Mela Me
by Melayê Cizîrî

Mela me li gerdena dilber ji nû sed bûse mayin deyn
Mecalê dê bixwazim jê dibê deynê te »fewqe l-'eyn«

Bi remza qabê qewseyn-i ji wan birhan xeberdar în
»Fe-ati l-qewse barîha ela ya ramîye l-qewseyn«

Ji sirra lamekan wacib tenezzul kir di imkanê
»Fe-eyne l-'ilmu eyne l-'eyn we-eyne l-eynu iz la-eyn«

Ji mabeyna du ebrûyan peyapey berqê lami' tên
Bi 'eynê ger bibî şafe çi nûrek şirf e ew mabeyn

Bi destûra te, da wî jî ji vê navê verêkim ez
»Fe-şeffi l-'eyne nûre l-'eyn ela ya zeyne kulle z-zeyn«

Bihayê 'işweyek le'lan me yekser »ma melek« bexşî
Dil û can jî li ser danî we zalim hêj dibêjit deyn

Mela her wî bibîn her wî eger her wî dinasî tu
»Huwe l-me'bûd huwe l-meşhûdu bel la xeyre fi d-dareyn«

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse