Ger Bidiya Ew Senema Surcemîl

Ger Bidiya Ew Senema Surcemîl
by Melayê Cizîrî
307688Ger Bidiya Ew Senema SurcemîlMelayê Cizîrî

Ger bidiya ew senema surcemîl
Nazilê erdan nedibû Cebre'îl

Min nezerek li husn û cemala te kir
Ayîne yek dî mi ji nûra celîl

Lew ji lebê le'lê te can bû xecil
Badeyê engurî kuca selsebîl

Dêl me hezar in te di bendê welê
»Leyse lena 'enke mecalu bedîl«

»Ma ena wehdî bike min muxremin
Kem leke qeblî şexefen min qetîl«

Dar û derdê mi tu yî canê min
»Hel bi-siwe l-weşli şifa'u l-'elîl«

sebr û sukûn çûne me nêv Dicle da
Lew ji du çeşman me dizêt ab-i Nîl

Bes ne mi sed çeşme ji çeşman dizêt
»Mezce demin dem'u 'uyûnî yesîl«

Pir me nezer da te ji ser ta qedem
»Qed rece'e t-terfu we-'eqlî kelîl«

Mislê te ma bûne weya ma dibin
Roj ko tecella ye çi hacet delîl

»Qed selebe r-rûhe 'ela xefletin
Iz heceme l-qelbe bi-terfin kehîl«

Gerçi li ber derb û cefan fîl-i bûm
Bê mefer ez mat-i kirim şah û fîl

Can didirim guft-i bi yek bûse de
Lê bibitin le'lê şekerxa kefîl

Gerçi di nêv helqeya şêran im ez
»Leyse 'eleyna li-'idana sebîl«

Zor-i Mela firqetê ebter kirîn
»Inne mine s-sa'eti yewme r-rehîl«

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse