Le Cumley Maceray
Le cumley maceray dûrî wîlayet
Emeş basêk e xoş e wek hîkayet
şewê danîştibûm bê şem’ û mîsbah
Etoy hênawe yadim kake Fettah
Gutî: Ba kaxezêkî bo binêrîn
Muhîbbî sadîq e û hemrrazî dêrîn
Minîş em nameyem nûsî be te’cîl
şirrûwirr wek xerar û kone zenbîl
Be bê teswîd û teshîh û mubalat
Weku beytî bile her çonê bom hat
Bellam efkarî xom e nezmî kurdî
Le xumxaney xeyallî saf û wirdî
‘îbaratî “dehrî” û “tazî”-m nehêna
Dezanê mallî xome merdî dana
Le ber pîrî emende bêhewas im
Dellêy erkanî îslamî înas im
Ser û rîşim serapa bote lok e
Be şew hemrraz me pişmîn û koke
Xerîbî xurbetî kirdim be ewtan
Serapa erzî lê kirdûme zîndan
Welêkîn to kerîm îbnul kerîm î
Be rehmet babî eş’arî yetîmî
Eto mawê le nuqqadî wîlayet
Ewanî tir hemû bûne hîkayet
Eger Nalî bû lêre nallî awêt
Dillî Kurdî buwe gerdê le ber pêt
Minîş katê dezanî pêm hellengût
Ecel bay serrserr êmeş perrûpût
Ke name geyîye êre morman kird
Min û Fettahî dana zefman kird
Celîman nûsî erqamî wisûlî
Be ummêdî qibûlîy bêfizûlî
Refîqanim le Koye aşna nîn
Wiqûfî hallî êmey bênewa nîn
Selamêk e dîyarîman dîyar e
Le dar û berdî ew dar û dîyar e
Xisûsen astaney ercumendî
Celîzadêk e ‘Ebdulla Efendî
çi ‘Ebdulla ‘Ubeydullahî ehrar
Musexxer bendeyêk e zerr xirrîdar
Zekawet kanîyêk e toy derawî
Xetî îqrarî nûsîwe Zehawî
Melayêkî feqê yane wîqarit
Beyanit aw e, girde îqtîdarit
‘Lûmit kafî ye û şafî be wacîb
Le kiwê to debite hacîb îbnu hacîb
Le daxî to desûtê Nefteweyhî
Weku bê zerd buwe rûy Sîbeweyhî
Le meydanî fesahet to mucellî
Herîrî talî ye û Se’dî musellî
Be xeyrî ceddî êwe kîh e dana
Le Kurdistan esasî ‘îlmî dana
Were ba bêyne ser basî nîhanî
Be yadî ‘eyş û eyyamî cewanî
Be fîkrit dê zemanê çûyne Ballek
Be pêxawsî ne kewşim bû ne kallek
Le ber pêm dirrk û dar û şax û barî
Weku mexmer bû nermî ya neqallî
Ke çûyne Sîngurre Sînem girrî best
Weku qendîlî sergerdan, weku mest
Dellên êsta hewarî gurg û şêran
Weku qelbî hesûdî to ye wêran
çikawe awî pirj û golleşînî
Nemawe jiher le kotir ta şehînî
Gerûy şêxî le luqmey kuç û baran
Mu’rra ye mîsalî rozedaran
Eme dinya ye namînê heta ser
Le bo az û dana, hîz û maker
Mellê em qîsseye bê rê û hê ye
Le tirsî to nebê hêşta le kiwê ye
Le derdî dûrî û cewrî zemane
Gelê nezdîk e zor dûrî mezane
Le xom agir hellênim wek çinarok
Le çawim girye derbê wek hemamok
Be sed qeyd û hewaşî derdî dûrî
Beyanî nakirê xeyrez sebûrî
Le me û pêş şemmeyek ‘erzî etom kird
Billawe fîkr û ‘eqllim, weswesey kird
Ke wa bû çak e camey xom qeba kem
Berî dest hellbirrim rûy xom le Xuwa kem
Billêm ey razîqî mêşûle û fîl
Be heqqî Cubreîl û hem Sirafîl
Hellîkey beyreqî kurdî le dewran
Le mabeynî Kekon û Heybesulltan
Le şerq û xerbewe ta qît’ey Ko
Le ber goçamî emrit bê weku go
Dezanî zehmet e te’dadî yaran
Be sed hawîn û zistan û beharan
Dîyar e dostdaranî emin kê n
Le Xoşnaw û le Ako û deştî Bîtwên
Le ême her kesê pirsî temamî
Wekîlî mutlhqî serfî selam î
Weku min toş binûse bê te’emmul
Cewabî namekem manendî bilbil
Xerez destxettî to ye, na’îlacî
Billa me’nay nebê wek beytî Hacî
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |