Fî Beyanî El Eeqîde We Tewhîd
Di vê parçeya hêja de Ehmedê Xanî li ser atomê jî radiweste gava dibêje:
“ Eger tiştekî pir mucezza bikin
Qebûl naket êdî tecezza bikin
Heyûla tu nînin eedîm û eedîm
Dinê kafir e ê dibêjin qedîm..”
Li ba te muheqeq bitin ev cewab
Duhî gote min hatif bê h’îcab
Se ehmedo thenake bî qewlîn seh’îh’
Li tewhîdê Barî bi lefzê fesîh’
Xwedê yek e, bê hevrêyo bê heval
Ne meezoliye, ne mirin, ne zewal
Ne esl û ne fesl e, ne da û ne bab
Heye û heyîna wî nabit hîsab
Ji bo wî tunîn cîhat mekan
Ne manend û mîthal û hemta nîşan
Mekanan mebîne ji bo wî rewa
Nîhayet eelel eerşî qed îstewa
Li wî ra neborîn ne weqt û zeman
Ne sal û ne mah û ne h’în û ne an
Ebed wî hebîtin ezel her heye
Di dunya û u’qba xudanê me ye
Ewî afirînand dem û cumle xelq
Nihin xeyrê û qet tu xaliq bi heq
Resûlê di wî cumle heq in temam
Xisûsen Muhammed eleyhîsselam
Ku ser defter cumle aalim ew e
Nibowete mektûb û xatem ew e
Xwedê aferînand ji bo w î felek
Ji bo xidmeta wî şiyandî melek
Ku qura’n ji eerşan digel wî hinar
Ji boyî h’ebîbê xwe îxtiyar
Ji bal xwe buraqek ji wî ra şiyand
Li zînek muzeyyen ew roniyand
Buraq digel refrefê dest bi dest
Bi emrê Xwedê ew birin pîşê dest
Di heft asîmanan Xwedê ew gerand
Helanîn Xwedê perde, rakir nîqab
Cemala Xwedê dît ewî bê h’îcab
Du caran bi çavan cemala wî dît
Lê derrê melaê dibêjin nedît
Mebe sebebê munkîrê qed rea
Ji xelqê tumaron eela ma yera
Eger tu dibêjî li ku dî Xweda
Xwedê ku li nik Sîdretulmunteha
Muh’eqeq bizan wî Xwedê dîtiye
Nîhayet nizanit h’eqîqet çiye
Ji bo wî tu nine ne mîthal û şebîh
Kesê wesf biket dê çi bêjit bedîh
Sîfat di sebee ji bo Zulcelal
Bizane heftin ê aarifê bîlkemal
Heyat û Zanîn, Qudret û Vînê, Kelam
Bihîstin digel Dîtinê bû temam
Qedîm in wekî zatê cumle ê zat
Xwedê nîne cewher, ne cîsm û ne eered
Ne kul, ne beed bizan bê xered
Eger bê guneh me mueezzeb biket
Ji bo wî heye me mueezzeb biket
Rewa ye biket ew li eebdî meşaq
Bi qehra xwe teklîfê ma la yutaq
Bi zulmê eger ew tekelluf biket
Di mulkê xwe da ew teserruf diket
Li me ferd e her çî ji bow î bikêr
Ne ferd e li wî ya ji bo me bi xêr
Iradet diket ew bi xêr û şeran
Rida nîne emma bi fîîla şeran
Bizan bende muxtarê fîîla xwe ye
Ne xaliq ne mecbûrê fîîla xwe ye
Muwafiq nebin qewl û niyyet, eemel
Li ba me dimînit îman bi xelel
Mirovê bi îman di dojê muqîm
Namînit bizan tu h’ekîm
Musilman bi qetl û zînayî tu car
Ne kafir dibit ne muxelled di nar
Ji meesiyetan wacib e tewbe zû
Guneh nine tewbe divîtin li dû
Ne meezûr e cahil ku xafil bitin
Ji Xaliq bi cehla xwe xafil bitin
Mirovê nizane delîlan durist
Dibêjin bi teqlîdê îman durist
Di weqtê eezaba Xwedê ket nizûl
Bi ser kafiran danîne îman qebûl
Wekî ji bo aasiyan nîne tewbe ricû’
Ji weqta kî roj ji mexreb be tilû’
Ji fîîla gunahan nebî ne berî
Ji qîsmê jinan nine pêxemberî
Weliyan keramet dikin jê zuhûr
Dikin herfê aadet gelek jê sudûr
Xwedê dê bibînin musilman bi çav
Wekî li sayî bitin hîva şivav
Ji bîr dê bikin nîîmeta cennetê
Wekî bi dest keve dewleta riwiyyetê
Betal e tenasux, meh’al e h’ilûl
Meke îîtîh’ada du tiştan qebûl
Eger tiştekî pir mucezza bikin
Qebûl naket êdî tecezza bikin
Heyûla tu nînin eedîm û eedîm
Denî kafir e ê dibêjin qedîm
Meke lic di Luqman û Iskenderî
Ji bo wan ne meerûf e pêxemberî
Yezîd î mirî leenetê lê meke
Be lebed xebîsî xwe têkil meke
Melayîk şeyatîn Cînan û wicûd
Heyin ta negê bona wan cih’ûd
Wekî yek in ev herdu pîşk temam
Di rizqî te yêd h’elal û h’eram
Bêjme te fedla seha’bê Resûl
Bi can bawere bi dil ke qebûl
Ebo Bekir sedîq e yar e şefîq
Ew thanî îthnan di xarê refîq
Ji ewwil di fedla sehab sermed ew e
Kerîm û eezîz sah’ib keramet ew e
Di pê wî bi h’eq U’mer dîn penah
Bi feth’ê di wî şane xundkar
Xîlafet kemer ji bo mecala wî best
Ji h’ukmê wî pişta muxalif şikest
Di pê wî ve Osman bi h’eq bû h’ekîm
Ji Kerrarî efdeltir e bê guman
Eve îîtîqada me der h’eqê wan
Di pê wan Elî sahibê Zulfîqar
Suwarê li Duldul şehê namdar
Tefewuq li serî di mayî heye
Bi meena birayê Resûlê me ye
şefaeet dikin ewliya û enbiya
Bi îzna Xwedê bo kesê eşqiya
Di xeybê h’idorê duaa ye ether
Dibînit ji bora eyaba xeber
Bi fîîlê di qenc tu meke minnetê
Bi fedla Xwedê dê biçî cennetê
Bihişt û cehennem heyin vê demê
Fena nabin ew naçine eedemê
Yeqîn dê bibîtin di Yewmilqiyam
Hîsaba h’elalî û eezaba h’eram
Ji bo ehlê xeyran necat û rîda
Ji bo ehlê şeran îîqab û ceza
Di qebrê da dê bit ji xelqê mirî
Suala Nekîrî digel Munkerî
Di h’eşrê teraz û mîzan heye
Xerabî û qencî û kêşan heye
Sîrat ew pira bi xewf û xeter
Cemîîê xelaîq dikin lê nezer
Cehennem li bin da û cennet li pêş
Li ser wê îlahî tu destim bikêş
Weger ne ez î mucrimê bed eemel
Dizanim ku dê bîte ser min xelel
Bi fîîlê di min ya îlahî neke
Digel min bi îh’san û lutfa xwe ke
Min û cumle ummeta Mustefa
Bibî cennet tabîêê Mustefa
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |