Nazika Min
by Melayê Cizîrî

Nazika min di semayê bi ser enguşt-i 'eqîq
Da mi îro di serayê qedehek taze rehîq

Mi ji dest û yedê beyda qedehek şafî vexwar
»şe'şe'aniyyin ke-necmin bi-senahu we-berîq«

Sirrê le'lê lebê canbexş-i nizanî tu bi behs
»E'idi n-nezrete ya naçiru fe-s-sirru deqîq«

Bi lebê le'lê şekerxende şikêna şekerek
»Ena bi-l-we'di le-wasiq fe-lehe l-we'du wesîq«

Di riya durrê muradê mi serî daniye rê
»Xudtu fi l-behri we-la zewreqe we-l-behru 'emîq«

Mi ji xeflet seherê dî we du remzan kuştim
Xweş bi heqqê xwe gehiştim »ena bi-l-qetli heqîq«

Qet neko qetle dikim bê guneh û mezlûm e
»Reşeqetnî bi-nibalin we-remetnî bi-remîq«

Tîr û rim herdu li dil dan li ceger çespan-i kir
Ew ji xwîna min e riştî tiliyên şohr-i 'eqîq

Sosinên tey ter û nazik li gulan te'ne didin
»Fe-bihe l-'enberu fa'ih we-bihe l-misku 'ebîq«

çi bi kuştin çi bi hiştin tu ko ferman bikirî
Ez bi hukmê te xweş im »Ehmedu 'ebdun we-reqîq«

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse