Seday Semtûr e
by Mistefa Begê Kurdî

Seday semtûr e kellem germ e em şew
Çirîkey bangî dill bê şerm e em şew

Be naxun karî Ferhad dê le destim
Weha şahûl e sînem nerm e em şew

Le tenhayî be yadî rohî Mecnûn
Xeyallî geştî deşt û derme em şew

Xubarî xakî Wamîq ger Beheşt e
Ke qapî to sebûrî derme em şew

Le ser rûm zamî naxûn nexşî toy best
Temay sin’atekey Azer me em şew

Le dewrî şem gerra Perwane nakam
Le ser rêy wesllî to rehber me em şew

Eger çî yar û yawer bûn be duşmîn
Xemî bê yarî bû yawer me em şew

Ke çunke boy wîsalî toy têda ye
Nesîmî subh xeber awer me em şew

Ser im şorî wîsalî kewt e ser baz
Dîsan Kurdî ke derdî ser me em şew

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse