Mey Nenoşî (Xelet)

Mey Nenoşî (Xelet)
by Melayê Cizîrî

Mey nenoşî şeyxê Sen'anî xelet
Ew neçû nêv Ermenistanê xelet

Mislê Mûsa wî tecellaya te dî
Ê tu dî kanî xeta hanî xelet

Wî nedî bejna te û dayê qiyas
Hikmetê lew çûye burhanê xelet

Setweta Leylê yeqîn Mecnûn tepand
Wer ne qeys naket beyabanê xelet

Wek Nişanî neqş û nîşanek te dî
Ê ko nîşanek te dî kanî xelet

Ez giham ava heyatê xef ji dil
Xudr-i vajî çûye heywanê xelet

şahnişînên nazikan dayi' mekin
Da nebînî dil bi vê xanê xelet

Ellah Ellah çerx û dolabê dinê
Nuqte qet nakit di dewranê xelet

Roz û şeb her seyrê dîdara te tên
Nakirin ew dewr û seyranê xelet

Hon nebên meşşateyê xef daniye
Hemqeran kir xal û nîşanê xelet

Dê bi ser canê me murwet da me êx
Bişkowên benda girîbanê xelet

Ser nebî ber kufrê zulfê 'aqibet
Ez ditirsim lê ji îmanê xelet

Pehniya vê çerx û dolabê dinê
Nisbeta erbabê 'urfanê xelet

Nusxe'ê 'alem hemî 'unwanek e
Nuqteyek nabit di 'unwanê xelet

Qulzum û bayên muxalif tê pir in
Da nekelşên darê sukkanê xelet

Da bizanî pehlewanî mûyekê
Dest nedî li-l-lahi mîzanê xelet

Wî di destê min gula geş pir xwinav
Heyf-i bilbil çû gulistanê xelet

Hêj-i sehwa xame'ê bû werne min
Ev xelet nakir di dîwanê xelet

Wî li ser bejna te ev seywan veda
Wer ne nada roj-i seywanê xelet

Geh dil û geh can dibin tirkên te tên
Nakirin yexma û talanê xelet

Meşrebê tirkan Firat û Nîl-i kir
Teşneleb çû terfê 'Ummanê xelet

Pîrê hikmetbîn li wifqa meşreban
Kes nedî mey rêhte fincanê xelet

Rast e yek qanûn seraser nîne tê
Xwehrî û pêçên perîşanî xelet

Pakiteb' û quwwetek mewzûn divêt
Da nedit sen'et bi idmanê xelet

Merdimên çehvên Melê 'eksa xwe dî
Wek Nişanî ma li nîşanê xelet

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse