Peymana YNyê ya di warê mafên zarokan de

Peymana YNyê ya di warê mafên zarokan de – versîyona kurt

Peymana Ynyê ya di warê mafên zarokan de ji 54 bendan pêk tê. Ev Peymana zarokan bi versîyona kurt û bi zimanekî hêsan hatiye amadekirin, hemû bend di vê tekstê de nehatine nivîsîn.

  • Bend 1

Zarok her mirovê ku di binîya 18 salan de ye.

  • Bend 2

Hemû zarok xwedîyê eynî mafan û eynî hêjayîyan in. Tu kes nikare dîskrîmîne bibe.

  • Bend 3

Divê menfaeta zarokan hertim di ser hertiştî re be.

  • Bend 4

Dewletên Peymanê divê bi îmkanên xwe yên berdest ên herî dawîyê hewil bide, da mafên zarokan ên civakî, aborî û çandî pêk bîne. Gava îmkan têrê nekin, divê bi rêya hevkarîya navneteweyî li çareyan bigerin.

  • Bend 6

Mafê her zarokî heye ku bijî û pêş de biçe.

  • Bend 7

Mafê her zarokî heye ku xwedîyê navekî be û hevwelatîyekî hebe. Mafê her zarokî heye ku heta ku mimkun be, zanibe bê kî dê û bavê wî ne.

  • Bend 9

Divê zarok ji derveyî rewşên ji bo menfaeta wî, bêyî îradeya xwe ji dêûbavê xwe neyê veqetandin. Zarokê ku ne li ba dêya xwe û ne jî li ba bavê xwe dimîne, xwedîmaf e ku bi awayekî peryodîk hem dêya xwe û hem jî bavê xwe bibîne.

  • Bend 10

Divê li miracaetên malbatan ên ku dixwazin di ser sînorên dewletan re dîsa bigîhêjin hevdu, bi awayekî erênî, mirovî û bi lez bê nihêrîn.

  • Bend 12-15

Mafê zarokî heye ku di hemû pirsên ku bi wî ve eleqedar in, fikira xwe bibêje. Gava dadgeh û meqamên resmî li dozên ku bi zarokan ve girêdayî ne dinihêrin, divê li zarokî bê guhdarîkirin û menfaeta zarokî di pêşîya hertiştî de be. Divê rêza mafê zarokî ya azadîya ramanî, azadîya wîjdanî û azadîya dînî bê girtin.

  • Bend 18

Hem dê û hem jî bav ji bo perwerdekirin û pêşdeçûna zarokî di destpêkê de xwedîyên berpirsîyara hevbeş in ne. Divê menfaeta zarokî ji bo wan di ser hertiştî re be.

  • Bend 19

Mafê zarokî heye ku li dijî şideta fizîkî û psîkoljîk û guhnedanê û bikaranîna ji alîyê dêûbavan ve, an jî ya ji alîyê welîyekî din ve bê paraztin.

  • Bend 20-21

Zarokê ku ji jîngeha malbata xwe bê par hatiye hiştin, xwedîyê mafê lênerîna alternatîv e. Di dema ewladkirinê de, divê dewlet li gora qanûnên heyî menfaeta zarokî ewle bikin.

  • Bend 22

Çi bi tena serê xwe bê û çi jî bi dêûbavê xwe re, an jî bi yekî din re hatibe, mafê zarokê penaber ê paraztin û alîkarîyê heye.

  • Bend 23

Her zarokê seqetîya wî ya fizîkî an jî psîkolojîk hebe, mafê wî yê jîyaneke baş û minasib a ku başdarîya wî ya civakê ya aktîv mimkun dike heye.

  • Bend 24

Mafê zarokî yê lênerîna tenduristî û nexweşîyê heye. Divê hemû welat ji bo kêmkirina mirina bebikan bixebitin û li dijî nexweşî, bêadanî û adetên tradîsyonel û yên zerarê didin tendirustîyê tê bikoşin.

  • Bend 28-29

Mafê zarokî yê dibistana bingehî ya belaş heye. Divê xwendin zarokî ji bo jîyanê amade bike, rêza ji bo mafên mirovan pêş de bibe û bi exlaqekî têgîhiştin, aştî, tolerans û dostanîya navbera gelan perwerde bike.

  • Bend 30

Zarokê ku aîdî eqalîyetan an jî aîdî kevnegelan be, mafê wî yê ziman, çand û dînê wî heye.

  • Bend 31

Mafê zarokî yê lîstik, vehêsîn û dema serbest heye.

  • Bend 32

Mafê zarokî heye ku li dijî bikaranîna ekonomîk û xebata dijwar a ku zerarê dide çûyina wî ya dibistanê an jî nahêle biçe dibistanê û siheta wî dixe xeterê bê paraztin.

  • Bend 33

Mafê zarokî heye ku li dijî bikaranîna narkotîkayê ya neqanûnî bê paraztin.

  • Bend 34

Mafê zarokî heye ku li dijî her awayê tecawiz û bikaranîna di qehpetî û pornografîyê de bê paraztin.

  • Bend 35

Divê rê li ber zarokrevandin, firotin an jî ticareta bi zarokan bê girtin.

  • Bend 37

Tu zarok nikare marûzî şikenceyê an miamele û cezeyeke zalim, hov an jî piçûkdîtinê bê hiştin. Tu zarok nikare bi awayekî bêqanûnî û kêfî ji azadîya xwe bê par bê hiştin. Nabe ku zarok bi cezeyê miebetê an jî îdamê bê cezekirin. Divê li her zarokê ji azadîyê bêpar, bi awayekî humanîst û bi rêz bê nihêrîn. Mafê zarokî heye ku tavilê alîkarîya hiqûqî bistîne. Mafê zarokê di girtîgehê de heye ku pêywendîyan bi malbata xwe re daîne û ji alîyê wan ve bê zîyaretkirin.

  • Bend 38

Tu zarokê ku temenê wî di binîya 18 salan re be nikare di beşdarîya şerî ya rasterast de bê bikaranîn. Tu kes nikare zarokê weha piçûk ji bo beşdarîya şerî bike leşker.

  • Bend 39

Zarokê ku bûye qurbanê guhnedanê, bikaranînê, îhmalkarî, şikence, şer an jî miameleyeke nemirovî ya din, mafê wî yê rehabîlîtasyon û civakveguncînê heye.

  • Bend 40

Zarokê ku ji bo sûcekî hatibe sûcdarkirin, an jî ji bo kirinên cezebar ceze lê hatibe birîn, mafê wî yê lênerîna ku hisê wî yê ji bo heysîyet û mafên kesên din ên mirovî û azadîyên bingehî pêşde bibe heye.

  • Bend 41

Gava qanûnên neteweyî yên din ji bo pêkanîna van mafan îmkanên mezintir bidin, hingê mafên di vê peymanê de hene derbas nabin.

  • Bend 42

Dewletên ku xwe bi vê peymanê ve girê daye qewl didin ku dê biryarname û prensîpên peymanê di nav mirovên gîhiştî û zarokan de bi tevayî bidin naskirin.

  • Bend 43-45

Biryarnameyên ji bo bê hemû welatên ku xwe bi vê peymanê ve girê daye, divê ji bo bicîhanîna wê çawa bixebitin. Di YNyê de Komîteyeke çavdêrîyê li raporên dewletên peymanê hûr dibe. Organên YNyê û rêxistinên îdeel jî dikarin bi awayê agahdarîkirina YNyê, beşdarîyê bikin.

  • Bend 46-54

Qaîdeyên ji bo ku dewletên din dê xwe çawa bi vê peymanê ve girê bidin û ev dê kengî dest pê bikin. Dewletên peymanê nikarin li hembera bendên ku li dijî mebest û armancên vê peymanê bin, bêdeng bimîne.