xam
Sosinên nazik li ser xalan çevandin dalê dam

Cebhet û dêmê ji qudret lê nivîsî herf û herf
Kagulan ta ta li ser herfan kişandî lam û lam

Leyletu l-qedr û berat in zulf û cebhet subhê 'îd
Dêm weko fesla biharê lê qiyamet qedd û qam

Ew perî weqtê di sundus da ji qundus bit xwiya
Bende dê şah û geda bit Xwisrûyê şîrînkelam

Herkesê carek diye ew zinde ma hetta ebed
Wê nedîtî ew perîrû zindegî lê bit heram

Herkesê camê ji destê wê binoşit noş-i bit
Ê ji wî destî nenoşî zehr-i bit lê ew medam

Wan di reqsê da ko dîm awir peyapey dane min
Berq û tîrêjan li dil dan cezbeya 'işqê revam

'Umrek e dûr bûm ji canan ketme benda firqetê
Nagihan perde hilanî go Melayêm es-selam

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse