Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê)

Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê)
by Melayê Cizîrî
307710Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê)Melayê Cizîrî

Kes ned’ye sehergeh ko çi nazikweres î tu
Me j’ belgê gul û nêrgizê sermest-i bes î tu

Zanim ne tinê ko yedê beyda tu didêrî
Wer xweş ke şehîdên xwe ko 'îsanefes î tu

Rûh î tu ne cism î ji cemalê bi çi ismî
Reng-i reng-i tibî keşf û şuhûdê çi kes î tu

Roj î tu li şerq î bi cemala xwe we berq î
Bi l-lah ko ji ser çeşmeyê eqdes qebes î tu

Bi l-lah ji çi nûr î we tecella li çi tor î
Geh geh li seraperdeyê can multemes î tu

şemsa felek î ya melek î hê jî nizanim
Horî û perî ya bi xwe Rûhu l-qudus î tu

Cana ceres û rehberê 'işqa te ez im qet
Ageh bi fixan û herekatê ceresî tu

Ma yek nefesek min dibitin bê tu wucûdek
Dê bê te çi bim hem tu ruh î hem nefes î tu

'Işqa te me go zêrisifet zerd kirîn go
Iksîr e evîna me bi 'eynî we mes î tu

Min go ji nigaran tu gul î bes bişukuh be
Zanim ne muhib her ne kes û xarûxes î tu

Ey horîsiriştê li me xweş meywe te ber kir
Cennat e di wesla te we ateşperes î tu

Min go di şevan şubhê nucûman bi tewaf în
Go 'işwe dizanin bi çi qest û hewes î tu

Min go me bi tîxan vedê nakin ji derê te
Go em ji nebat în we li teb'ê meges î tu

Min go ji kemenda serê zulfa te verestim
Perwazê lebê le'lê me go ger veresî tu

Yekdem venehiştîn te di hamûnê firaqê
Bê hemdemê derdan ko çi firyadres î tu

Min go ji dilê şubhê bixûr xweş te bi ker kir
Ker kir bi du le'lên xwe şeker go 'edes î tu

Min go li rexan în neko kecrew weko ferzîn
şah gote mi kiş mat-i li baz-i feres î tu

Min go te divê ser ji reqîbî bibirim ez
Go min diye zanim dibirî jê meqes î tu

Ta çend-i bixef bade binoşî we nefes da
îca bi def û ney were mîrê 'eses î tu

Min go ji qedîm ez meyê 'işqa te dinoşim
Go min ji 'uşaqan ne tinê mey teles î tu

Min go di şevan şubhê şemalan we disojin
Perwanesifet ca here bê şewt û his î tu

Min go beşer û quwwetê sem'a mi tu yî go
Zanîn te em în rûh û mucerred qefes î tu

Te ji zulfê butan şihhet Mela reştir e tali'
Yarê te seher bêt û biret pê nehesî tu


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.