Selamu Llahî Minnî Kulle Yewmîn

Selamu Llahî Minnî Kulle Yewmîn
by Hecî Qadirê Koyî

Selamu llahî minnî kulle yewmîn
Le eshabanî sahêb xîret û dîn

Le bê ‘arî hemûyan kewte yadim
Rumûzî îttîfaqî û êttîhadim

Le ber dûrî le eqran û le emsal
Le kurdanim depirsî zerbu l emsal

Le bo em yek-dû eş’arî reş û rût
Heta peyda bû rohim geyîye ser lût

Defermûy em ‘ezabe bo çi dekêşî
çi melzûm e eger çawit neyêşî

Qurrî kiwê kem be ser xoma le xurbet
Xewim nayê le daxî mollk û mîllet

Eger wek min xeberdar bin le dewllet
Le heyfan xo dexinkênin be bê pet

çiwar milyon e Kurdistan nifûsî
Be qîssey ehlî texmînî ke nûsî

Hemûyan şêrî bêşe n Hatemî cûd
Le şerr da kêwî Cûdî û behrî memdûd

Welêkîn faîdey çî herc û merc in
Le de’wa da le gell yektir be merc in

Le giwêy ga nûstû n herçend e şêr in
Weku kerwêşkî çaw rama û kiwêr in

Ewî ‘ela ye serdestey şikar e
Ewî edna ye bestey zullfî yar e

Ewî aza ye şehname dexwênê
Ewî miskên e genim û co deçênê

Emane bêşi’ûr û gêjûwêj in
Mutî’î lotî xwêrrî û herzebêj in

Kurrêkî wa nebû hestête ser pê
Bizanê xellqî çon kewtûne ser rê

Bika seyrî cerîde û hallî mîllet
Kitêbî taze û te’rîxî dewllet

Bizanê ta çi qewmawe le etraf
Serapa agir e etraf û eknaf

Eger karêk neken lem beyne da zû
Memalîk katekî zanît le dest çû

Gemî sehra û derya dête cewlan
Be xeyrî pêkurrey fewcî siwaran

Be tirr xanî be ser naçê, le me û paş
Le her la we detan harrin weku aş

Le jêr pê da deçin heyf û mixabin
Geda bin êwe, duşmintan beşa bin

Be xeyrî romê û îngilîz u rûsî
Bê hedd in dewlletan nawyan binûsî

Le cêy xoyan hellistawin be xîret
Le dinya nawî xoyan nawe dewllet

Serapa sahêbî sikke û supah in
Weku cem sahêbî text û kulah in

Le tedbîrî umûrî mullkî xoyan
şerîk in pînedoz û şah û gawan

Le her weqtê yekêkî bête hawar
Le cutyar û şiwan û ehlî bazarr

Le coşîn û le nêşa mêşî heng in
Be min çî kafir in yane ferreng in

Weku bîstûme bo def’î mesaîb
Eme tedbîrî kurt û fîkrî saîb

Le deşt û dê û wîlayet bibine ehbab
Weku şexsêkî wahîd bin le her bab

Le Botan ta Beban û Serhedî rey
Le ew latir weha noş bête ser dey

Bibîne yek le te’lîm û le nûsîn
Cil û berg û zuban û resm û ayîn

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse