Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs)

Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs)
by Melayê Cizîrî
307734Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs)Melayê Cizîrî

Namê 'enberşikenê bêt ji 'enber meke behs
Bil ji wê silsile û zulfê mu'enber meke behs

Veke lêvê we ji nêvê biwerîn qend û nebat
Ji lebê le'leşeker bêj û ji şekker meke behs

Bi ser enguştê 'eqîqê bide fincana rehîq
Abê heywan te çi yin nav-i ji kewser meke behs

Zeriyên şehla û durdane bibin şahidê bezm
Ji genimreng û siyehçerde û esmer meke behs

Dê bişaret bi işaret ji neyê bête sema'
Tu ji nayê di sema'ê bike bawer meke behs

Bi wê nihalê bi deraxûş û bidê canê şirîn
şaxê 'umrê bixwe ber jê we ji Qeyşer meke behs

Ayeta husnê mufeşşel ke ji keşşafê cemal
'Ilmê 'işqê bike tefsîr û ji defter meke behs

Razê dehrê ji sipihrê tû nizanî bi cedel
Hikmeta dawer e tu j’ hikmeta dawer meke behs

Ab-i heywan te divêtin tu bibe hemrehê xudr
Cama Cem bîn û ji Dara û Sikender meke behs

Ji ezel 'aqibeta karê ko me'lûm-i nebit
Cama mey noş û ji teqdîra muqedder meke behs

Dil yarê me nebû nerm-i bi sed ab-i girî
Ji dilê dilbera ma û berê mermer meke behs

Tîr-i sed têne ceger sîne li ber maye çeper
Ji dil û cergê kul û sîneyê kerker meke behs

şîrê elmasî kişînit tu ji lami' de xeber
Vekirit huqqe'ê yaqût-i ji gewher meke behs

Ji şefeq Zuhre xwiya bit tu binê perwînan
Cebhetê ew binumêt tu ji meh û xawer meke behs

Li rûyê yarê du meh new me qeran dîne di mest
Tu ji seyra qemerê tali' û exter meke behs

Pir ji dêm û xet û xalan te xeber daye Mela
nezerê wer bide bejnê ji mufesser meke behs

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse