Muxbeçeyên Meyfiroş

Muxbeçeyên Meyfiroş
by Melayê Cizîrî

Muxbeçeyên meyfiroş
Her seherê tên sema
Badexwiran noşi-noş
Mane li dorê cema

Hin gulê bo'enber in
Hin di şîrîn esmer in
Hin guherî-dane yin
Mislê Suheylê sema

Hin zerî ne pirsir in
Ser bi per in dêmdur in
Min ko di çerxê we dî
Sebr û qerarim nema

Sebr û qerarim ko bir
Can û ceger hûr dikir
Zulmê we reng kê dikir
Can dibir û dil teba

Can û dilê min ew e
horiweşê min ew e
Padişehê min ew e
Ez li derê wî geda

Yarê ko dî em geda
Dest-i bi destê me da
Em bi semayê birîn
reqs û sema jê we ma

Gote me durdane yî
Em ji te û tu ji me yî
Lew bi heqîqet yek in
Mes'ele bêşubhe ma

Dame bi destê sirê
Cama ji rengê durê
Cezbe giha can û dil
Pir şewişandin hema

Bade mi noşî ji dest
çûme ji xwe mame mest
Qetre bi behrê giha
Behr-i bi 'eynê xwe ma

Gûş-i bi 'amê mede
Terka medamê mede
Ekseruhum fî xuma
Exlebuhum fî 'ema

herf-i ji yek bûne feşl
Ger bibirî wan bi eşl
herf-i dibit yek xetek
Xet ko nema nuqte ma

Wehdet-i mutleq Mela
Nûr e di qelban cela
Zor-i di vê mes'elê
Ehlê dilan şubhe ma

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse