Bi Navê Yezdan ê Dilovan ê Dilovîn.

1. Kaf, He, Ye, Ayn, Sad

2. (Va ayetên ku Em ji te ra dixwînin) dilovanîya Xweda ê te ye,ji bona bîranîna qûlê xwe yî Zekerîya.

3. Kanê ew (Zekerîya) bi dengekî dizî, gazî Xweda ê xwe dikir.

4. Wî aha gotî bû:" Xweda ê min! Bi rastî hê hestîyên min (ji kal bûnê)sist bûne û serê min jî bi pêta kaltîyê sipî bû ye. Xweda ê min! Min çiqas gazîyê Te kirîye, ez bêhêvî nebûme."

5. "Xwedê! Bi rastî ez ji bona malbata xwe yê, ku di piştî min tê, ditirsim (ku ew tiştên nebaş bikin). Ditirsim û (Tu dizanî) jina min jî qisir e. Tu li ba xwe da, ji bona min ra piştvanekî bidî.

6. "Ji bo ku ew ji min ra û ji malbata Yaqûb ra jî bibe mîrasxwer. (Xweda ê yê min)Tu wî bike yekî wusa, ku Tu bi wî qayîl bibî."

7. (Xweda ê ji Zekerîya ra aha gotîye):" Zekerîya! Bi rastî Em te bi kurekî bi nav Yehya mizgîn dikin. Me va nava di pêşîya wî da, qe li kesekî nekirî bû."

8. (Zekerîya) got:" Xweda ê min! Çawa ji min ra kurek bibe? Jina min qisire û ez jî bi xwe kal bû me temarên min êdî hişk bûne."

9. (Xwedê) gotîye:" Gotina te ye, lê va afirandina bi vî şiklî li ser Xweda ê te rehete, hîna belê da, tu jî tiştek nebû yî û Min te afirand.

10. (Zekerîya) got:" Xweda ê min! Ka ji min ra elametekî bide."(Xwedê) got:" Elameta te va ye: Heya sê roj û şevan tu nikanî bi tu kesekî ra qise bikî, tu xip û xweş bibî jî."

11. Êdî (Zekerîya) ji mihrabê derket nav komala xwe û ji wan ra (bi nîşanan aha) got:" Hûn bi sibeh û êvaran ji Xweda ê xwe ra nimêj bikin û Wî ji kêmasîyan paqîj bikin."

12. "Yehya! Tu pirtûkê bihêz bigire." Bi rastî Yehya hîna zarok bû, Me ji wî ra hîkmet da bû.

13. Yehya li cem Me delal û paqîj bû. Êdî ew xwedaparêz bû.

14. (Yehya) ji dê û bavê xwe ra jî qencîkar bû û ew yekî poz bilindê, serhişkê qure nebû.

15. Di roya bûyîna wî da û di roya mirina wî da û di roya ku ew zindî rabe, selam li ser wî be.

16. Tu di pirtûkê da Meryemê jî bixwîne. Kanê, gava ew ji malbata xwe veqetîya bû û li alîyê rojhilatê ji bona xwe ra şindek dîtî bû.

17. Êdî wî di nava xwe û malbata xwe da perdek vegirtî bû. Êdî Me jî ruhê xwe ji Meryemê ra şand. Ew ruha ji bona Meryemê ra bûye wekî mîrovekî û xwe wî nîşan daye.

18. (Meryemê) got:" Ez ji te xwe davêjim ber bextê Xweda ê dîlovan, ku min ji te biparêzîne. Gava ku tu bi rastî Xwedê diparêzî (destê xwe mede min)."

19. (Ruh) aha got:" Bi rastî ez sayî yê Xweda ê te me (û hatime vira) ji bo ku ez ji te ra lawekî paqîj dîyarî bikim."

20. (Meryemê) got:" Qet mîrovek destê xwe nedaye min û ez bi xwe jî jinekî bêşerm ninim, wê tayê çer lawikekî min çê dibe?"

21. Wî bersiv da:" Gotina te rast e, lê Xweda ê te gotîye:" va ji bona Me tiştekî rehet e. Ji bo ku Em wî ji însanan ra bikin îşaretek û ew dayîna dilovanîyek ji Me ye. Êdî va tişta pêk hatîye."

22. Êdî (Meryem) bi wê zarokê ra nexwes bû û dûra çûye derekî dûr ma ye.

23. Dûra jî sancîyan bi wê girtîye , ew çûye li ber koka dara xurmê û gotîye:" Xwazîka ez hîna belî naha da mirî bûma û hatî bûma bîr kirinê."

24. Êdî di hêla binî da jê ra aha hatîye gotinê:" Tu mirûzê xwe tirş meke. Xweda ê te di binê te da kanîyekek daye kildanê."

25."Tu gulîyên dara xurmê li bal xwe da bihêjîne, ji bo ku li ser te da xurmên gîhîştî bikevin."

26. "Êdî tu bixwe û vexwe û tu çavê xwe ji hêstiran zaha bike (çavê te rohnayî be). Gava ku tu ji mîrovan kesekî bibînî, tu ji wan ra bibêje:" Bi rastî min peyman daye ku, ez ji bona Xweda ê dîlovan ra rojî bigirim; êdî di îro qe bi tu kesekî ra qise nakim."

27.Êdî dûra (Meryemê zarokê) xwe hildaye hatîye li cem gellê xwe. (Wana aha) gotîye:" Meryem te bi sond tiştekî erjeng anîye û kirîye."

28. "Xanga Harûn. Bi rastî bavê te mîrovekî xirab nebû û dîya te jî orispî nebû."

29. Êdî (Meryem) ew zaroka nîşan daye. Wan gotîye:" Ka va zarokê hêlanê da, ew çer ji me ra qise bike?"

30. Wî zarokê gotîye:" Bi rastî ez qûlê Xwedê me. Wî ji min ra pirtûk hanîye daye min û ez ji xwe ra xistime pêxamber."

31. "Û wî ez li hemû deran pîroz kirime û ferman daye min kû, heya ez bijim nimêj bikim û zekata xwe bidim."

32. "Ji bona dîya xwe ra jî qencîkar bibim. Wî ez ji serhişkê pozbilind ê rê derketî nekirime."

33. " Û di roja dayîk bûyîna min da û di roja mirina min da û di roja ku ezê dîsa bi zindî rabim, selam li ser min heye."

34. Rastîya wî Îsa yê kurê Meryemê ku, hûn di rastîya wî da şik dikin, va ye.

35. Çima Xwedê ji xwe ra zarokan bigire? Ew ji van (gotinan) paqîje. Gava ku Ew bixwazî tiştekî çê bike, ji wî tiştîra dibêjî "bibe" û ew jî ji ber xwe dibe.

36. " Bi rastî Xwedê xudayê min e û xudayê we ye jî. êdî hûn ji wî ra parastî bikin. Rîya rast tenê va ye.

37. Lê wan partîyan di nava xwe da newekhevbûn çê kirine. Êdî ji dîtina roja mezin, xalî li ser wanên ku înkar kirine be!

38. Di roja ku ew tenê li ba me ne, çiqas rind dibêhin û çiqas rind dibînin. Lê îro ewên ku cewr kirin di wundabûnek xwûya da ne.

39. Û tu wan ji wê roja ku, hemû tişt têne eşqere kirinê, mîrov li ser kirinên xwe poşman dibe, bide hîşyar kirinê. Êdî haja wan namîne, ew bi xwe jî bawer nakin.

40. Bi rastî warisên li ser zemîn û li zemîn em tenê ne. Û ewna tenê li ba me tên om kirinê.

41. Tu di pirtûkê da Îbrahîm jî bixwîne. Bi rastî ew pêxamberekî pirr rast bû.

42. Carekî (Îbrahîm) ji bavê xwe ra got:"Bavo! Ka ji bo çi tu ji tiştên ku nabihên û nabînin û qet xêrekî xwe ji te ra tunin, perestî dikî?"

43. "Bavo bi sond, ji min ra zanînek wusa hatîye, ku ewa ji te ra nehatîye.Êdî tu bibe piştvanê min, ku ez te bibim li ser rîya rast yê bê kêmasî."

44."Bavo ji Şeytan ra perestî meke. Bi rastî Şeytan li ber Xweda ê dilovan serî bilind kirîye."

45."Bavo bi rastî ez ditirsim ku, ezabek ji Xweda ê dilovan bi te bigire, êdî tu jî bibî dotê Şeytîn."

46. Wî bersiv da:" Îbrahîm! Qey tu ji perestina xwedên min rû diçerixînî? Gava ku tu ji wan kirinên xwe dest bernedî ezê te kevir bikim . Heya demekî dirêj ji cem min dûr keve."

