Quran a Pîroz/Furqan
- 25. Sûreta FurqanLi Mekkê hatîye hînartinê û 77 berate ne.Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn.
1- Ew (Yezdanê) ku li ser bendê xwe î (Muhemmed ra) pirtûka (bi nav) furqan hinartîye; ji bo ku ewa (pirtûka) bibe hişyarî ji bona gerdûnê ra pîroz e. 2- Ewê ku maldarî û seroktîya ezman û zemîn ji bo¬na wî ra ne heye! Ewa (Yezdan e). Ewî qe ji bona xwe ra tu zar ne girtine û ji bona wî ra tu hevrî jî, di maldarî û seroktîya wî da tune ye. Û ewî hemî tişt afirandîye, îdî (ewî hemî afirandinê xwe) bi pîvanî (danîne rêzikê wusa, ewan bi xweber pîvandina xwe pêk tînin) dixebitin. 3- Ewan (kesan) ji pêştirê (Yezdan ji bona xwe ra) ilahên wusa girtine, ku ewan (ilahên wan) qe tu tiştî na-aferînin, ewan bi xweber jî hatine afirandinê. Û ewan ji bona xwe ra jî qe tu kar û zîyanê nikarin bikin û ewan nikarin mirin û jîn û (ji piştî mirinê) rabûnê jî bikin. 4- Ewanê bûne file hene! (aha) gotîbûne: "Eva Qur’ana hey virike; (Muhemmed ewa) ji ber xwe bi vir bi rêk xistîye û hinek komalê mayî jî (wekî cihû û mexînî û mecûsan) arîkarîya wî kirîne (eva Qur’ana hûnandine)." Bi sond! Ewan (kesan) îdî cewr û derewê bê binî anîne (gotine). 5- Ewan (kesan aha jî) gotîbûne: "Eva Qur’ana hanê çîvanokê berêne (Muhemmed) ewan dide nivîsandinê, îdî di sibeh û evaran da ji bona (Muhemmed) ra tê xwendinê. 6- (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: “Ewê ku bi veşartîyên di ezman û zemîn da heyî, dizane, ewî eva (Qur’ana) hinartîye. Loma bi rastî ewa pir baxişkarê dilovîn e.” 7- Ewan (kesan aha jî) gotîbûne: "Eva çi saîyek e (ça dibe pêxember, ka mêze bikin?) xurekan dixwe û di kuça da jî digere. Heke li bal wî da firiştek bihata hinartinê, îdî ewî firişteyî jî bi wî ra hişyarî bikira (dibû ku me bi wî bawer bikira)." 8- "Ya jî li bal wî da xezînek hatibûya avêtinê (ku îdî ewî derdê bê pûlî nedîta) ya jî ji bona wî ra bostanek hebûya, îdî ewî (pêxemberî) ji wî bostanî bixwara (derdê birçîbûnê nedîta, diba ku me bi wî ba¬wer bikira)." Ewanê cewrkar jî (aha) gotine: “(Gelî kesan!) bi ras¬tî hûn bûne peyrewê mêrekî wusa, li wî hatîye ançkirin." 9- (Muhemmed!) Tu mêze bike (ewan kesan) ji bona te ra çi heçwekî çê kirine! Îdî ewan ji rêya rast) derketine, wunda bûne; ewan ji bona xwe ra qe tu rêyekî nikarin bibînin. 10- (Ew Xudayê) ku heke bivê we ji van (gotinê) wan qenctir ji bona te ra qencîyan pêk bîne, çiqa pîroz e! (Ewan qencîyên Xuda, ku ji te ra dide hene!) ewa bihişta di binê (darê wê da) çem dikişe û wê (di wê bihiştê da) ji bona te ra koşkan jî bigire. 11- Ewan (kesan bi tenê di mafê te da evan gotin, te¬nê ne gotine; lê ewan) danê rabûna hemî jî dane derewdêrandinê. Me jî ji bona wanê ku danê rabûna hemîtî didine derewdêrandinê, doja agir ê hilopît amade kirîye. 12- Gava ku ewan (kesan) ewî agirî ji cîyekî dûr da dibînin, ewan ji wî agirî hêrs û qîr û mirinîyê dibêhên. 13- Di gava, ku bi hev va têne girêdanê, li cîyekî dojeyî teng da têne avêtinê, ewan di wura da gazî mirinê dikin; (ka mirin! Tu li kuderêyî, were canê me bistîne, ku em ji vê şapatê felat bibin). 14- (Ji wan ra tê gotinê): “Hûn di îro da gazî mirinekî bi tenê nekin, hûn gazî pir mirinan bikin (loma çiqa hûn bişewitin werme temtêla mirinê, hûnê dîsa bêne jîtinê)." 15- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (ji bona we ra eva agir a) qencî bû, ya jî ewa bihişta her heya ku ji bo¬na xudaparizan hatîye peymandanê, qencî bû? Ewa ji bona (xudaparizan) xelat û êwirgah e. 16- Tişta ku ewan (xudapariz bivên) di wê da ji bona wan ra heye. Ewanê di wê da her gavê bimînin. Eva (xelat a xudaparizan) peymaneke wusa ne li ser Xudayê te bi vê nevê ye. 17- Di roya (ku Xudayê te) ewan (filan) bi tevê wan (ilahên) ku ewan ji pêştirê Yezdan, ji wan (ilah ra) perestî dikirin, dicivîne; îdî (Xudayê te) ji wan perestdaran (dipirse aha) dibêje: "Ma qey we evan bendeyên min ê hanênan ji rêya rast dane wundakirinê, ya jî ewanan bi xweber rêya rast wunda kiribûn?" 18- Ewan (perestdaran aha bersiva Yezdan dane û) gotine: "Em te ji kemasîyan diparisînin, babet nîne ji bona me ra, ku em ji pêştirê te, ji xwe ra serkaran bigirin, lê te berxwudarî da wan û bavê wan, heya ewan jî tu bîrva kirine. Şixwa ewan bi xwe¬ber jî komalekî teşqele bûne. 19- Îdî ka (gelî filan! bêjin;) vanê evan perestdarê we jî, we didine derewdêrandinê (ji bo çi hûn ji rêya rast derketin?) îdî di wê (gavê da) hûn ne dikarin şapatê ji xwe bidine para da û ne dikarin arîkarîya hev jî bikin. Kîjan ji we cewrê bike, bi rastî emê bi wî şapateke mezin bidine çeşnekirinê. 20- Me çiqa di berya te da saî şandine, hey ewan jî xwurek xwurine û di kunça da jî geryane. (Gelî kes û pêxemberan!) me hinek ji we, ji bona hinekên we ra xistîye sedema ceribandinê. Ka (gelo hûn) di hemberê hev da hewdanî dikin? Bi rastî Xudayê te (hemî tiştî) dibîne. 21- Ewanê guman nakin, ku wê (di dawiyê da) li bal me da werin, hene! (aha) gotine: "(Ji bona bawerîya me ra) ne diva (ku Yezdan) bi ser me da firiştek bihinarta, ya jî ne diva, ku me Xudayê xwe bidîta (me paşê bawer bikira)?" Bi sond! Ewan di hundurê xwe da, xwe mezin kirine, ewan bi deliqandineke mezin ji tixûbê xwe borîne. 22- Di roya ewan (gonehkaran) firiştan dibînin, di wê royê da ji bona gonehkaran tu mizginî tune ye (firiştan ji wan ra aha) dibêjin: "Ji bona (we ra mizgîn hatîye) qedexekirinê." 23- Me li bal wan da kirinê wan pêşkêş kirîye (loma ewan di cîhanê da guman dikiribûn, ku ewan qencî dikin) îdî me ewan kirinê wan xistîye ber bayeke ji hev çuyî, maye. 24- Hevrîyên bihiştî di wê royê da, di qencê êwrandanin û di rindtirê şûnê geşt a da nin. 25- Di roya ku ezman bi sedema ewrên sipî ji hev diçirin û firiştan bi hinartinekî (li pey hev) dihinirin. 26- Seroktî bi rastî di wê royê da ji bona (Yezdanê) dilovan ra ne. Bi rastî ewa roya li ser filan royeke zor teng e. 27- Di wê royê da merivê cewrkar her du destê xwe dixe devê xwe (digeze, aha) dibêje: "Xwezîka min bi saîyê (Yezdan) ra rêya serfırazê girtibûya." 28- "Xwelî li min be! Xwezîka min evê (ku ez ji rêya rast derxistime, ji bona xwe ra) bi hevaltê ne girtîbûya!" 29- "Bi sond! Ji piştî hatina rastîyê li bal min da, ewî ez ji rêya (rast derxistime). Şixwa pelîd ji bona merivan rûreşîyek e (ji piştî merivan ji rê derdixe, merivan bi tenê dihêle û diçe)." 30- Û saî jî (aha) gotîye: "Xudayê min! bi rastî komalê min, eva Qur’ana ji bona xwe ra dest berdanok girtîbûne (ji vê Qur’anê bi hemîtî dest berda bûne, qe haja wan ne maye)." 31- Her wusa me ji bona hemî pêxemberî ra ji goneh¬karan desteke neyar girtîye. Bi beledî û arîkarî, Xudayê te besê te ye. 32- Ewanê bûne file jî (aha) gotine: "Ne diva, ku eva Qur’ana li ser (Muhemmed) ra bi yek carî hatibûya hinartinê (îdî ewî ji bona hinartinê, hêvîdarî nekira,me jî çi ji wî bipirsîya, ewê hema bersîva me bida)?" Ji bo ku em dilê te bi hinartina Qur’anê binecî bikin (ez berya wê Qur’anê ji bona te ra hêsan bikin, dabaşa her bûyarekî nû bimîne) me ewa (Qur’ana, pare pare) li ser dilê te da hinartîye. 33- (Muhemmed!) ewan (filan) ji bona (şikênandina) te, çiqa hecwekîyek ji bona te ra anîbin, me hey (bersiva wê hecwekîyê) ji te ra bi mafî çêtir anîye. Ewa (bisyara) rindê hezwartina ye. 34- Ewanê deverû li bal dojê da têne civandinê hene! Ewanan di şûneke çiqa sik da nin û ewan ji her kesî pirtir rê wunda kirine. 35- Bi sond! Me ji bona Mûsa ra pirtûk (Tewrat) daye û me birayê wî ye (bi nav) Harûn ji wî ra xistîye arîkar û şalyarê wî. 36- Paşê me ji wan (herdukan ra aha) gotîye: "Hûn herduk bi hev ra herne bal wî komalê ku beratên me didine derewdêrandinê." (Ewan herduk çûne bal wî komalî, ewî komalî bi gotina wan herdukan ne kirin). Îdî me jî ewa (komala) hilşandin ka¬vil kirin. 37- Gava komalê Nûh jî, saîyî xwe dane derewdêrandinê, me ewan (di avê da) fetisandin, me ewan ji bona merivan ra xistine beratên sodret (hîştin). Û me ji bona cewrkaran, şapateke dilsoz amade kirîye. 38- (Me komalê) Ad û Semûd û hevrîyên (welatê bi nav) Res û di nîveka wan da pir kesên borî jî (teşqele kirîye). 39- Me ji bona wan hemîşkan ra jî hecwekîye (ji berya wan, bi şîretî anîye, lê ewan şîret hil ne dane) me jî ewan hemîşk teşqele kirine. 40- Bi sond! Ewa (welatê) ku sikê bariştan, li ser wan hatîye barandinê heye! (Komalê te) hatine wura (gava diçûna Şamê li wura da diborîn). Îdî qey ewan nikarin mêze bikin ka çi hatîye serê wan? Na, ewan guman nakin, ji piştî mirinê wê rabin. 41- Ewan gava te dibînin, hey te hil didine tinazan (aha) ji te ra dibêjin: “Eva ye, ku Yezdan (ji bona me ra) saî şandîye?" 42- "Heke me li ser bawerya ilah yên xwe, hew ne kiribûya, nezîk dibû ku ewa me ji rêya ilah ên me derxe, wunda bike." Gava ewan şapatê bibî¬nin, wê bizanin ka kîjanî rind rê wunda kirîye. 43- Qe te dîtîye, ku kesekî dilê wî çi xwastibe ji xwe ra xistibe xuda? Îdî qey tu yê ji bona wî ra bibî cînîşt e (ji bona wî ra parisvanî bikî)? 44- Ma qey tu guman dikî, ku pirên ji wan (şîretan) dibêhên û (ji rastîyê) dizanin? Bi rastî ewan (dizanîn û bihîstinê da) wekî tarişan in, dibe hêj (ji tarişan jî) pirtir, rê wunda ne. 45- Ma qey tu li bal (hêza) Xuda ê xwe da mêze nakî; Xudayê te sî ça dirêj kirîye? Heke Xudayê te biva, wê sî (di şûna wê da) rawestan da. Paşê me ji bona hebûna (sîyê) roj xistîye berate; (dîtina sîyê giredayî bi hebûna tavê ye). 46- Paşê (roj çiqa bilin dibû) me jî ewa (sîya) hêdî hêdî li bal xwe da kişand (hil da). 47- Ewê ku şev ji bona we ra xistîye midas, xew jî ji boa we ra xistîye rawestandin (û bêhindan) û ro jî xistîye jîn û rabûn (ji bona xebat û belavbûnê) heye: ewa (Yezdan e). 48- Ewê ku ba ji bona mizgîna bariştê, di berya bariştê da dişîne heye! Ewa (Yezdan e). Loma bi rastî em di jor da aveke paqij dihênirînin. 49- Ji bo, ku em bi wê (avê) welatekî ku mirîye (heşnaîyên wî hemî hişk bûne, dîsa) bidine jînandinê, wusa jî ewan tariş û merivên ku me ji wê (avê) afirandine, pirê wan bi wê (avê) av bidin. 50- Bi sond! Me ewa (barişta) di nava wan (welat û afirandokan da) car bi car barandîye; ji bo ku ewan (kesan) ji van (kirinan) şîretan hildin. Lê pirê kesan ji şîret hil dane para da çûne, nonkorî dikin. 51- Heke me biva, me ê ji bona her welatekî (pêxemberek) ji bona hişyarîya wan bişanda. 52- Îdî (Muhemmed!) tu bi gotina filan neke û tu (bi Qur’anê) bi wan ra tekoşîna mezin bike. 53- Ewê, ku her du derya di nava hev da daye herikandinê heye! Ewa (Yezdan e. Ava) yek ê ji wan her du deryan, şirîne: bi hesanî tê vexwerinê; ya mayî jî (ava) wê şor e û tal e. Ji bo ku her du (av) tevê hev nebin ewî di nava (av a) her du deryan da perdeke qedexokê parisvan vekirîye. 54- Ewê, ku meriv ji avê afirandîye heye! Ewa (Yezdan e), îdî (ewî meriv kirine du par): yek ji wan (paran) nijadî (para mayî jî) xilamîtî. Loma Xudayê te dişî (evan bike). 55- (Bi vî ra jî) ewan (filan) perestîya tişt ên pêştirê Yezdan dikin; (ji bona Yezdan ra peresti nakin). Ewan (tiştên, ku ewan filan perestîya wan dikin) qe tu kar û zîyana wan nakin. ji bo ku ewan (filan) neyartîya Xu¬da ê xwe bikin, ji bona hev ra piştevanî dikin. 56- (Muhemmed!) Me hey tu mizgînvan û hişyarvan (li bal kesan da) şandîye. 57- (Muhemmed! Tu ji bona kesan ra aha) bêje: "Ez ji bona vekirina xwe ya hanê (ji we) ji pêştirê rêgirtina wî kesê, ku li bal Xudayê xwe da (diçe) tu tiştî naxwazim." 58- Û (Muhemmed!) ewa (Xudayê) zindîyê nemir heye! Tu xwe hispêre wî û tu bi pesnê wî, ewî ji kemasîyan paqij bike. Ewa bi agahdarya gonehên bende yên xwe, şixwa besî xwe ye. 59- Ewê ku ezman û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, di şeş royan da afirandîye paşê arş (mana) hil daye binê hêz a xwe, heye! Ewa (Yezdanê) dilovan e. (Heke tu bi van nizanî) îdî tu ji yekê zana pirs bi¬ke (ku evan hemû pêşeyên Yezdan in; we ji te ra bêjin). 60- Gava ji bona wan (merivan ra aha) tê gotin: “Hûn ji bona (Yezdanê) dilovan ra herin secdê." Ewan (me¬rivan aha bersiv dane û) gotibûne: "(Yezdanê) dilovan çîye? Qe em ji bo¬na wî tiştê, ku tu fermana me (ji bona secdebirina wî dikî) diçin secdê? (Eva fermana te, bi secdebirina wan) hey ji bona wan ra, rikê wan pir kirye.” 61- Ewê di ezman da beden (burç) çê kirine û di wan bedenan da roj û hîva ruhnîdar bi cîh kirîyê heye! Ewa çi (Xudayekî) pîroz e!. 62- Îja ewa (Xuda ye) ku ji bona wan ê şîret hil didin û ya jî divên ku sipazîya (Xuda) bikin, şev û ro (ji bona hev ra) xistîye peyrewê hev. 63- Ewê ku (bi rastî) bendeyên (Yez¬dan ê) dilovîn in hene! (Ewanan bi van salixên jêrda ku têne gotinê, hatine salixkirinê. Gava ewan li ser zemîn digerin, bi dilê şkestî digerin û gava nezan li wan bi mijûlîyan (cewrê bikin, hemberya wan nezanan bivê peyvê) didin, "Selam" (li we be). 64- Ewanan di şevê da radibin, ji bo Xudayê xwe ra diçin secdê. 65- Ewanan (gava xwastinan ji Xuda bixwazin, aha) dibêjin, "Xudayê me! Tu şapata dojê ji me bide fetlandinê, loma bi rastî şapata (dojê gava bi meri¬van girt, îdî) ji merivan venabe." 66- "Loma bi rastî ewa (doja) sik ê êwr û şûnan e." 67- Ewanan (gava ji bona hewcan ra) tiştekî bisixurînin, ne dest valatî ne jî çikûsî nakin, ewanan di na¬va van her du salixan da nave nav in (ne dest belane ne jî çikûs in). 68- Ewan gava ji Yezdan daxwazî dikin, bi Yez¬dan ra, qe gazî tu ilahên mayî nakin.Ew canê ku Yezdan kuştina wî qedexe kirîye; ewan bê mafî ewî canî nakujin, ewanan hîzîtî nakin. Şixwa kê evanan bike, ewa li bal celata wî gonehî da tê avêtinê. 69- Ji bona wî ra di roya rabûna hemî da şapat duçar dibe, ewa jî di wê şapatê da bi rûreşî dimîne. 70- Ji pêştirê wî kesê, ku ji kirine xwe poşman bibe û (bi Yezdan) bawer kiribe û karên aştîkarî kiribe, îdî Yezdan gonehên wan bi qencîyan diguhure. Loma bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e. 71- Kê ji (kirine xwe) poşman bibe û karê aştî bike, îdî ewa merivekî wusa ne; li bal Yezdan da zivirîye, hatîya litê kirine. 72- Ewanê gava (ji bona nehrevanîye têne gazîkirinê) bi vir nehrevanî nakin (şahidî nadin, ewan) gava rastî (wanê) beredayî mijûl dibin, tên; ji wan (mijûlyan rû difetilînin) dev bi kenî diborin diçin. 73- Ewanê gava bi beratên Yezdan têne şîretkirinê, li ser wan şîretan bi ker û kor xwuva naçin. 74- Ewanê ku gava (ji Xudaê xwe, daxwazîya berxudarya dikin, aha) dibêjin: "Xu¬dayê me! Tu ji bona me ra jin û ûrtê wusa bide, ku çav bi wan şa bin û (dil bi wan hêsanî bibin) û (Xudayê me!) tu me ji bo¬na xudaparizan bixe pêşrewan. 75- Ewanê (bi van salixên borî) hene! Bi sedema hew a wan, ewanan (di bihiştê da) bi koşknê bilind têne xelatkirinê, li ber wan da di wan (koşkan da) peyva "Bijîn" tê avêtinê ("Hûn bijîn" ji wan ra tê gotinê). 76- Ewanan di wura da her dimînin. Ewa dera çiqa êwreke rind e û çiqa şûneke qenc e! 77- (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke lavakirin û perestîya we nebûya, ka Xudayê mi¬n ê çi ji we bikira? Bi sond! Îdî (gava min ji bona we ra ji beratan axiftin dikir, we ez) didame derewdêrandinê (ji ber vê kirina we, şapat ji bona we ra) bi vê nevê bûye.