Nemirdim
Nemirdim min eger em care bê to
neçim şert bê heta em xware bê to
derûnim xalîye wek 'ney' denalê
hewarêkî çi pirr haware bê to
Bînayîm kwêre helnayê be rûy kes
mujem yek yek delêy bizmare bê to
hemû e'zayî nalînim denalê
serapam mîslî mosîqare bê to
qesem bew şerbetî dîdarî paket
şerabim 'eynî jehrî mare bê to
le kin to xar û xes gulzare bê min
le kin min xermenî gul xare bê to
le kin min ba wicudî nas û ecnas
kesî têda nîye em şare bê to
heta tom aşna bûy aşnam bûn
emêsta mû be mû exyare bê to
hemû rojê letaw hîcranî emsal
temennay mirdinî pêrare bê to
le hesret serûy qedit çawî 'nalî'
dû coge belku dû rûbare bê to
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |