Destgîrît Le ‘Emel Da Ke Neka

Destgîrît Le ‘Emel Da Ke Neka
by Hecî Qadirê Koyî

Destgîrît le ‘emel da ke neka murşîdî pîr,
Destî toy girtuwe, pêy bestûyî, manendî esîr

Rîşî wek şîr e beşîrit, ew e celladî ecel
Qollî mallîwetewe, destî le to dawete şîr

Ew demî hatime ser şekwe le xizm û kesî xom
Rostem û Yusifî gullpîrehenim kewtewe bîr

Mar û masîn debine ejderî sehra û neheng
Dest û pay bêserûpay zallime deyken be wezîr

çûme parêzî, ke mujgan û birom dî le kemîn
Tîrî min bû be keman, piştî kemanim buwe tîr

Xefîye nayete lay ême le tarîkî şewa
Rojî rûnake detirsê le ‘ewam û le gizîr

Hacî wek dill to be girî ye be şiwênî mekewe
Askêk e be bezîn û be hera nayete gîr!

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse