308507DilaEhmedê Xanî

Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî
Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî

Eger sirra di qelban e, weger Nûra di wechan e
Bi min yek reng û yek ta ne, di gel yek bûn li wî alî

Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin
Wekî çavêt belek hatin, bi hev ket şahî û te’lî

Eger çist e eger Nûr e, eger nêzîk eger dûr e
Birîna aşiqan kûre, ji ser tîra kurrê Zalî

Ji ser tîra mucewher bû, çi awir bû, çi xencer bû
Ji bo min ra muqedder bû, dema puf kirne selsalî

Weger selsal û fennar im, tijî nûrim tijî narim
Di batin şubhê xunkarim, bi zahir ketme vî şalî

Bi zahir şalê xweh zîba, gellek etles gellek dîba
Gellek sîm û gellek şîba, me havêtin, cîger nalî

Cîger nalî me havêtin, hemî yek yek hilavêtin
Gello kî bit ku navêt in, hebînek çar û deh salî

Meger hermin divê dîlber, du sed îlman bikim ezber
Ji xilxalan dibit ebter, Mela meqsûde xilxalî

Mela meqsûdê min xal e, ne mulk û menzel û mal ê
Ne îlm ê qal e, Ê hal e, me hasil kir bi ebdalî

Me hasil kir bi xêzanî, bi muştaqî, bi heyranî
Wekî genca di wêranî, me peyda kir bi remmalî

Bi remmalî me peyda kir, dilê xemgîn me pê şa kir
Neqîyyîl-xed û îbra kir, wekî zêrra du sed salî

Neqîyyul-xed tilaya nin, berat û emr û ferman in
Bi tuxra û bi nîşan in, di dest uşşaqê delalî


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.