Metnî Kutubî Em Dere
Metnî kutûbî em duwe ba şerhî kirabê
îşkalî rimûzî meseley Qazî mabê
Qazî herro sînet superî tîrî qeza bê
Wek dînî rewafîz bedenit bê serûpa bê
Xot hakimî em mes’eleye key debê wa bê
Pîrî weku to mahî hebê û makerî gabê
Bê mirwetê bem mirwete qet mirwetî nabê
Sed def’e kerîş herweku to mirwetî gabê
Hacî dellê em mîsre’e te’rîxî ye Qazî
însafî nîye, ‘arî çî ye, mirwetî gabê!
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |