Ey Nesîmê Seherê
Ey nesîmê seherê ma di mecala sibehê
sed selaman bigehînî ji me wê padişehê
'Er'era qamet elif neyşekera şox û şepal
Nazika sîm-i ten û xwisr û zerrînkulehê
Di berê da tu bibûsî bi dused zarî û lutf
Asitan û der û dîwar û şibakên qelehê
Nameya cewr û cefa û elem û derd û xeman
Dê bi destê zeriyê muhteşemê serwisehê
Belko dilber ji rûyê 'adilî û merhemetê
Rehmekê kit bi feqîran û bipirsit gilehê
Heq dizanit di şevan şubhetê avên di royan
Me bi dil zarî û kalîn e heta şubhegehê
Ma ji ber derb û firaqa te sukûnek me heye
Cerg û dil herdu bi nalîn e wekî çeng û jihê
Perdeya xêlî û çarê tu ji ser dêmê hilîn
Da ji şewqa te bi xef bit şefeqa mihr û mehê
Dîn eger bête beha can didirim lê emma
Me hezar canê 'ezîzî dihilîtin di behê
Qet dibit wek te şepalê ne di şam û ne di şerq
Kê nişan da di cehan mislê te xwindkar û şehê
'Alemek şehdeyiya husn û cemala te didit
Tu zuleyxayê zeman î we çi hacet medehê
heq nigehdarê te bit padişeha serwiqedan
Bi kinarê me feqîran bike carek nigehê
Xobî û dilberî û naz û telettuf bi te şên
Xusrûya padişehan î we xwidana cebehê
hecer-eswed bidirit destê ziyaret bikirim
Nezrê min bit bigirim xwas-i terîqa Mekehê
Ji ezel heq bi Melê daye ji 'işqê qedehek
Ta ebed mest û xerab în ji meya wê qedehê
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.
Public domainPublic domainfalsefalse