Heda Debû
by Ceferqulî Zengêlî
309007Heda DebûCeferqulî Zengêlî

Heda debû, rû bi rû
Extelat dekir, deçû
Dilê min ê întizar
Çavê min ê hîn bi dû
Xwudawendê karsaz
Çê kiriye reng û rû
Nesîw û qismetê min
Dereng meke bide zû
Milwaryê min bi min gihîn
Her dem dewêjim ya Hû


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.