Melaîk Ji Bo Wî Hene Bê Eded

Melaîk Ji Bo Wî Hene Bê Eded
by Mele Xelîlê Sêrtî

Melaîk ji bo wî hene bê 'eded,
Mudamî îbadet dikin bê meded.

Hinek jê xewasin, welê heryekî,
Vibuhtî kirî ew ji bo şolekî.

'Enasir çiharin, ji wanin melek,
Wekî ins û cin, nûre qismê gelek.

Di wan û di me ax û cinan hewa,
Di şeytani nare, ewê bê newa.

Ne mêr û ne jin, bê xwer û vexwerin,
Li şiklan-i qadir bi çeng û perin.

Fena dê bibin ew biçin Cermetê,
Ji bo ehlê wêre bikin xizmetê.

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse