Kengî
Kengî emê dil xweş bijîn
Derbin ji bin destê neyar
Koh û kelat serxweş bibin
Bişkînin qîdûhim zinar
Canê me bê kuştin û şer
Bijî serxweş û payedar
Serbest bixwîniamêr û jin
Behsî nema bibin siwar
Destûr û qanûna welat
Xurtî bide bi rengê baz
Sorgul di baxa geş bibin
Bilbil bidê sed reng awaz
Bi partî û şewket û tac
Bi çarû hêvî û neyaz
Zîndan û bend qettinebin
Doza welat bêt serfiraz
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.
Public domainPublic domainfalsefalse