please do not remove empty parameters (see the template documentation).
Dilo
by Watedar

* * *


Min jê hez nedikir
berê berî
Demek borî
Dil vegerî
Paşî paşî
Parî parî
Dawîyê da
Çiqas dikarî
Dilêm ketê
Dilêm ketê

Dil ketiye
Li hev hatîye
Min go çîye
serê serî
gava gihaştim
devê derî
Êca fêr bûm
evîndarî
çi zehmete
çi zehmete

Got çi digerî
Li ber derî
Diçî here
Naçî were
Lê bizanî
Evîndarî
Çûyînekî
pir xetere
pir xetere

Got xetere
Rêya diçî
Jê vegere
Bi lez were
Lê min zanî
Evîndarî
Hatinekî
Jê bedtere
Jê bedtere

Ev çi rêye
Bin û serî
Reş û tarî
Tê da tijî
Kerî kerî
Jehr û marî (mêkew)
Ez jî fêr bûm
Rêya Evîndarî
Şaş û kaşe
Şaş û kaşe

Şaş û kaşe
Û dijware
Biçî xwehre
Neçî xwehre
Dengê marî (mêkew)
Pê bixapî
An nexapî
Ji te ra jehre
Dixwî bixwe
Naxwî nexwe
Qasî min dî
Evîndarî
Xwarinekî
Bixwî qehre
Nexwî behre

Ez naxwim ji behra te
Tirş û şore ava te
Qê bûme xulamê te
Nayê kêşan doza te
Dilêm ketîye tora te
Didî bide
Nadî nede
Lê min zanî
Ji dilê xwe
Bidî kevir
Nedî agir

Got agir ji me ra baye
Hat, tê biçe hindik maye
Serê sibê her tim saye
lê mixabin ne wuhaye
Nîvê şevê ev çi taye
Vêca hîn bûm
min dil daye
çi belaye
çi belaye

min go ez ketîm belayê
Agir ketîye nav kayê
Dîlber çûye
Ji vî dinyayê
Digrî bigrî
Nagrî negrî
Lê min zanî
Kesa çûye
Ji vî dinyayê
Bigrî nayê
Negrî nayê

Got dev ji grînê berde
Jê ra nîne tû perwerde
Te xwarîye tev kûl û derde
Goşt xilas kir maye perde
Piştê dîlber
rehetîya dildar
Binê erde
Binê erde

Binê erdê çi nexweşe
Jîyana rengîn çiqas xweşe
Bê sekine, xweş dimeşe
Rêya evînê tarî û reşe
Tê da heye pir gengeşe
Kes nîne jê kêfxweşe
Tu nizanî
Rewşa evîndar
Çi nexweşe
Çi nexweşe

Dil nexweşe ev çi rewşe
Ev çi rewşa eletewşe
Evîndarî ne binefşe
Teel kulîlka nava hewşe
Ji strîkan tilî diêşe
Êca min dî
Evîndarî
Tewşo mewşe
Tewşo mewşe

Dîlber nebe
rewş xirabe
Roj dirêje
Evar nabe
Şev dirêje
Sibe nabe
Êca min zanî
Evîndarî
Tenê nabe
Tenê nabe

Tenê nabe
Gihan dûre
Derman nabe
Birîn kûre
Bê av nabe
Kulîlk hûre
Agir hebe
Qet sar nabe
Dil tenûre
Dil tenûre

Dil tenûre
Bê dar nabe
Bidî nabe
Nedî nabe
Didî nadî
Dilê birçî
Jê têr nabe
Jê têr nabe

Jê têr nabe
Dinya rabe
Qet şa nabe
Cîyê dîlber
Tijî nabe
Sal jî biçe
Emir jî biçe
Watedar jî biçe
Ji bîr naçe
Ji bîr naçe