47. (Îbrahîm) got:" Selam li ser te be, ezê ji bona te ra ji Xweda ê xwe borandinê daxwaz bikim. Ji ber ku Ew ji min ra pirr qencîkare."

48. " Bi rastî ezê ji we û ji wan tiştên ku hûn ji pêştirê Xwedê, ji wan ra perestî dikin dest berdidim; ezê tenê ji Xweda ê xwe ra perestî bikim. Guman dikim, ku ez jî bi perestîya Xweda ê xwe dil hişk û rê derketî nabim."

49. Êdî gava (Îbrahîm) dest ji wan û ji tiştên ku wan ji pêştirê Xwedê jê ra perestî dikirin berda, me jî ji bona wî Îshaq û Yeqûb bexişand. Me herdû jî kirin pêxamber.

50. Û me ji wan ra dilovanîya xwe daye û me ew kirin zimanekî rast yê bilind.

51. Û tu di pirtûkê da Mûsa bixwîne. Bi rastî ew mîrovekî bijartî bû û ew bi pêxamberî hatîye şandinê.

52. Me ji alîyê rastê yê Çîya yê Tûr da, gazî wî kirîye, ji bo ku em bi wî ra qise bikin, me ew nêzikî xwe kirîye.

53. Me ji dilovanôya xwe, ji bona wî birayê wî Harûn bi pêxamberî bexş kir.

54. Tu di pirtûkê da Îsmaîl bixwîne. Bi rastî ew di gotina xwe da rast bûye. Ew bi pêxamberî hatîye şandinê.

55. Wî ji malîna xwe ra nimêj kirinê û dayîna zekatê ferman kirîye. Ew li bal Xweda ê xwe jî hatîye qayîl bûnê.

56. Tu di pirtûkê da Îdrîs jî bixwîne. Ji bo ku ew bi rastî pêxamberekî pirr rast bûye.

57. Me jî ew li bal cîhekî bilind da ra kirîye.

58. Ew (pêxamberên ku navê wan hatinr gotinê) ji malbata Adem û ji malbata wan kesên, ku me bi Nûh ra hilda kirine û ji malbata Îbrahîm û Îsraîl in. Me ji wan ra rê daye nîşandinê û Me ew hilbijartine. Gava ku ayetên Xweda ê dilovan ji wan ra têne xwendin, ewna bi gîrî terin secdê.

59. Êdî li dû wan nesîlekî wer hat ku, wan dest ji nimêj kirinê ber da û li gora dil xwaşîya xwe çûn. Êdî ew di hêla wunda bûnê da terin.

60. Ji xêçî eên, ku ji kirinên xwe poşman bibin û karê aştîyê bikin. Ew gerê bikevin Cennetê û qet bi tu tiştî neheqî li wan nayê kirin.

61. Ew Cennetên Adn, ku (Xwedê) yê dilovan bi nexuyayî ji bona qûlên xwe ra soz daye. Bi rastî soza (Xwedê) yê dilovan tê şunda xwe.

62. Ew (di cennetê da) tenê rastî gotina "Selam" tên, ew li wê derê gotinekî wala nabhîzin. Ji bona wan ra di sibeh û ewaran da xwerin jî heye.

63. Mêze! Ji qûlên me yên ku kîjan xwe Xwedê diparêzinî, em wî dikin mîraswanê vî Cennetê.

64."Em tenê bi gotina Xweda ê te tên hinartinê, çi li pêşîya me daye û çi li paşîya me daye û çi di navbera wan herdû demandaye hemû yê Xweda ê tene. Dûra Xweda ê te (tu jî) bîr nekirîye."

65."Ew Xweda ê ezmîn û zemîn û Xweda ê hemû tiştên ku di navbera wan herdûyan da ye. Êdî tu ji wî ra perestî bike û tu ji perestîya ji wî ra sebir bike. Qe tu bi navê yekî (ku bi navê Xwedê hatibe navdanê) dizanî?"

66. Mîrov dibêje:" Gava ku ez mirim, dîsa ez di nêzik da (ji mezelê) derdikevim zindî dibim?"

67. Qey mîrov nayînin bîra xwe ku me ew afirandin, hîna ew di pêşîyê da tiştek nebûn?"

68. Bi Xweda ê te! Em wan û şeytanan bi hevra kom bikin, dûra jî emê wan li dora Cehnimê li ser çokan amade bikin.

69. Dûra jî ji hemû koman, ka kîjan di hemberê dîlovan da, biînat û serbilinde emê di nava wan da derxinin.

70. Û dûra em bi xwe jî baştir dizanin ku ka kîjan pirtir heq dike ku bê avitinê.

71. Di nava we da yêkek neçe wê derê tune. Va bûyera li ser Xweda ê te fermanekê bêşik e.

72. Dûra em ewên ku Xwedê parêzî kirine ji wê derê xilas bikin û ewên ku xayîntî kirine jî li wer ser çokan bihêlin.

73. Û gava ayetên me yî eşkere ji bona wan ra têne xwandinê,êwên ku înkar kirine ji bona wanên bawerkeran ra dibêjin:" Ji van herdû komalan, cîyê kîjanê çêtire, kîjan qenctire (ku mîrov ji xwe ra bike heval)?"

74. Me di berya wan da çiqas nesîl, kû bi mal û bi nîşanîya xwe va pirr çêtir bûne tûne kirîye.

75. Bibêje:" Kîjan ku rîya xwe wunda kirîye, dibe ku Xweda ê dîlovan demekî dirêj dide wî. Lê li dawîyê da gava ku gotina rast li ser wan da bê û ew cezayê yan jî saetê bibînin, êdî ew bizanin, ka şunda kî hê xirabe û ka leşkerê kê hê bêhêze.

76. Ewên ku hatine li ser rîya rast Xwedê rastîya wan hê pirtir dike. Ew karên aştîyê ku li dû mane, ew li ba Xweda ê te ji bona sewaban hê başe û şunda ku ew dibe jî hê başe.

77. Qet tu ewê ku ayetên me înkar dike û dibêje:" Wê dêmê mal û zarok ji min ra bêne dayînê." nabînî?

78. Ew bi nexûyanan dizane yan jî ji Xweda ê dîlovan sozek girtîye?

79. Na, na! Gotina wî nîne, ew tiştên ku ew dibêje, emê binivisînin û emê ezabê ji bona wî ra bi dirêjayî dirêj bikin.

80. Emê bibin mîraswanê wan gotinên wî, ew bi serê xwe, bi tenê were cem me.

81. Ji bona ku bibin piştevanên wan, wan ji xwe ra pêştirê Xwedê hinek xuda girtine.

82. Na, dîsa na! Ew (xudayên wan) perestîya wan înkar bikin û ji wan ra bibin dijmin.

83. Ma tu nabînî ku me şeytan li ser wan yên ku înkar kirine şandine, ji bo ku wan bi tiz bikin.

84. Êdî tu ji bona wan lez meke, ji ber ku em dema wan dihêjmêrin.

85. Di wê rojê da em xudaparizan, deste bi deste li bal yê dilovan da dicivînin.

86. Û em gunehkaran jî mîna dibin avê li hêla Cehnimê da diajon.

87. Ji pêştirê ewên ku li bal (Xwedê) yê dilovan, soza navendîtîyê girtine, qe kesek nikane navendîtîyê bike.

88. Wan gotîye:" (Xwedê) yê dilovan ji xwe ra zarokek girtîye."

89. Bi sond! We tiştekî pirr xirab havitîye navberê.

90. Hindik maye ku ezman ji wê (gotina we) biçire û zemîn biqelişe û çîya jî bihêrifin.

91. Ji ber ku we îddîya kirîye ku yê dilovan a zarok heye.

92. Babet nîne ji bona (Xwedê)yê dilovan ra, ku ji xwe ra zarokan bigire.

93. Ji xwe çi tiştên di ezman û zemîn da hene, hemû jî li bal (Xwedê) yê dilovan ra bi qûltî tên.

94. Bi sond! Hêjmara wan hemûyan dizane û ew bi hesabekî da hêjmartîye.

95. Ew hemû jî di roja rabûna hemûyan da bi tenê werin.

96. Bi rastî ewên ku bawer kirine û karên aştî kirine. (Xwedê) yê dilovan ji bona wan ra hezkirinekî bide.

97. Êdî me va (Quran a) bi zimanê te (danîye) rehet kirîye, ji bo ku tu bi vî xudaparêzan bidî mizgîndanê û tu wî komala şerkar jî bidî tirsandinê.

98. Me di belî wan da çiqas (komal) tûne kirine! Gelo qe tu wan yekî dibînî, yan jî qe ji wan dengan dibhîsî?