Dilberê Îro Seher

Dilberê Îro Seher
by Melayê Cizîrî

Dilberê îro seher
Avête cergê min du dox
Yek li sîne yek li dil da
Lew ji min tên ax û ox

Ah û oxên min ji dil tên
Lê ji ber tîra qizil tên
Yan ji kovanên di kul tên
Jê dizêt her xwîn û zox

Xwîn ji dil co co rewan tê
Wek 'eqîq û erxewan tê
Lê ji dest selwa ciwan tê
Ew şepala şeng û şox

Ew şepala şox û şeng e
Kafira rom û fireng e
Dame ber cotek xedeng e
Zalimê kuştim bi dox

Zalimê kuştim şepalê
Nazikê qencê delalê
Bûn hicaba zulf û xalê
îdek û 'ala û tox

Netrik û tayên bi rîşî
Ê di zêr in pê ve wîşî
Min du fêris dîn di pêşî
Mirwet û insafi yox

Lew heriftim ez ji meylê
şubhetê sehlê we seylê
Muhbet û 'işqa di Leylê
Ez kirim yekser pilox

Dest nehêlim ez ji dînê
şubhê Ferhad û şirînê
Wer ji ber 'işq û evînê
Min di rê çit ev kilox

Suhbeta çerx û sema tê
Wek Melê sed mubtela tê
Zemzem û ava heyatê
Muşterî sed şeyx û şox

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse