Dila! Şadî be
by Ebdulsemedê Babek

Dila! Şadî be, xweş dem hat bihar e,
Reşemeh çûn terazîn bûn diyar e.

Nîhal der bûn, xweşa hat av û cobar,
Befir kerker bûbû keftî nezar e

Kulîlk û gul bi ken derçûn ji kaşan,
Sivik hat nêrgîza mest kofî xwar e

Bilalîz, lûleper çend kep bilind in,
Di şahenşîn da wek Xûsrev bi kar e

Binevş û golşelîl û sûnbilên terr,
Di lat û berbanan bestin cîwar e

Helez qewşen veda wek koçerê boş,
Silav kir çevr û kerkol û sînar e

Bi ken bû gelgel û kavil yê baz e,
Zinar û siwiyê ji xwe ra kire sitar e

Li ser tayê kevotê bûye mest e,
Kevok û xendelîs bade vexwar e

Ji hemiyan bilbilê dîn dil bi xwîn e,
Gula min kanî, li min sed car hewar e

Li min xweş tête dengê berx û karan,
Li êvarê dema dibit kare kare

Werê pêşbêriya sûkre di dest da,
Dihejînin parzuna li ber war e

Bi sema çûn, distêrin ev şox û şeng e,
Xurmîn û zimzima keftî guhar e

Bimêze van çiyan tev xemilî ne,
Bi hezar rengan xwiya nexş û nîgar e

Li Kurdistan binêre ey perîxan,
Li ser dil dê biçit jeng û temar e

Li min xweş nesîme vê sibê zû,
Hejandî şengê pê leyizî çinar e

Her ro Newroz e, ey dil sed tebarek,
Were geştê, sema ye li çarkenar e

Peşîmanim ji emrê çû perîşan,
Bi satorî me bir bê dost û yar e.

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse