Kuzî Gazê Egezê

Kuzî Gazê Egezê
by Şêx Rizayê Talebanî

Kuzî Gazê egezê kêr weku gaz
Berî ‘ersey pan e wek deştî Hîcaz

Qîtkeyekî heye wek kêwî Demawend ‘Ela
Pirr le hêlane kew û qişqirre û kotir û baz

Bom denêrê nîsk û nok û sûtenî û xake û xellûz
Lazim e bo gorrî Hacî her bixwênim qul ‘eûz

Hatemîş, rastit dewê, nagate Hacî bo sefa
Mahî Enwer key debête neyîrî ‘alem firûz

Herweku eşkim be rengî sûrî xoy xwênîn e kuz
Dastanî şahnamey Xesrew û şîrîn e kuz

înşiqaqî herweku kallek le ber şîrînî ye
Her kesê neyçeştibê nazanê çend şîrîn e kuz

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse