Ji Nû Dil Suhtî

Ji Nû Dil Suhtî
by Pertew Begê Hekarî
308992Ji Nû Dil SuhtîPertew Begê Hekarî

Ji nû dil suhtî huba mahîsîma
Qet nabêjit, halê te çî ye bîma?

şua' û Pertewê da heftê iqlîm
Ji şems û afîtaba rûyê zîba

Li min kun kir ceger tîra evînê
"Exusnî ya xiyasî ya kerîma"

Gelek mest û mîşeweş kirme îro
Niyaz û avîran û xemz û îma

Qeder dê min ji îşqa yarê dîtî
Kirin 'acîz du sed Luqman û Sîna

Dera rê lê nebînim can heyatê
çî lê kîm ger heyîn sed dîde-bîna

Tu Pertew derdê xem daîm nesîb î
Lemanan bêje carek ey dîlê ma


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.