Gutim Be Bextî Xewallû

Gutim Be Bextî Xewallû
by Hecî Qadirê Koyî
309076Gutim Be Bextî XewallûHecî Qadirê Koyî

Gutim be bextî xewallû bese etûbî Xuda
Le xew helliste zemanê biçînewe ew la

Gurrey beharî ye êstêke şax û daxî willat
Pirr e le lalewî nesrîn û nergsî şehla

Le girmegirmî sehab û le hajey baran
çîya ye pirr le herwa û niwall e pirr le seda

Pirr e le seyl û le golla û kanî rûy zemîn
Pirr e le berq û birîqey birûske cewî sema

şkofe dirhemî şabaşî bayî we’de deka
Le şewqî meqdemî xemllîwe dar û berdî çîya

Pîyalleyî zerrî nergis le ser kefî sîmîn
Pirr e le şebnimî wek durr û lu’lu’î lala

Gullîş bî penceyî feyrûz e camî yaqûtî
Lebo nîsarî muhayya ye pirr le zerrî tella

Le şadî wek sefî şayî le kêwî kej ezhar
Heja be xel’etî gulgûn û kewte reqs û sema

çemen le lale mîsalî xetî ruxî dulber
Sîyah çadirî lê bote xallî ser gona

Le kin binewşe û xaw û hellall û beybûnî
Hellallî pêsteyî xaw e ‘ebîr û muşkî xeta

çîya le tewqe serî darrijawe ta kemerî
çu zulfî sunbulî derhem, çu perçemî berreza

Be coşî agirî gullnarî kanî helldequllê
Mîsalî dîdeyî Wamîq le hesretî ‘Ezra

Qellatî zîwî ruxawe heres be topî nesîm
Supahî lale û gull çadirî le cê hellda

Le goleşînê ke qaz û mirawî dên û deçin
Nezîrî mah û sitare n le qulzumî mîna

şiney nesîm e seday awî safî ser qellbez
Be wirşewirşî giya şengebî buwe şeyda

Xirîng û horrî qullîng û qetarî sî le seran
Deyêt û kew defirrêt û şehîn çirîke deka

Le pîrepîr û le simkollî pîrega kêwî
Delerzê gawî zemîn û detirsê gawî sema

Le deng û dûkellî şînî tifengî nîçîrewan
Mîsalî sunbulî zullfî ke têk biçê be seba

çîya ye şêx û keway sewz e, mêzerî befir e
Sîwakî çûzere rêwas e, teylesanî gella

çemen le lale û reyhan û nestere n îmrro
Supîhr û subh û şew e û aftabî wextî zuha

çinar û ‘er’er e defzen hezar e nexmeseray
Gîyaşî zakîr e tesbîhî şebnimî lemla

Le jûrî mêgelî hewr e, le jêrî mêgelî merr
şebîhî gulşenî xezra ye tûdeyî xebra

Le kêw û kej ke ser êware dêtewe mallat
Le dewrî çadirî sahêbî mewcî da westa

Le hîlehîlî kehêl û le barrebarrî merran
Le dengî qurreyî gacût û burreyî manga

Le gurgelûr û hepey seg, le qarreqarrî bizin
Le ‘eksî dengî dûbarey ke dêtewe le çiya

Le oheohey gawan û qîrreqîrrî şiwan
Le bigre-berdey kaban debête heşr û hela

Mela’îkey serî taq û rewaqî mînayî
Debête cunbuş û lerzîn, dekewne hewlewela

Ke hellkira şewê agirî le kullî reşmallek
Xicil debin le zewayay xeymeyî wala

‘Utarîd û zuhel û aftab û mahî temam
Xulase sabît û seyyare ta degate suha

Seba dezanî jiyanim le dûrîyan merg e
Desa were be kizey xot xicil bike îsa

Eger min im le fîraqyan kizem le cergewe dê
Eger dill e weku cergim dellêy ewa sûta

Le paşî em hemû dastane bextî xwab alûd
Mîsalî ejderî nûstû be riq le xew hesta

Cewabî damewe emma cewabekî wa req
Nema mecalî meqal û mubahese lem la

Gutî hetaku xezan û behar û zistan e
Medarî eyşî mewalîdî ‘alemî xebra

Beharî wa hemû sallêkî dêtewe emma
Ewanî deçine diyarî memalîkî ‘uqba

Yekêkî nayetewe; çûnyan her ew çûn e
Le şêx û ‘alîm û cahîl, le padşah û geda

Mekan e, şewqî be ‘êlat e, peşme kone hewar
Heyat e zewqî beehbab e, baye ab û hewa

Rifîqî kone nemawin, ciwanekan pîr in
Be şeq derron û le darî diyar e şeqqî ‘esa

Le dûsedî yekekî zehmet e binasîyewe
Meger be naw û nîşan û be xizm û bab û bira

Ke bêyî û biçiyewe êsta ke’ennehu dîsan
Sefer dekey le weten deçiye şarî Cabulqa

Xulasey qise êstêke mesllehet eme ye
Billêy be wechî nesîhet, be kaxez û înşa

Eman kurranî refîq û biraderanî willat
Be êwe her ke geyî em kelamî bî serûpa

Le paş ewey ke tesîhe û mutalle’ey bikrê
Be yadî min le berî ken le rûy mîhr û wefa

Heta le xîttey bêgane fexrî pêwe bikem
Le beynî zumrey ehya û mecme’î mewta

Winî meken weku asarî Nalî û Kurdî
Le sehwî dîde bipoşin, guzer biken le xeta

Nîye le mumkînî îmkan xeta û sehwî nebê
Be xeyrî xwacey dîwanî ‘ellemel esma

Ewî hesûd û cehûl in, leîm û rexnegir in
Le ‘eyb û rexney ‘alîm berî debin udeba

Emane zadey efkar û xoşewîstî min in
Eger qebîh û kerîh in, eger şel û e’ma

Mîsalî ferxey jîşk ke pêy dellê daykî
îlahî qaqum e ya xez, semûre ya dîba

şebîhî colle ke razî nebê be serdirî xoy
Mellên fesahetî kurdî be farisî naga

Belaxetêkî heye, hîç zubanê naygatê
Le bê te’essubî kurdane bê rewac û beha

Ke xotî tê negeyênî, le nîktekanî negey
Dellêy hemûy hezeyan e, Xuda bellay lê da

Bellam ewanî ke serrafî zêrr û zîwî qisen
Be şehrewayî dezanin, çi sikkeyêke rewa

çi hîkmetêk e ke asarî kurd e namûsî
Ne kîmîyaye ne ‘enqa le beynî ême nema

îlahî neyxeye ber çengî mendebûrî leîm
Niqûdî Hacî ke neydîwe Xusrew û Dara

Umêdî wa ye nesîbî kerîmekî wa bê
Be xêrî daykî û babî le rêy xu da bîba

Gelê qisem le dilla bû, hîkayetim mabû
Keçî le bextî keçim xame nûkî lêre şka


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.