Pur Hezîn im
Pur hezîn im dûrîdest im xurbetê dil kir kebab
Dûr û mehcûr im ji yara nazika alîcenab
Berf û bapûkê tijî kir, dûr bû rahê alemê
Mam di darê xurbetê, dûr im ji dildara şebab
Der xeribê berf û barozê ecaîb dil kewand
Dê çikim ya Reb, medet dunya li min têk bû ezab
J’asîmanan berf dibarit, tête xwarê wek serad
Agirê hicran û xurbet, min di dil bû îltihab
Cumleyê alem di keyf û şahiyan de serbilind
Lê li ser min berf û ba ye, ah û kovan bêhisab
Rê li min hatîye girtin, mam di nêv hindî çiya
Kes nema zanî bi halê min feqîrê dilxerab
Ez di jêrê Kerbelayê mam di rê da berf û selc
Nagihim yar û weten defter, ne qasid, ne kitab
Nîn e teyrek ez verêkim hezreta yara ezîz
Xakiya bigrit ziyaret bînitin dîsa cewab
Fîrefîra rîhê serser tê digel wî berf û pûk
Sad ritil têtin bi hev ra rabûye mislê qubab
Qubbeya alem li ser min tengî kir berfa spî
Nabitin der heqqe me îro duayek mustecab
Kes dua nakit ji bo min, mam di darê xurbetê
Têk cîhan bûz e, spî nîn e reşayî wek xurab
Rehrew im ez rahê min dûr e xerîb im bêweten
Zêde berfê da li cergê min du sed tîr û nişab
Dil hemil nakit firaqa dilbera nazikbeden
Lê çikim berfek ecaîb kefte rê bûye hicab
Qesda qelbê min ne berf e, lê ji destê firqetê
Berf û bapûkê dikim m’ena, ku şêrin bit xitab
“Rûhî”ya bes bêje van ş’erên şewatê pur hezîn
Bo te digrîn dar û ber, deşt û çiya, ax û turab
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |