Hakim û Mîrekanî Kurdistan

Hakim û Mîrekanî Kurdistan
by Hecî Qadirê Koyî

Hakim û mîrekanî Kurdistan
Her le Botanewe heta Baban

Yek be yek hafîzî şerî’et bûn
Seyyidî qewm û şêxî mîllet bûn

Seyyid û şêxekan le tirsî ewan
Munzewî bûn û zakîrî rehman

Her ke fewtan rîyay ewan derkewt
Seyrî çon bûne pûş û agir û newt

Yekê lem lawe rû dekate ‘ecem
Dû le ew lawe debine dujminî hem

Dû hezar fesad kira lem la
Bûne qatîl ewanî tir lew la

Yek be yek bûne naîbî Hemewend
Sahîbî Martîn û marî gezend

Mîlletîş hênd ker in weku caran
Destyan maç deken dellên qurban

Ger le sehra mela nemirdaye
Gurgeşîn ba kerî bixwardaye

şêrî dirrunde wek le bêşe nema
Gurg û mam rêwî dêne reqs û sema

Min le xemxwarî em qisane dekem
Werine peşme le lam hemû ‘alem

Em qisey êste ‘eybî lê degirin
Ew demeş dê ke êwe boy demirin

Em be ew, ew be em dellê kake
Seyrî qanûnî Hacî çend çak e!

Her çi lonê îşaretî fermû,
Wek keramet hemûy weha derçû

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse