Ey Nesîmê Sibehê
Ey nesîmê sibehê ma di mecala seherê
sed selaman bigehînî ji me wê lebşekerê
Nêrgiza nazik û ter neyşekera mest û xumar
Dêmdur û le'lileb û muhteşem û mu'teberê
Bisk û gîsû ji herîr in qeseb in turre û zulf
Ne ji kafûr e beden xal-i ji miskê teterê
Dêmibedr û aniyê zulfê li ser bûne helek
Erqeman helqe û ger dane li dewra qemerê
Asitanî û şibak û kulek û pencereyan
Da bi miskînî û zarî tu bibûsî di berê
Tozekê bîn bi xwe ra ta bikirîn kuhlê beşer
Li terîqa qedema dilber-i wê rehguzerê
Da bibînî senema min tu bikîn xwe bide xet
Bike telxîş-i cewabê me ji vê muxteşerê
Lew ko pir şefqe didêrit kerem û lutf û kemal
Ah ji dest remz û surên wê dur û gewherxeberê
Ma bi zehrê şekerî dost-i bixwînit carekê
'Erdihala ko nivîsî me bi xwîna cegerê
Qederek şefqe ji lutfa te temenna dikirîn
Da me mehrûm-i nedêrî tu ji lutf û nezerê
Bi xwidê qet te di dil da ji xwidê tirs-i nehin
Dikirî zulm û cefayê tu li min vê qederê
Ez bi wê qamet û bejnê li te şondê dixwirim
Bes ke ey padişeha min li esîran xederê
Ji ber ahên me dinê agir û dûd bit ne 'eceb
Me di dil da heye narek ko disojit seqerê
Ne bûyîne ne dibin wek te şepalê di cehan
Kê dîn mislê te sîmînten û zerrînkemerê
Paş-i wan gezmeyê çehvên te Mela pê kuştiyî
Ma xedeng in dikirin qet li me êdî eserê
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |